Ew kesên ku qedr û qîmeta ruh, îrade, dilnizmî û uslûbê negırin, nikarin bibin xwedî nezaket. Piranîya dilan, ji destê wan kesên ne hessasê bikaranîna zimên in dişikên. Ew merivên ku nizanin ka li gorî mijarê, li gorî meqamî û li gorî muxatabî divê bi çi uslûbekê bipeyivin, hay jê nînin darê dilî çawa werdigerînin.
Çi devkî be çi nivîskî be, binpêkirina nezaketê piranî ji wê rûseriyê (sathîbûnê) tê ku meriv her tiştê tê bîra xwe serberdayî dibêje. Tevatiya der-hundir, samîmîyet, em nabêjin ne giring e; lê belê uslûba bêperwa û herze, qet eleqeya xwe bi samimiyetê tune ye.
Merivê ku hînî axaftinên sera-bera bûye, nabe ku fitretê ji xwe re bike hincet. Ji bo meriv 'reperast' biaxive, hewce nake meriv muxatebê xwe tehrîk bike. Lê belê, meriv bi hûr-nêrîn û berze-bal li uslûba xwe miqate be, ev jî meseleya îradeyeke tam e. Erê, "Dilê ehmeq li ser zimanê wî ye, lê zimanê aqilmend li ser birca dilê wî ya serê herî dûr e." (Şahin, 1992: 69).
Nexwe, divê dil ne li serê zimên be; berevajî wê, divê ziman li dûv dil be. Ji bo ku meriv her rastiyê li her derî neyîne ser zimên, divê ziman ji serî ne mezintir û ne jî dirêjtir be; divê bikeve bin fermana dilî. Bona xweparastina ji xeybetê (paşgotinîyê) jî ev şert e. Çimkî carinan hinek gotinên wekî vereşandinê têne ber devê meriv; heke meriv wan gotinan danequrtîne, heqê îradeyê nayê dayîn.
Daqurtandina wan gotinên mîna jehrê, bi rastî jî mêrxasiyê dixwaze. Dibêjin: "Hestiyê zimên tune", lê meriv dikare hîn bibe ka dê çawa lîgavê (dizgînê) bide destê dilî. Tenê piştî wê hingê, her ku ziman radibe şahê, dil dizgînan dikêşîne. Ji xwe piştî demekê ziman hêmin dibe, îrade destên xwe dide ser navtenga xwe û wekî siwarçakekî/matadorekî lîstikê, serê xwe li ba dike û vê dîmenê temaşe dike.
Ji bo ku meriv di sohbetan de jî nekeve xefka devjeniyê (munaqeşeyê), divê meriv bala xwe bide nezaketê. Ji ber ku fikrên muxatebê me cuda ne, tu fêdeya wê nîne ku meriv bikeve nava minaqeşeyên bêlizûm. Modelên hişî û ramanî, ne bi munaqaşeyê, lê bi muzakere û musahabeyê (bi axaftina li ser bingeha fêmkirinê) diguherin. Ya giring ne îlzamkirina aqil e, ya giring tetmînkirina dilî ye. Ev jî ligel niyeteke pak, pabendî rêvebirin û kontolkirina dîyalogê ye ya bi aqilane û zîrekiyê ve (Fairclough, 1992: 218).
Heke em dixwazin têkevine nav dilê muxatebê xwe, divê em xalên îxtîlafê (yên nakok) dernexin pêş û enanîyeta wî tehrîk nekin; divê em li rêyên xalên hevpar bigerin. Ma ne maqûltir e ku mirov di dewsa "ez tevlî fikra te nabim" de, bêje: "Ez di vê mijarê de wekî te difikirim; lê di vê xalê de nêrîna min bi vî rengî ye." Helbet, her meriv ne hêjayî nezaketê ye. Lê bi îma û îronîyan, yan jî qet nebe bi sîmya 'sikutê' (bêdengîyê), dayîna bersiva kesên ku ji nezaketê fêm nakin jî, bi serê xwe huner û nazikiyek e.
Du sebebên muhtemel ên bênezaketiyê hene: Ya yekem bêtecrubebûn e. Ew kesên ku nizanin dê 'li ber kî', 'çi' û 'çawa' bibêjin, pirranî nikarin bibin xwedî nezaket. Çareseriya vê hêsan e; bi perwerdehiyeke saxlem û bi rêya medyayê, meriv dikare hişmendiya peywendîdanîn û nezaketê di nav merivan de geş bike. Herweha di têkiliyên civakî de, nîşandana reftar û axaftinên mînakên serkeftî (kesayetên mezin), ji bo bidestxistina vê hessasiyetê dibe alîkar. Sebebê duyem, xurûr û kibr e. Di her guftûgoyê de, kesê ku xwe di meqamê 'fermandar' de û yê li hemberî xwe jî di meqamê 'fermanber' de bibîne, ‘ecêbên di wî de tavilê tê hîskirin. Gava ku nikare vê hiyerarşiya xeyalî ava bike, taktîka wî ya 'dilnizmiyê' (tewazu) jî pîs û kirêt (seqîl) disekine. Çimkî meriv nîyeta tewazuyê nake, meriv rasterast dibe 'mutewazî'. Heke meriv berî bibe 'ew', xwe wekî 'ew' nîşan bide, riyakariya herî nexweş jê derdikeve. Merivê ku mubtelayê biçûkdîtina xelkê ye, ew ne dibe mutewazî ne jî dibe nazik. Xelasiya ji vê nexweşiyê ne hêsan e; çimkî madena esasî ya xurûrê, zeîfî û lawaziya dilê meriv e.