Şahidîya Reb, ji bo te, derketin deryê ğurbetê!
War û welat, mal û ‘eyal, terk kir me-d rîya hîcretê!
Me dî pir gelek zehmetî, perîşanî-w belengazî…
Bes, tu ji me bibî razî; ne ğem in derbê ezyetê!
Jiyana-j me, tu dixwazî; me ew jîya-b dilê razî.
Navê te me tim kir gazî, li her ‘erdî-d her firsetê!
Bav û dîyê mey îxtîyar, xweşk û bira û dost û yar,
Nema me dî, yek derb û car; dilê me ma-d nêv hesretê!
Ya Reb Xweda, tu qadir î; me bi vê anye bawerî:
Tê li ber me vekî derî, me bigihînî wesletê!
Ğerîbî şerbetek ta’l e, vexwarî me ev çend sal e!
Ji lew ev dil pir bêhal e, maye li hêvya nisretê!
Navê te bû, hedana dil; di nav pêlê derdan û kul,
Me doza te nexist ji mil, ala te hilda-b ğîretê!
Esil ğurbet ev e helbet, ku-j te dûr bimînim yek wext,
Nekşîne tu ji ser me dest, me nede destê fîrqetê!