Bo herbê, hawarê bide hemû uzvên xwe
Bila sifreya te vebe, destê te jî hunguvê şehîdan werbigire
Bila qesr û banî ji nû va werin avakirin
Her şev û rojê, hezar carî
Bikeve û jê derkeve
Çemê ku ji nav daran diherike
Ji defterên ku sermilkan teftêş dikin bila tenê ya rastê bimîne
Bila qelem binivîse û her binivîse
Tu bibe aşiqekî kihêl
Wisa lava bike ku destê min
Rehmetê ta’m bike û bimije
Adale, pêlên şehîdan û xwîna ku diqîre
Bila roja wesletê bigihîne axê
Bila kevîşenîyê[1] bi bîr bixe ji bo behrê
Niha em xemgîn in hevalo
Rêgirîyê li me nekin, lewra xem li me barîya ye…
Hewa pir xweş e, cihên ku behrê dagirtiye, kûr
- De ka bibêje, ma dem qet bi paş da ketîye
Hewa gelekî xweş e cihên çûka bask lê vedaye, zelal
- De ka bibêje, te vexwendina me bihîst
Şevekê tu hişyar bû ku te li nav simbilan da
De ka bibêje, te dît wî şehîdê ku pelê gulê di ser devê wî yê vekirî da bû
Rez û deşt ji zû ve şaş mabûn
Niha xeber de, gelo genim li benda zarokên pêxwas disekine, li dara xwe
Hewa pir xweş e, ciyên kû însan lê niştecih in
Hêdî hêdî bi dawetnameyên dewlemend ên dil dilîzin
Wê demê zorok pir nêzîk in,
Yan jî di fîxaneke ‘işqê da
Di himbêza dayikên xwe yên xweşik da pal vedidin
Hewa pir xweş e, îdraka ku li rex me bi serî girtibû
Mêrên me dilêr
Jinên me mahir û mikewnî[1]
Zarokên me weke bêndera fêm û ferasetê
Kûçik jî bi hêjmar in
Di destê me da perendekî[2] piştî dewra cahîlîyetê
(Me got ku nîjatperestîyê nekin wê serê wê bişikê)
Şikest jî
Niha em hezdikin ji Turkmen û Peştûyan
Selihandî rakişîye no bûye û bi hûrkirinê va mijûl
Bikele ey zeman bikele
Jinên ku zarokên wan qelîyane, ji nû va jêhatî ji nûva ducanî
Evana zibl in ne-k însan
Îşlikê wan zirxên polayî
Wisa li sazê xistin ku
Dengê wê hetta bi mîhan jî
Xewnên jehrî yên xazî li dar xistin
Dayikên zaroka şaş û metel in
Sê çar saliyên
Ku ruyê wan birîna herbê
Şewitînên cengê
Dîsa jî tête maçîkirin û mizdan hinarokên wan
Kîjan mubadilê kîjan e
(Nedibû ku dunya ev be)
Nehatîye zanîn ka kîjan kirde ye kîjan lêqewimî
Pêde pêde baran, kuliyên berfê
Xemzeya min ramana min dinicirîne[3]
Bi kê ra wekhev im, çawa û li ku
Di nava behra huznê da me
Na na şubheyek bû buhurî
Fusûn e ev karadağmadeni
Îsyan muennîd
Misyo bi kêf e mister memnûn, axa nîvtêr, gundî pelgê zer
Gel mehzûn
Ka me yê hevsengî pêk bianîya
Ey neteweyên rojavayî yên sor
Sal hezar û nehsed û heştê
Êdî naxwazim koletîyê bikim
Ev qehweya we, sitêrkên we, şoqên we
Ev e, kerem kin
Şerefa we fêrisa we
Dibe ku we ji bîr kiribe, li vir
Kerem kin ev fanosa bêrîka we
û bizeximînin[4]
Ka me dê hevsengî saz bikira
Ka me dê xwe bi şaristaniyên hevçerx ra girê bida
Na na, neteweyên rojava lihevxistî û grîftarê qizilîyê ne
Sal hezar û nehsed û heştê
Ji birêz rojavayê ra nikarim bihuştê vekim
Dîrokê wergerîne
Hezar û çarsed û yek
Ev hişmendî kengî feşilî
Besteyên sîrenê yên ku lê didin
Bifikire bi hawar û gazîyan
Ev dê, qetî’yyen ji bilî dilovanîyê
Rondik nebarandîye
Na na neteweyên rojavayî
Sal ne hezar û nehsed û heştê ye
Hezar û çarsed û yek
Lê pêsed û heftê û neh sal derbas nebûye
Ne gengeşîyek heye
Ne xewneke dêwasa heye
Na
Ekspresek herwekî ku hevrazekî bejî diqilçinkîne[5]
Deng nehatîye tepisandin li tunêlan
Helbet ev nîn in
Tişta ku ji nivîsandinê dikêşim ne ku tenêtiyê
Em vê behsê bigirin, ne ji bo razênê
Ne ji bo tu tiştî, ne jî ji bo tu kesî
Aya te fam kir bira
Sobe qedîya, wî dîwarî rake û bavêje
De hadê me zemîn sererast kir û me binesazîya herbê ava kir
Raweste li nik min
Di destên me da bixujkên biçûk
Bi wan em rakêşin hev
Serapa em biçirînîn kefenên ku ruyên me dipoşin
Tê bibînî wê çaxê hundurên pak û zelal
Ruyê me herwekî ku çermê wê hatiye gorandin û selixandin
Ev herb cuda ye
Kî ku bêje serê me û serê rojavayîyan di heman beroşê da
Em û celadan di heman tebaxê da dixun
Heman hewaya kirêt
Heman serî di bodromên lingên me da
Na na kaka, ev hesap hesabekî dî ye
Em ne li heyvên dawî ne, ne jî ev, roja dawî ye
Heç ku dunya bi gurzê ku ez ê carekê lêdim
Bi hemle ye
Axa ku zendên wê qewî, ruyê wê westîyayî û çavên wê nermik
Zen meke ku ez ji derdê herbê borîyam
An ez poşmanî wê bûme
Nefikire ku xwîna tu dirêjî xwînxwar e
Pir mûsîbet di bin çermê min da fetîsî mane
Lewra
Ez dewletekî li ser serê xwe hildigirim
Ev xanî taymîşî min nabe, nikare bibe jî
Lewra
Têk diçe şikeftên har ên sor ên vê dunyayê
Hevalo
Niha dem tenê dema herbê ye
[1]kevîşenî: Kumsal
[2]perend: Pala
[3]dinicirîne: Oyuyor
[4]bizeximînin: Semirin
[5]diqilçinkîne: Kıymıklıyor
[1] Mikewnî: Hamarat