Serê zulfa te bi kullabê du‘a
Hate destê mi bi cellabê du’a
Eya seyda! Evîna ku bi du‘a bê xemilandin, daxwaza ku ji dil û can bê xwestin û bi xwîn û xweydanê bê kemilandin elbette bê encam namîne. Ellbet dê rojek xwedîyê xwe bighîne encama herî sûdmend û bextewar. Lewra duayê fî‘lî dema ku bi destê du‘ayê qewlî bigre dê weke miqnatis maşûq û aşiq bighînit hev û îdî hew kes dikare wan ji hev veqetîne.
Eya seydayê min! Du‘a ew gopale ku aşiq diavêje ustuyê maşûq û wî bibal xwe ve vedikşîne, bi xwe ve dizeliqîne. Yanî du‘a ew çîmento ye ku kevîrê dîwarê xwestekan pê tê danîn.
Sofîyê xelwetnişîn bêne sucûd
Herdû birhên te ne mihrabê du‘a
Eya Seyda! Ez ji vê beytê têgiham ku mebest ji hemû du’a û ‘îbadetan ew e ku cenabê Heq Te‘ala ji mirov razî bibe û mirov bigehîne meqamê herî payeberz ku ew jî meqamê razîbûn û razîkirinê ye. Hemî cehd û xebat û çîleyên di vê rê de pîroz in. Xelwet, tezkîye, tefekkur û tezekkur di vê rê de çend mîharabên muhîm in ku salikê vê rê weyaxud bi tabîra we ya pîroz sofîyê xelwetnişîn li ber wan mîhraban dersa xwe ya taybet werbigre, bikeve meqamê du’a û daxwazê da ku di encamê de bigehê mirad û mexseda xwe. Lewra du’ayê ‘aşiq li gel ma’şûq di meqamê du’a û zarî û lavayan de herî meqbûl e.
‘Erzê kê dê bikirim sûretê hal
Ku tu yî qibleyê erbabê du‘a
Eya seydayê min! Ez li hember vê beyta te perritîm, nizanim çi bejim, bi çi rengî derdê dilê xwe birrêjim. Lewra surûdek herikbar ji vê beyta herikbar herîkî ser nav û dilê min, dil herişand û perritand. Her wekî ku we jî beyan kiriye bo aşiqê heqîqî ji bil dergahê maşûq ku li nêk ehlê heq dergahê Heq Te‘ala ye tu derî û dergahek nîne ku mirov derîyê dilê xwe jê re veke. Ji xwe bo ehlê dua qibleya heqîqî dergahê Cenabê Heq Te‘ala ye. Wekî din qibleya ku halê hazir em berê xwe didinê û dua û niyazê xwe raberî Heq Te‘ala dikin meqamek sembolik e. Eya Seyda! Kesên wek we ê ku erbabê du’a ne vê rastîyê çêtir dizanin
Ji du‘ayê qedehek der dest e
Her seher mestê meyê nabê du’a
Eya Seyda! Ji xwe lazim e piştî roja ‚ehda elesta ku me di ‘alema erwahan de soz daye Heq Te’ala ta nuha qedeha ku ji du‘a, tezekkur û tefekkura dagirtîye digel îxlas, rica, lava û zarîyan di wextê seherê de em bi secdeyan bixemilînin, raberî maşûqê dilê xwe bikin ku Heq Te’ala bixwe ye. Dibê di hengama raberkirina du‘a û daxawazan de em wilo mest û sernigûn bin ku m‘aşûqê me wê qedehê ji me qebûl bike. Lewra bo ‚aşiq li nêk ma‘şûq meqamê herî meqbûl meqamê eczîyet û dû‘a ye. Di encama vî meqamî de wek xelat meqamê şadî û bexetwarîyê tê.
Gulê îqbalê ji gulzarê qebûl
Mi çinîbû di şekerxwabê du‘a
Eya Seyda! Bi rastî her însan nexasim însanê Musluman bo îqbala xwe di vê riya dur û dirêja ku ji vê dünya ya meydana îmtîhanê dest pê dike ta roja qiyametê, hetanî meydana heşrê didome de dixwaze zad û zewadê bikêr bixe tûrikê xwe. Lê ne karê her kesî ye ku turikê xwe ji gulên gulbaxçeya şadimanî û bextewariyê yanî ji ‘emelê salih dagre. Lewra di vê rê de kêr û meqesên wek îxlas, teqwa û du’a lazim in da ku mirov gulên meqbûl û gulên dara ziqûmê tevlihev neke. Lewra di vê dinya a meydana îmtîhanê de gul dişibhin hev. Lazim e ‘aşiq digel îxlas û du’a gulên meqbûl (emelê salih) bo ma’şûqê xwe bicvîne. Elbette di çarçoveya hidûdullah de durust e û şayanî teqdîrê ye ku evîndar di riya evîna xwe de ji gulzarên meqbûl gulên hêja bicvîne û teqdîmî wê bike.
Ber du birhên te ji ixlas û yeqîn
Mi dibir secde bi adabê du‘a
Seydayê min! Elbette meqamê secdê meqamê herî payeberz e ku ‘aşiq li hember ma’şûqê xwe nîşan dide û di wî halî de du’a dike, derîyê dilê xwe ji ma’şûqê xwe re vedike. Bes di vê rê de çend adabên muhîm hene. Ewil lazim e bawwerîya ‘aşiq hebe ku evîna wî, ked û kesba wî li nik ma’şûqê wî meqbûl e. Duyem lazim e di her daxwaza wî ya ji ma’şûq de îxlas û yeqîn hebin. Sêyem lazim e ‘aşiq hîç ema hîç di hengama daxwazên xwe de mexrûr nebe, pozbilindiyê neke bi terbiye û edebek payeberz daxwazên xwe raberî ma’şûqê xwe bike. Hingê wê ‘elametê herdû birûyên ma’şûq (mebeset tecellîya ‘elemaetê rehmet û merhemet û rizaya Îlahî ye) bibîne.
Ji dilek safî tu mihrabê bibîn
Secdeyek lazim e der babê du‘a
Seydayê min! Ji xwe piştî meqamê secde û rizayê îdî perde ji mabeyna aşiq û maşûq radibin. Îdî ji ber ku perde di mabeynê de nemaye îhtîyac bi mecazê namîne. Lewra aşiq bi wesîla dûa îxlas û teqwaya di vê rê de di zîrweya tekamulê de şad û bextewar e. Derîyê baxê ridwan, guldesteyên ji hor û xilmanan her li dest in û hespê xwe di baxê rizayê de dibezîne. İdî ji du’a û secdeya bo ma’şûq lezîztir tu tiştek li nik wî nîne.
Mi di dil ‘urwetê wusqa ye bi dest
Ji senaya te ser elqabê du‘a
Eya Seyda! Subhan Ellah! Subhan Ellah! Hezar caran Subhan Ellah! Du’ayê digel Medh û sena û pesnê yarê bo diladrê serbilindiyeke payeberz e ku wek urwet ul-wusqa yanî wek werîsê herî zexme ku aşik bi maşûq ve girê dide. Di vê oxirê de dua wesîlaya herî baş e. Aveynê duayê meqbûl jî teqwa û îxlas û semîmîyet e di hemî daxwazan de. Yanî daxwazên bi hêstirên çavan xemilandî li nik mehbûb herî meqbûl in.
Ji ezel yek cihetî daye Melê
Her me îxlas e ji esbabê du‘a
Eya Seydayê min! Amenna we seddeqna. Serkanîya vê bextewarîyê ji ‘ehda elest tê ku ji ezel de Xweda daye Melê. Ji xwe awazên we yên ku bi sed sala ye ji avzêma dîrokê vedikşên û dilê me evîndaran av didin nîşan û ‘elamet in ku serkanîya her karê we du’a û îxlas û evîna heqîqî ye. Hûn her û her ‘aşiqên heq û heqîqetê ne. Feqîyên ku halê hazir di vê esra me de li Medresa Sor wek kewê ribat Dîwana we dixwînin jî di vî warî de nîşan û mîsalên balkêş in. Du‘ayên we yên bi îxlas di vî warî de meqbûl in. Sed rehmet ji Mebûdê Heq bibare li ser erwahê di we.