Kesekî bawermend wexta ku di camekanekê de li guldankeke xweşik bi te‘eccub temaşe dike, wuha dibêje: “Ey guldanka xweşik, te ev xweşikbûn çewa bi dest xist?”
Guldank bi zimanê ‘hal wiha dest pê dike: “Ey kurê Adem! Wextê tu li vê xweşikbûna min temaşe dikî, qet zen neke ku ez bi hêsanî gihame vê xweşikbûnê. Lewra ez demekê ‘herî bûm. Hunermendek hat. Rahişte min, li min xist, di nav destê xwe de ez perçiqandim û ez sitirandim. Hemberî ezîyetan ez nedebirîm min bi qîrîn got: “Ji kerema xwe re, êdî bes e.” Hunermend beşişî û got “Hê ne niha.”
Hunermend pişt re ez danîm ser textekî û li wir li dora xwe çûm û hatim. Serê min gêj bû, dîsa bi qîrîn min got: “Ji kerema xwe re, min ji vî textî xelas bike, ez êdî naxwazim li dor xwe bigerim.” Belê hunermend dibeşişî û wî wextî got “Hê ne niha.” Rahişte min û ez xistim firnê. Agirê wê gur kir û derî li min girt. Îca min hunermend, di paca firnê de didît. Her çi qas bi wir de diçû, firin germtir dibû. Êdî min ji xwe re digot, “Ev hunermend wê min bi şewitandinê bikuje.” Min hew debar kir, ji alîyekî ve min li diwarên firinê dixist û ji aliyê din ve jî min dikir hewar. Belê dikenîya û digot “Hê ne niha.”
Piştî se’etek derbas bû firin vekir, min ji firnê derxist danî ser masê, firçeyek û hinek boyağ anî hêdî hêdî ez boyağ dikirim. Belê îca ez diqdiqîm û min got: “Hosta! Ji kerema xwe re, wilo neke ez di’enitim.” Kenîya û ‘eynî bersiv da “Hê ne niha.” Pişt re dîsa ez girtim li ber xwe û bi alîyê firinê ve meşîya, ji tirsa kirî ez bimrama, min kir hewar û got ku ji kerema xwe re min dîsa nexe firinê.
Li min guhdarî nekir, ez dîsa xistim firinê, sincirandim û dereceya firinê kir du qat. Min got ku ha îca ê min bikujê û di pacê re bi çavekî bergerrîn min li hosta nêrî. Wî dîsa got “Hê ne niha.” Belê vê carê min dît dilopeke hestir jî ji çavê wî hate xwarê. Tam min di got ku ez nefesa xwe a dawî didim, firin vebû û bi destekî nazik hosta ez ji firinê derxistim. Ez gihaştime wê hênkayiya ku ez hesreta wê mabûm, min bêhnek berda.”
Hunermend min danî cihekî bilind, vê carê got û pirsî “Îca tu tam bûyî wekî ku min tu dixwastî. Tu dixwazî li mirêkê li xwe binere?” Min got ku erê. Mirêkek danî ber min, ez te‘eccub mam, min got ku ev ne ez im, ez perçeyeke ‘herî bûm.”
Wî ji ber vê gotina min wisa got: “Ev tu yî, ew tiştên ku ezîyet û te’de didane te, tu anîne şekleke wilo mûkemmel. Ger wextê tu perçeyek herî bûyî, ez li ser te nexebitîyama, tê hişk bûba û biçûya. Ger min tu nedanîbana ser text, tê bûbana toz û ğubar. Min tu nexista firina germ, tê bi qelişîya, min tu boyağ nekira ê reng di jîyana te de tune bana. Belê tiştê hêz û quwwet da te, xistina firinê ya duyemin bû. Îca niha, tiştek ji te kêm nemaye, her çi tiştî dixwazî li ser te heye.
Piştî vê xeberdana hoste min jêra got ku ez guldanka xweşik, ez mehcûb im ku min ew gotin ji te re kirin, min digot qey tê xisarekê bidî min. Min bibexşîne, min nizanîbû ku tu ji min bêtir ji min hez dikî. Mala te ava.
Belê çîroka me li vir qedîya, guldanka min bi zimanê ‘hal dersek xweşik da wî bawermendî û da me. Belê ger em li ser bifikirin, emê karibin gelek şîretan jê bigirin. Bi kurtayî em bêjin. Em mîna perçeyeke ‘herî ne di destê qudretê de. Bi bela û musîbetan me digihîne. Belê kesê ku dixwaze hem ji hundur û hem ji derve xweşik bibe, bila sînga xwe ji belayan ra veke. Xwe bi her alî jibo kar û xebatên olî amade bike.
Belê ew kesê ku bi sebrê, bi hikmet temaşe bike û jibo gihaştina xwe alîkar be, wê weke guldankê cihekî bilind bi dest bixe. Ew cih jî bihişt bi xwe ye. Wî çaxê ka werin wek kalên xwe, seyda, ustad û rêzanê xwe bi hevra bibejin. “El‘hemdulîllahî ‘ela kullî ‘hal, sîwel kufrî wed-delal.”