berê, kamranî berbejn bû
di sitûyê te de
bi tifaq her bajarekî kumreşiya te dikir
endamên xurremiyê tim li mala te bûn
dilê axê jî geş û mirovane bû li ser xaka te
girî jî kesk dibişirî digel herîkîna çemên te
ew der diyarê bekir bû
ma wê kengî
helbesteke me behsa malkambaxiya me neke
diyarê bekir!
kengî wê sor û zer bê hêstirên çavên dayikan
li hevrazê giyana te biarqile
diyarê bekir
weke cesedekî definkirî ye dilê min
nizanim wê heta kengî zêhna min
terikî û pûç raweste li çolistana te ya neveger
li ber siya dîroka te û li te digerim
di nava kolanên te de
êdî te nasnakim
ev der diyarê bekir e?
ez bi gorî, diyarê bekir
de ka dilê min himbêz ke
û kela xwe ji ser keleha xwe ve dawşîne
bila ji keleha te hilwere, bêhna selaheddîn û newrozan
de ka were em çend peyvan li nav guhê hev xin
lê bila welat be dilê te
û bila dilê min be diyarê bekir
çend pola li ber deriyên te riziyan
çend milyon mûyên seriyan
li ber lingên te westiyan, reng guherîn
bar kirin
çen hezar xanî telef û wêran bûn ku
axîna dayikan, kurdan himbêz dikir
min û te me welatek
min û te me temenek kot
herwekî me temenê erda xwedê hevot
li nav beyaristana diyarê bekir
îro ji te dûr im
ji dûriyê vedibêjim bo te
belkî tenê xeyalê te di bêrîkên min de maye
ew jî zuwa ye
de were dîsa were xwe bike mêvan li hundurê min
herwekî esalata xwe ya berz a berê, teze, gulşen û rûefsûn…
tu bûye kavil îro di nav destên nasazan
li hewşa mizgefta mezin
dil û keda bi hezaran zana û aqilmendan
dibînim,
dibînim di her kevirê dîwarekî te yê dîrokî de
hezar roman
hezar keskesor
hezaran kon veşartîne
li pazila te ya îro dineêrim
bi zor be jî zimanê halê te dibihîzim û
ji min ji xwe û ji ehle xwe yê zemanî giliyên te
valahiya dîrokê dagir dike
kelogirî dibim
di hewşa hezretî silêman de
di ya hezretî umer de, di ya nebî de
li tarîxa xwe û zimanê gelê xwe digerim
li kolanên deriyê mêrdîn de
li boyaxçiyê dengbêj digerim
diwestim lê ji te nagerim, lewra
navê te diyarbekir e
tu îro di nava xewnekê de razayî
wê kengî şefeq lê de nizanim
tu jî nizanî
bilûrvan û îstasyon û ofîsa te jî nizanin
ma wê çawa be halê te, ku bi goman
avahiyên betonî bi ser te de barandine
tarîxa te binbeton kirine
tu bawer bikî herwekî gewrek boyax kiribin
û hişkezer kiribin
ez duhê êvarî li fîskayaya te bûm
di xewnê de
ma ne baş e ku ez hê jî bi te re me
di xewnan de
dengê azana sibehê dihat guhê min
min piştî limêja sibehê
solek dikirî ji zarokekî xizan re
tozek xem
ahengek ruhî
dîmeneke dîrokî…
li ber pêsîra te aram aram dibişirî
bişirandin û fîsqaya
çavsorî û kenê reş e ev xewn?
de were xewna min şîrove bike
ev xewn li nava te diqewimî
diyarbekir
zindana te dîrokeke zindî kuşt
di hundurê xwe de
ev xewn nîn e îja
xem û gellek tiştên din e
te çi hewand û heband
tenê xwedê dizane
ez û çivîkên li semaya te difirin
em nikarin behsa qenciyên xwe bikin
em nikarin behsa wefaya xwe bikin
digel ku li hemberî te
şermezariyê xwe li me pêçaye
em li te xwedî derneketin
derneketin
derneketin diyarbekir