Li pişt perdeya tirsê,
li ser seccadeya derewîn veketibû.
Sî sal e xwe weke zahidê xelwetnişîn dizanî,
perestîşa xwe spartibû dîwarên sar.
Lê fermanek ji bihara Ehedî daxilî dil bû:
"Tu mu‘tekifê meykedeyê yî,
fermana pîrê xirabatê ye!"
Di çolistaneke vala de
tîbûna hestên birîndar bilind bû;
girî li dû dîsa girî,
dil şiyar bû,
rûh şiyar bû…
Ezel hat ber dil,
nizilî, nizilî!
Ew xirqeya kevnar
bi rengê poşmaniyê hat şûştin.
Herifînên fenayê dager bûn;
fincana lerzok û şeraba evîna pak
di mestiya gulava daxkirî de,
li ber deriyê rizayê şa bûn.
Şaşika spî
ya sofiyê nesafî,
agir berda kewara dilê tî.
Ew moriyên ku di nav tiliyan de dixuşxuşîn
bûn zincîrên zindana hundur
ji bo çavên famkor.
Ji riyayê dûr,
berê xwe da meykedeyê...
Îro cejn e,
roja îtîkafê ye
di meykedeyê de!