Wekhevî ne yekîtî ye, ne serkeftin e û ne mebesteke raser e. Wekhevkirina mirovan, sedema şerr û pevçûnê ye. Hêza me, ji cudatîyê tê ne ji wekhevîyê. Yê ku yekîtîyê bixwaze divê bibe pisporê cudatîyê. Yekîtîya Ellah, di hebûna cûrbecûr, guherbar, jihevqetayî û cudayî de veşartî ye.
Di cudahî, cûrbecûrî û piranîyê de yekîtî heye. Yê ku vê rastîyê dinixumîne, dixwaze herkesî bike weke hev an jî bike weke xwe. Ku hûn bibin weke wî/wê jî divê di bin asta wî/wê de bin. Yên afirandî pir in lê aferîner yek e. Cûreyên ku Xaliq ew xuliqandine dişibine hev lê di nav wan cûreyan de yên xwedî îrade û nexasim mirov ji alîyê bîyolojîk ve weke hev bin jî çand, ziman û bawerîya wan ji hev cuda ne. Cûrbecûrîya mirovan, hesabê serokên taxutî li nav hev dixe. Ew dixwazin ku ger fermanek dan bila herkes bi ya wî bike. Dibêjin qey wekhevî çêbibe wê hêzeke domdar çêbibe. Aferînerê raser bi nîşanên xwe dibêje: Ji bo yekîtî û hêzê hûn hewcedarî min in. Hewcedarîya Wî, hewcemayîna qanûn û sunneta Wî ye: Hûn cûrbecûr û ji hev cuda ne. Her yek li gorî behreya xwe tevdigerin. Hûn ne têkuz in. Her yek kêmanîke we heye lewma hûn hewcedarî hev in.
Herkes li gorî behreya xwe tevdigere. Li gorî derfet û mebestên xwe xebatan dike. Lewma tevgerên mirovan ne weke hev in û cûrbecûr in. Divê cudahîya guherbar ji pêşbazîya başîyê re kar bike. Ne ku ji bo armancên dunyewî ji alîyê bîyolojîk û sîyasî ve wan bike weke hev. Divê cudahî û cûrbecûrî weke nîşaneke îlahî bê dîtin ku dengê ahengeke gerdûnî ji me bê lê mixabin dîrok li rastê ye û tê zanîn ku bi tevayî dengê neheqîyê, şerên neheqîyê hatiye tomarkirin. Ji xwe îradeya Ellah wisa xwestîye ku îradeya mirov û cinan azad be lewma îrade ji hev cuda ne.
Ev qas cudahî û cûrbecûrî têra hin mirovan nakin. Bijartinên xwe yên zayendîyê -ku ev nexweşîya wan e- weke zayendîyeke cuda pêşkeş dikin. Bi milyar hejmaran riwek, ajal û bedenên mirovan ne besî wan in lewma bi afirandina wan dilîzin û hinek cûreyên xwaromaro derdixin holê.
Hebûna cûrbecûrî, azmûna Îlahî ye. Bedenên cuda, zimanên cûrbecûr, civakên rengîn, ummetên newekehev û jiyanên naşibine hev tevde çîrokên ciyawaz in. Tu kî yî ku tu me dikî weke hev? Bi çi heqî? Ji bo çi tu dixwazî çîroka me bike weke hev? Helbet çîrokine dişibine hev. Kî bixwaze di bijartina çîrokan de divê azad be. Di Quranê de çîrokên dersgirtinê hene lê ji bo heman pirsgirêkê peygamber bûne nimune.
Çanda neteweyekê, wekhevîyên wê ya jîyanê ne. Endamên neteweyekê her çiqas ne bi îradeya xwe li wê civakê çêbûbin û di nav wê çandê de mezin bûbin jî piranîya wan wê formê qebûl dikin. Ên ku qebûl nekin an destûrê didin ku asîmîle bibin an jî koçî welatekî din dikin û xwe winda dikin. Wekhevîya cil û bergên gelekî, şibandina xwarin û vexwarinên civakekê, reqs û muzîka wan a ciyawaz û zimanê wan ê hevpar dike ku mirov navekî li wê çandê bike. Wekhevîya çandekê, cudahîya çandên din e. Bahwerîya hevpar a milletekî wê ji milletên din cuda dike lê netewe û millet ne heman civak in. Yek jê wekhevîya ziman e yek jê wekhevîya bahwerîyê ye. Helbet hin netewe jî hene ku netewa xwe ji xwe re kirine bahwerî. Serdestiya netewa xwe ji xwe re kirine dîn. Dewleta xwe jî kirine îlah û bi ser halan de jî dixwazin gel û netewên din jî weke wan bipeyivin da ku cudahî xuya nebe û serdestîya wan berdewam bike.
Di salên dawî de bi bandora televîzyon, medyaya civakî û internetê çanda dinyayê tevdî him bi him dişibe hev lê hemû dinya bişibe hev jî îrade û bijarteyên mirov dîsa jî cuda ne. Navgînên medyayê pirkirina derfetan in. Başîyê jî pir dikin nebaşîyê jî. Her çi qas cûreyên tevgerên rind pir bin jî armanca wan yek e: riza Xwedê. Her çi qas cûreyên tevgerên nebaş pir bin jî armanca wan weke hev e: xerabkirin, derxistina ji rêya rast, nixumandin û dûrxistina rastîyê. Ez hebûna nebaş û nerastan qebûl dikim lewma ez bi wan re têkoşînê dikim. Li dawîyê mebesta min ku bibin bawermend û tevgerên rind û serasker bikin ne ku bi temamî bibin weke min lewra herkes li gorî behreya xwe tevdigere.
Ji alîyê bahwerîyê ve her çi qas hejmara şexsan pir be jî tîp weke hev in: mişrîk, munafiq, kafir, bawermend... lewra tevgerên wan ên weke hev dike ku mirov heman navî li wan bike. Têkilîya kesan bi rastîyê re çawa be, ev wan ji hev vediqetîne. Mişrik bi rastîya Ellah dizane lê ji îlahekî din jî bahwer dike, bi ya îlahekî din jî dike, şirîkekî ji Ellah re çê dike. Munafiq, li hemberî rastîyê bi du rû ye. Li bal bawermendan cuda li bal kafiran cuda dipeyive. Kafir, rastîya Xwedê dinixumîne û naxwaze bibîne. Helbet eger Xwedê xwestiba wê kiriba ku herkes bahwer bike lê wî çaxî tahm û hêjaya bahwerîyê nedima. Xelat û ceza wê bûba tiştekî alatewş. Wê jiyan û rastî bûba pûç û vala.
Cudahî jî wekhevî jî vîna Wî ye. Li gorî pîvangekê her dukan jî dixuliqîne. Tiştê ku Wî nexwestibe tu nexwazî yana nezantîya te dibe bela serê me tevda. Hêzê ne ji netewe û dîroka bavûkalan bixwaze ji yekîtî Wî bixwaze.