Bi hevokên giran hatim û
min dest danî ser gunehên dawerivî
toz û xubara wan
ketibû nav hewşa dilî lewra
min jî zilm dikir li rihê zelal û delal
ey hewar
li vê hewza agirpêketî
ne xwe dibînim, ne te
tenê babelîskek im
li ber deriyê helbesta domdar
guneh mane di stuyan de
weke marekî
giyan
qarepar
min av vexwar ji parzûna jiyanê
lê mifa vemirî di nav şev û rojan de
peyvên ku li eniya min dikevin
ji secdeyan sûd wernagirin
ji wecdê venaxwun
ji huzûrê bêpar
te digot:
"Em ê bigihîjin spîtiyê û sipehiyê
em ê bigihîjin nimêja dilên zelal
em ê bigihîjin cejna axa pîroz"
lê
li demsala xezanê
kibrîta dilî pêket
ruh şermende ye ji wêneyên xwe
qumbeleya hewesan
heft car hefsarê xwe ba daye
li ber çavan
aşikar e, diyar
ez ê çawa derkevim
ji vê bîra kûr...
ji bin marîtiya nefsa xedar
bayê hênik hewesan digindirîne
li ser pelên payizê
kon vedane
peyvên reş
ên gunehkar