Ev deşt û zozan ji ezel ve welatê me ye.
Ev agir bira ava mey şehadetê bi kelîne.
Ez 'ummana vexum mehşer natefe di nava min de
Roj di beşera me de hiltê li heyama dewranê serpeyî, dem bi dem
Ketim pêxêl a tenêbûnê dîsa bi bal a Ebûzer
Ji gelek kanîya me vexwar peşîmanî ya renge yar.
Betilîm ji nivîsên kubarî di şemitin ser têl û çekem a dirû
Derew di barin carna ser stembar a me, yek caran jî li zikê nerm.
Pût ê wan cîlakirî bi demoqrasî ya biyan,
Di her keys û fersendê li serab a me tê xwîya.
Çavê celladê me çi xûn dirêjin ji m'asûma li danişînan
Ew kesin axa 'ezîz bi kortû ç'alika êşandin.
Bi çar linga di xûnê de dibezin bi emrê xwedyê xwey mel'ûn.
Bê pêjn axîna min dîsa di çerxa felekê derbas dibe.
Dêran e hewar, lo lawo seranserî dêran
Menale berxê mino menal, wey birîndaro menal!
Reş belekê dayîka herikî teht û kendal
Hey loo, şevê payîzî distirim li ber serê birîndarê xwe, melal.
Heyfa 'egîd û xweşmêrê şer û cerda
Ûsivê Seydo, Seîdê Nado, Cemîlê Seyda
Siwar û nêçîrvanên derd û ğemê şer'a zelal
Warê bav û kala bi xwêdan a wefayê şûştin delal.
Rûniştim li delavê birîndarê xwe min guhdarî kir.
Xumînek bê deng hilkişî ji dîroka kevn û dûr.
Sitran û qêrîn di gewrîya dengbêja derbas dibe bi êş û elem
Dilefe li deşt û çîya xêza kerbê, bi sedsala ne bû zewal.
Em in tên hêran bi dek û dolabê hîlebazan tim û daîm.
Dinga qumarê dizîvire bi deyndarî, barê giran li pişta me.
Di nava mulkê xwe de em êsîr û girtî û 'evdal
Xalid begê Cibirî, Kerem û Ferzende û hemî mêrxas di peyda.
Dayê rebenê çavê xwe digerînim kanê Şêxê min?
Ben avêtin qirka me, li ser kağid û deftera danîn ferman e.
Rêncberê şopa îngilîz şandin ser me mifrezên heramî û keleşan e.
Li Dîyarbekira şewitî temamê sofîw mirîda pişta xwe dane dara bedenê.
Stêrkê belek di herikin lo bira ji reş çavan e.
Berê tivinga îxanetê li pişta mîrê min timî kemîne
Derd û kulê derê çîyê li ber çava em helandin
Em kuştîyê ders û camîyû medresa li sêpîya.
Heta kîngê çeqel û rovî qeder binivîsin li me sêwîya?
Ji hêla cambaz û selefkerê dunyayê em ketin ber mazatê.
Rast lêket û çep herimand şopa gemar çand a nişmî û pak
Meşa navîn munasibê hebûna me ye ew hal,
Hingê em in nemzedê abadî.
Ne multecîne em xwedanê welat di qîrin em li seqem a tol.
Ji bê dengî ya mirinê bûn pelgê payîzî, hatî li me da, çûyî me kêşan.
Ji boy çi bê cemal û dewletî bi firqeta Yûsûfî
Kor dimeşî heyhat! Bi întîzara Ya’qûbî
Kêferata Tîha bayeban li te barî.
Di her çîrokên tînşikên navê te derbas dibe.
Mîhrab û teweccuha te di çavê neyaran de leystik e.
Ka binêre! Ji kavilê mizgefta te xûn di herike.
Tu nizanbî tesîsa biratîyêw bibî dewlet,
Timî di deryê hîlê de wê bi bezin siwarê nûwazan
Pêxêla zebûnîyê di pelçiqe ji teklîfên qumarbazan
Giryê çavê Adem gazî û rehber in di rêya hîcretê de.
Dagere peymana "Bezm a Elest."
Destê Nesûhî tobe ye li pişta te, nîyazek şewat dirêj ke bi girî û zûrîn.
Bibe pêşîwarê zeferek me’na,
Di qirika îxanetê de beyreqên reş bi çikîn.
Ji gêran bibe hilmek gulîstana rengîn,
Li axa me pepûka bi nefesek Îbrahîmî cehlê bi tefîn.
Li deryê exlaq û ‘iffet a Kurdî, xebîs vedirşin kemîn.
Vê çarînê bi çavê dil bibîn.
"Ne âdalet ne serbestî tu kes nade azadîyê
Meydan heye ger tû mêri de bistînê rizgarîye
Qur'an durra heqîqetê Îslam gula heqdariyê
Ger tu qedrê wan bizanî tûyî xwedyê serdarîyê"
Girtîyê şerê rizgarîya bê payan!
Serê xwe hilde bi nûra îmanê li hember înkara rojê.
Bişkîne zincîra zingarê ji tarîstana nîjadperestî
Rabe bi çespa Nûrsî ji şêrvanîyek çaxa qedîmî îro şûrkêşê şer'ê be.
Bi helbestek henîf binvîse rûpelek serdem.
Nexşa hinarî diherike behra tewhîdê tu soberî pêd here.
Hunda be di eqlîmê wehyê seranser bi şarîne erd û sema.
Bextê xwe bi tavehîvê bişo, sîwana nebewî bişkîne ser ban.
Carek havênê îmanê di serhildanê hatîye avêtin
Berê karwan bide ser zozanê şukra hebûn ê
Ji kalan derîne mêrxasîya qedîm û rêz bike lipey Serdarê M'iracê
TU YEQÎN BE...
...xwedanê îmana rastin Gerdûn dide ber qamê.
Ne be xemgîn û melûl, konê reş rake ji ser maqûlî ya dîndar.
Tu ne naçarî, av diherike, ciha xwe dibîne bi bawerî,
Di kevana asîman du'ayên me tîrin sebrê dikêşin
Bê kesî kirasê tenêbûnîyê li nav milê me kevn bû.
Latînî teng e, li bejn a Kurdîstan nayê afirîn a ğerba qirêj
Xweda Ellah, dil bidyê dîsa, Ew e Kesê bêkesa
Bi Caban û Zozan rûyê me çirisî ji 'izzeta îmanê.
Tu kes nabe ummetparêzî hemin, bi poşîne deşt û zozan ji xelata şerqê.
Dilê me bê guvaştin wê Selaheddîn û Şîrkuh jê bi pejiqin.
Fetha wê vegrin li ser axa 'ezîz bi heybet û sidq û cesaret.
Em zanin şehadetê jî vexwun bi Huseyn û Qazî Muhemmed û Şêx Se'îd re.
Kerbela ne berze ye li sahilê Dîclew Firat
Winda bûna Huseynî heste ye jibo mewc û pêla rake pîya.
Ev sitran ya me ye, belê ev ş'ira han divê em bi nivîsin.
____________________________
Serpeyî: Mûweqqet
Stembar: Mexdûrî
Danişîn: Celse (Oturum)
Cerd: Sergirtin (Baskın)
Selefker: Faîzxwer
Bayeban: Çol (Çöl)
Nûwaz: Devxweşî (İltifat)
Çarîn: Ruba'î (Dörtlük)
Payan: Dawî
Çesp: Tesbît
Serdem: Çağ, Qern
Şarîn, Şarandin: Tehrîkkirin, Sorkirin
Afirîn: Îcad
Poşîn, Poşinandin: Lixwekirin, Sergirtin
Berze: Winda
Heste: Çeqmaq