Bi navê Xweda. Salat û selam li ser qasidê wî, ehlê mala wî û sehabiyên Wî bin.
Kelhaamed: Hûn dikarin xwe bi me bidin nasîn?
Şêxmus Orkîn: Ez ji Norşêna Bedlîsê me, navê gundê min Mişkan e, Şemskî me û wekî malbat ji me re li Norşên dibêjin Mala Kalo. Li Norşên mezin bûm, min li Enqereyê Zanîngeh qedand, di lîsansê de min Fakulteya ragihandinê beşa rojnamegerîyê xwend. Pişt re min li Mûşê di beşa Ziman û Edebîyata Kurdî de lîsansa bilind qedand. Asta doktorayê min di beşa Ziman û Edebîyata Farsî de li Enqereyê temam kir û ev deh sal in ku ez li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê di beşa Ziman û Edebîyata Kurdî de dersên rêzimana Kurdî û Farsî didim.
Kelhaamed: ber ku hûn Serokê Beşa Kurdî yê Zanîngeha Mûşê ne, em dixwazin çend pirsên di warê Kurdî de bi we re bikin.
Kurd kî ne, zimanê wan di kîjan malbatê de ye û a niha li ser rûyê erdê çend milyon kes bi kurdî xeber didin?
Şêxmus Orkîn: Kurd milletekî ji rojhilata navîn in, piranîya wan di erdngarîya ku bi navê Mezopotamya tê binav kirin de dijîn. Zimanê Kurdî yan jî Zaravayên ku di binê banê Kurdî de cih digirin ji malbata zimanên Hind-Ewropayî, di binê şaxa Zimanên Îranî de cih digirin. Di derbarê hijmara Kurdan de agahîyek qet‘î hê tune ye lê li gorî texmînan di navbera 30 û 50 milyonî de Kurd hene ku bi Zaravayên Kurdî diaxivin.
Kelhaamed: Hûn dikarin piçekî qala wan zaravayên Kurdî bikin? Li kîjan herêmê bi kîjan zaravayê pê tê xeberdan?
Şêxmus Orkîn: Di mijara zaravayên Kurdî de hin niqaş hem di warê ilmî de hem jî ji xeyrê qada ilmî berdewam dikin. Helbet mezintirîn niqaş ew e ku gelo Zazakî yan jî Dimilî zaravayek Kurdî ye yan jî ne zaravayê Kurdî ye. Eger ku Zazakî jî ji Kurdî bê hesibandin Li rojhilat û başûrê rojhilata Tirkîyeyê li van herêmên ku Kurd tê de dijîn zêdetir zaravayê Kurmancî, li hin bajar û navçeyan jî zaravayê Zazakî tê bikaranîn. Li Bakûrê ‘Iraqê herêma Kurdistanê zêdetir zaravayê Soranî û li hin bajar û herêman jî zaravayê Kurmancî bi devoka Behdînî tê bikaranîn. Li Rojavayê Îranê jî li Herêma Kurdistanê û herêmên din ên ku Kurd lê dijîn zaravayê Soranî, Kurmancî, Hewramî (Hewremanî) û Loranî tê bikaranîn. Di nav van zaravayan de Kurd zêdetir bi Kurmancî û di rêza duyem de jî zêdetir bi Soranî diaxivin.
Kelhaamed: Weke ku cenabê we jî dizane zimanê Kurdî ji ber ku pê nayê axavtin roj bi roj ber bi jibîrkirinê ve diçe. Ji bo pêşîya vê yekê bê girtin divê çi bê kirin?
Şêxmus Orkîn: Ziman, eger ku fonksîyona xwe ya bingehîn, yanê fonksîyona amûrbûyîna ragihandinê ji dest bide tê jibîr kirin. Meqseda me ji jibîrkirinê ne ew e ku bi tevahî ji holê rabe. Dibe ku bi Kurdî kitêb bêne çap kirin, dibe ku weşana televîzyonê bê kirin lê eger ku wekî ziman bi Kurdî hewcehîya bingehîn, yanê karê ragihandinê neyê kirin wê çaxê Kurdî ji qada bikaranînê radibe û tê jibîr kirin. Ragihandin ji bo berdewamîya jîyanê hewce ye ku zêdetirê ragihandinê bi ziman pêk tê. Însan ji bo ku hewcehîyên xwe biqedînin ziman fêr dibin, ji bo ku di nav civatê bikarin jiyana xwe bidomînin ziman fêr dibin. Kesekî ku di civata Almanan de be û li welatê Alman bijî ji bo ku bikare bi awayekî salim jiyana xwe bidomîne mecbûr dimîne ku Almanî fêr bibe. Lewra Almanî di bazar, medya, civat, nexweşxane, kar û perwerdehîyê de karê ragihandina wî kesî hêsantir, hetta mumkuntir dike. Baş e ji bo Kurdekî ku zimanê Kurdî jibîr neke û bikarbîne lazim e ku Kurdî herî kêm di qadekî de hewcehîya wî ya ragihandinê pêk bîne ku ew kes Kurdî di wê qadê de bikarbîne û bi vî awayî ziman neyê jibîr kirin.
Dema ku em şertên Kurdan û zimanê Kurdî bidin ber xwe û binirxînin gelo di halê hazir de qadek heye ku zimanê Kurdî tê de bê bikaranîn û wê hewcehîya bingehîn a însanî biqedîne? Belê ne bi tenê qadek, gelek qad hene ku hê aktîf in û em dikarin di wan qadan de zimanê xwe bikarbînin, hetta bi pêngavên dewletê hijmara van qadên bikaranîna Kurdî dibe ku bê zêdekirin jî. Ji bo kesên ku li gund û navçe û bajarên ku tê de Kurdî tê axaftin mezin bûne, ji bo kesên ku di malbatên wan de Kurdî tê axaftin em dikarin bibêjin ku belkî herî kêm ji sedî 30yî têkilîyên civakî bi zimanê Kurdî tê meşandin ku ev gelek muhim e. Lewra têkilîyên civakî ji bo zindîmayîna zimanan gelek muhim e ku Kurdî di vê qadê de çi qas hewcehîya mirovan biqedîne ew qas hêza xwe ya zindîmayînê zêdetir dike. Medyaya civakî û televîzyon ku êdî wisa dixuyê medyaya civakî ji televîzyonê borîye û ev bi pêşketina şertên teknolojîyê bûye heqîqeteke jîyana me. Di medyaya civakî de ji xeyrê zimanên din bikaranîna Kurdî ji bo zimanê me qadeke din ava dike ku tê de dikare bijî. Her Kurdekî ku li kîjan welatê bijî ji xeyrê zimanê wan welatan dema ku bi zimanê xwe jî kanal û dane û xeberan dişopîne û kêm zêde zimanê xwe jî di medyaya civakî de bikar tîne bi heman awayî can dide pêşeroja Kurdî. Muzîka Kurdî û bi taybetî stran û kilamên dengbêjan ku nifş bi nifş êdî bûye klasîk û popûlerbûyîna xwe winda nake jî ji bo qada bikaranîna Kurdî avantajeke mezin e.
Meriv dikare bi vî awayî gelek mînakan bide û qadên bikaranîna Kurdî nîşan bide, lê li vir lazim e ku em behsa xalek pir muhim bikin.
Ji bo ku her Kurdekî bikare di van qadan de Kurdîyek rasttir û duristtir bikarbîne bikare bi dilekî rehet û serbest zimanê xwe ji bo van hewcehîyên însanî bikarbîne lazim e ku perwerdehîyeke bingehîn bibîne. Ev perwerdehîya bingehîn keyfîyeta bikaranîna Kurdî di van hemû qadan de dê gelek bilind bike. Ji bo vê perwerdehîyê dewlet, gavek biqîmet û mezin avêtîye ku heqê dersa bijarte daye zarokên Kurdan. Eger ku Kurd bi bijartina van dersên bijarte xwedî li zimanê xwe derkevin, ev ji bo zindîmayîna Kurdî baştirîn û mentiqîtirîn rê ye ku îro li pêşîya me tevan e. Zarokek ku di dibistana navîn de çar sal dersa bijarte ya Kurdî bibîne êdî ew zarok di jiyana xwe de di gelek qadan de dikare bi awayekî hêsan û durust zimanê xwe bikarbîne û bi zimanê xwe dikare di gelek qadan de berhemên hêja hilberîne.
Ji bo kesên ku dixwazin li ser Kurdî bibin pispor di zanîngehan de beşên Ziman û Edebîyata Kurdî vekirî ne. Hetta her kesekî ku xîret bike dikare lîsansa bilind bixwîne û paşê asta Doktorayê bigire. Lê ji bo zarokan dersa bijarte ya Kurdî têrê dike ku di pêşeroja jîyana xwe de di gelek qadan de xebatên hêja pêk bînin. Zerar û xisara dersa bijarte ya Kurdî tune ye lê sûd û faydeyên dersa bijarte pir zêde ne. Wisa dixuyê ku ji bo pêşî li windabûn û jibîrkirina Kurdî bê girtin, di şertên Tirkîyeyê de rêya herî baş, ji bo zarokên dibistana navîn hilbijartina dersên bijarte ya Kurdî ye.
Kelhaamed: Mamoste, îro li çend zanîngehên li Kurdistana Bakûr beşên Kurdî yên lîsans-master û doktorayê hatine vekirin û Kurd di van beşan de li ser zimanê Kurdî perwerdehîyê dibînin. Hûn wek serokê vê beşê rewşa niha ya van beşan çawa dibînin? Gelo raxbet ji van beşan re tê nîşan dan?
Şêxmus Orkîn: Li welatê me vekirina van beşan pêngavên dîrokî ne. Çar sal di asta Fakulteyê de dayîna dersên Ziman û Edebîyata Kurdî ne karek erzan û hêsan e. Bi sedan akademîsyen û ehlê ‘ilmê bi şev û roj ji bo vî zimanî kar dikin û ked didin. Lazim e ku hem gel û hem jî hemû partî û aktorên sîyasî vê meseleyê ji sîyasetê bilindtir bibînin û li gorî vê hişmendîyê tevbigerin. Di salên ewil de rexbeta ji bo beşa Kurdî zêdetir bû. Pişt re ev rexbet kêmtir bû lê qut nebû. Hê jî li çar zanîngehan di asta lîsansê de perwerdehî tê dayîn, di hin zanîngehên din de jî di asta lîsansê de beş hene û ew jî dê xwendekar bigirin ku bi vî awayî ev hijmar ji çaran dê derkeve şeşan heta dibe ku zêdetir jî be. Dîsa di van zanîngehan de xwendekarên lîsansa bilind û doktorayê jî hene ku her sal hin ji van mezûn dibin. Gotinek pêşîyên Kurdan heye ku dibêje bi gulek bihar nayê. Di vê gotinê de gelek hikmet hene. Tu kesekî bi serê xwe û bi tenê nikare di vî qadî de çareserîyek pêk bîne lê eger ku gel bi rêya dersa bijarte xwedî li zimanê xwe derkeve wê çaxê gelek rêyên xitimandî dê vebin û rexbet bi awayekî tebî‘î ji bo zimanê Kurdî dê çêbe. Dema ku rexbet ji bo zimanê Kurdî çêbe ev beşên zanîngehan dê karên xwe berfirehtir bikin.
Kelhaamed: Di wextên pêş de dîsa ew ê qonaxa dersên Kurdî yên bijarte dest pê bikin. Hûn dixwazin ji dê û bavên Kurd re di vî warî de çi bibêjin?
Şêxmus Orkîn: Bila dê û bav jibîr nekin ku fêrbûna ziman di asteke akademîk de ne karek hêsan e. Meriv bi serê xwe dibe ku bikare hin tiştan li ber zarokên xwe fêr bike lê fêrkirina ziman ji bo ku karek dijwar e û pisporî dixwaze piranîya malbatan di vî warî de hewcedarê alîkarîyeke pispor in.
Mamosteyên Kurdî çar sal perwerdeya ziman û edebîyatê dibînin. Di van çar salan de ji rêzimana Kurdî bigirin heta zaravayên Kurdî, edebîyata klasîk, edebîyata modern, edebîyata gelêrî û di gelek qadên din ên pisporîyê de dersan dibînin. Ji xeyrî van mamosteyên Kurdî dersên formasyona pedagojîk dibînin ku bi vî awayî dibin pispor di perwerdeya zarokan de. Dewlet bê pere vî heqî dide hemû Kurdan ku zarokên xwe bi zimanê Kurdî bikarin perwerde bikin. Eger ku ez li vir behsa avantaj û faydeyên bilingualîyê yanê zanîna du zimanîyê bikim dê mijar gelek dirêj bibe. Lê her malbatek dikare di derbarê vê de bi sedan çavkanî û vîdeo bibîne ku faydeyên bilingualîyê beyan dikin. Madem ku ev kar ji her alîyî ve bi fayde ye, wê çaxê ez bang li hemû malbatan dikim ku bi awayekî ciddî li ser vê mijarê bisekinin û ji bo zarokên xwe dersa Kurdî ya bijarte bibijêrin, ji midûrîyeta dibistanan bila bi israr daxwazîya dersa bijarte ya Kurdî bikin.
Kelhaamed: Ji bo xwendevanê kovara kelhaamed hûn dixwazin çi bêjin?
Şêxmus Orkîn: Xwendina bi zimanê Kurdî karekî ye ku divê meriv ji bo vî karî rûmet bike. Ez ji bo hemû xwendevanên kovara Kelhaamed spasîyên xwe pêşkêş dikim ku bi zimanê xwe dixwînin û bi vî awayî xwedî li ziman, çand û hunera xwe derdikevin.
Kelhaamed: Mala we ava be.