Ey Xort! Di nêrîna Îslamê de jiyan ne tenê rêyek bi serê xwe ye, lê emaneteke giranbahî ye ku mirov bi aqil, dil û kirinên xwe tê de ceribandi. Di vê çarçoveyê de, ciwanî ne tenê qonaxeke temenê mirovan e, belkî dema avakirina nasnameyê, exlaq û berpirsyariyê ye. Her kes di vê jiyanê de ji bo tiştek hatiye xuluqandin û her kirin, her hilbijartin di nêrîna dîn de xwedî girîngiyeke taybet e.
Ji ber vê yekê, mesûliyet ne tenê peyvek civakî ye, belkî pêvajoyeke Îlahî ye ku mirov tê de xwe di nav rastî û berpirsiyariyê de ava dike. Ciwanî, di vê çarçoveyê de, di demekê de ye ku dil hêsan tê bandorkirin û rêyên jiyanê têne hilbijartin. Îslam ji ciwanan dixwaze ku ew vê demê wek fersendeke girîng binirxînin: fersenda ku aqil bi zanînê, dil bi îmanê û kirin bi ‘edaletê bê avakirin. Di gotina Pêxember (s) de jî tê binavkirin ku mirovek di rojên ciwaniyê de çi ava bike, wê di jiyana xwe de wê binpê bike. Lê mesûliyet di Îslamê de wek barê giran nayê dîtin. Ew wek rêyek ronahî ye ku mirovan ber bi xwefêmkirin û kamilbûnê ve dimeşîne.
Ciwan ku xwe di nav rastî, xêr û edaletê de ava dike, ne tenê ji bo xwe, belkî ji bo civakê jî dibe çavkaniya ronahiyê. Rabe, ey xort ji hemû tirs, bedgumanî û dudiliyê xwe dûr bike. Tu xortekî mû’min î ku mînak Îbrahîmê putşikîn di dijwarîyên zeman de bi îman rawestî. Tu wek Eshabê Kehfê li ber karbidestên zalim îsyan kirî û bi îmanê xwe xendeqên agir aciz kiriye. Di dilê te de mêrxasîya Elî, qewweta Zubeyr, fedekarîya Telhe, rêhevaltîya Erqem û qumandarîya Usame tê dîtin. Di her demê de tu mînak wan xortan î ku ewil îman bi Pêxember anîn. Tu bi vê ezm û bi vê qerara xwe alîkarê de’weta Pêxember sellellahû eleyhî wesellem î. Ji ber vê yekê dîsa rabe ser xwe û xwe nas bike. Jiyanê bi wijdan, adalet û armancê bijî. Her gava te ne tenê nîşana roja îro ye, belkî beşek ji dîrokê û jiyana pêşerojê ye. Ey xort, ciwanî xewnek kurt e; eger tu wê bi armanc nejî, wek bayekî derbas dibe. Ey xort, dema ku dilê te hîn germ e û xeyalên te hîn zindî ne, bihara temenê te dema şîn bûna xeyalan e.
Bihara temenê xwe bi xizmet û qenciyê bixemilîne. Nehêle ku bayên bêarmanciyê gulên ruhê te belav bikin. Bila ciwaniya te bibe çavkaniya xizmetê, wek çemekî ku bêdeng diherike û cihê ku derbas dibe jiyanê şîn dike. Çimkî dara ku di biharê de kokên xwe xurt dike, di payîzê de jî li hember bayê naşike. Ciwanî dema avakirina kesayetî û maneyê ye. Kesê ku di ciwaniya xwe de ji bo bawerî, gel û rastiyê dixebite, di pêşerojê de bi rûmet û bîranînek baş tê bibîranîn. Îro dema te ye ku tu bixwînî, bifêrî û xizmet bikî; sibê civak bi şopa te dê ronî bibe.
Bila dilê te bi îmanê, aqilê te bi zanînê û destên te bi xizmetê bedew bibin. Çimkî ciwanî zû derbas dibe, lê şopa qenciyê her dem dijî û dimîne. Ciwanî derbas dibe, lê maneya ku mirov di jiyanê de dihêle, heta dawiyê dimîne.” Li pey xwe ne tenê salan, şopeke ronahî û maneyê bihêlî… da ku dîrok te ji bîr neke, û bi xêr û xizmetê navê te bimîne…