Karwan meşiya, hêştir li çolê hişt, nema av
Şkest giyanê işqê
Keman
Jiyana krîstal di destê şairî de û
Lavlavka tamar-derz şkest
Ev hêwirzeya bi ramûsanan, ev koç, ev çeşnî-selawat
Para her kesekî hesin-yarek ket
Wekî dilê şairî yî serjor yê esmanxur
Av şkest
Karwan ji tîna şkest
Li elemistanê radibin hay û hûy
Tavî bi tavî
Çiyayê ku beyaban girînand, şkest
Ruhê însên ê bêhnçikê kesretê
Mîxferê serê wî şkest
Şkest ev ne’et
Ev şirînbajar
Di her lehweyê de dilên şermezar
Bêhn bi bêhn di’a
Rondika bê zarezar
Kevir
Qene’et û
Dilê min î yadîgar şkest