من ددل کوڤان هزارن داغ کیبر بێحساب
محنتا وردێن بخارن وین ددلدا صد نشاب
Ez mudamî ah û zar im sertîra dabûm ezab
Lew ji şewka bêhedar im dane dil sed izdirab
Sed kelem hatin dilê min ez bi wan bûm muzderîb
Cerg û dil bû pare pare êş û rencek bêhîsab
Ev birînên min xedar in kê dişêt derman bikit
Wê dewaya dil heyat e, ya ji destê mahîtab
Min hebin bêhed cefa û renc û êş ez pê xweş im
Ger bibînim mahîtabê bêye pêş min bêniqab
Zuhre û ‘Iqda sureyayê ji rojhilat hatin derê
Bextereş bûn em di gavê mane car dî malxerab
Dewri min vajî dibûn hem fetl û gêra vê dinê
Va sitêra rê guhartin şaş kirin rêça sewab
Vêk ketin şems û zuhel îro di burca eqrebê
Dewr dibû dewra merîxê zêde min bû izdirab
Îqtidar bû ya Zuhel, lewra Merîxê cih nema
L’asimana roj nema lew, tev zemîn bûye ezab
Nabera Roj û Etarid şeş burca zêde dibû
Muşterî ma bû Zuhel, lew dewra me bû înqilab
Tevlihev bûn ev Sitêr hem wezyeta çerx û burûc
Dî nema wekhev ku bên der Mah û Zuhr û avitab
Wazyeta van menzila min vajî dî, seyrê dikin
Qetl û xwîn çêbûn di nav wan ateş û lem’ û şihab
Wê sitêrê ev qital dî wê ji dest berda ye Çeng
Goreyî rêça delalê guh din qanûn û rebab
Bû qiyamet ez dibêm dawî li roja min dihat
Şev li min tarî û reş bû herwekî rengê xurab
‘Alema dinyayê reş bû heyv û roj wenda dibûn
Ez ji wê rojê ku tirsam zû belav bû îzdîrab
Ev ne ew ‘erd e ewa roj û stêr seyrê dikin
Ez ne wî ‘erdî dibînim ya ku lê alîcenab
Min cinek dî hem firokek girtim û berze kirim
Dame ber mist û kulaban ez birim mîna ‘iqab
Wî kesê rûmet neyî avêtim ‘erdê zulmetê
Min nezanî ez hişim yan xewne min dîtî di xwab
Ew kesê j’rehmetê dûr û hem Xweda rûreş kirî
Ma dibit carek me hildit da ku hew bit izdîrab
Ehreman dersa vê dabû Ebyedî parek hebû
Pir kesên dî jî ji cinnan kiribûn behs û xîtab
Perîya cin qet nezanî ev tîşta Ebyed dikit
Lew di derheq me nezanî fikra rast alî cenab
Ax demê xêr û xweşî ew, zû revîn û dî neman
Hem demên zewq û sefayê bûye teşbîhê serab
Şerbeta lêvên şirîn ku tevlî bû jehra kujer
Xurbetê îro perihtim roj li min bûn izdirab
Hudhudek îro divêtin herwekî bayê nesîm
Da ji wê naz û şepalê banîya zûka cewab
Wezyeta min bo bigota, hal û pergalê di min
Wê derîzan maç kira hem çetr û seywan û tunab
Da ji bo dermanê çavan hin axa erdê şerîf
Ya dibin dewsa hebîbê, banîya wê ew turab
Min îro mehder divêtin da ji desta bim xelas
Hûn bizanin gelkê xêr e, nayê mîzan û hesab
Gotibû ez dê kujim îro Melayî bêsebeb
Min divê we’dê bi cih kit mala min kit ew xerab
Şerha halê vî “ Melayî “ jê dibin çendî bi xef
Mebhesa Wî pir dirêj e narit defter û kitab
Got û bêjê çend li dora vî Melayî rêz dikî
Vê muemmayê nezanî “Miftîyo “ rabe ji xwab