Dersên Qur’an bik şî‘ar, bo ummet bibe hişyar
Ew çağ her gund û bajar, ê şabe-b dewra bihar
Qur’an şîfa-w derman e, bawerî û îman e
Ji ‘ebda ra îhsan e, serşahîya însan e
Çara neçaran ew e, dengê hewaran ew e
Kelha dîyaran ew e, tirsa neyaran ew e
Birîn bi wê sax dibin, şahî bi wê şax dibin
Xerab bi wê dax dibin, mirov pê serçax dibin
Weka hingiv û şîr e, ji gotina ra pîr e
Hemberî zulmê tîr e, zalim jê re hêsîr e
Bi vê Qur’an’a pîroz, qey wê roj bibe nûroz
Çi gewr û çi kesê boz, Qur’an ji me’r de’w û doz
Kanî-w behra xêra ye, wek cewher û durra ye
Rê û rêza hurra ye, îş û karê mêra ye
Qur’an b-te ye azadî, ji mer hêvî-w miradî
Tovî ji bona şadî, sazî û him jî dadî