Di 20ê Tebaxa sala 1858an de, li bin ezmanê germ ê herêma Bûtnaya Berqayê ya Lîbyayê, çavên zarokekî li dinyayê vebûn ku paşê bibûya kabûsa emperyalîstan û hêviya bindestan. Navê wî kesî hat danîn Umer… Umerê kurê Muxtar, ji malbata bi rûmet a Xeysê û ji qebîla mezin a Menîfeyê.
‘Umer Muxtar Perwerdehiya xwe ya ewilî ji bavê xwe girt. Paşê bi birayê xwe re ket rêwitiya îlmê.. Piştî mamosteyê wî wefat kir, di nava terîqetê de cîh girt û dest bi wezîfeya teblîxa dînê Îslamê kir.
‘Umer Muxtar ji alîkî ve teblîxa dînê Îslamê dikir û ji aliyê din ve jî tehsîla xwe ya îlmên Erebî, fiqih, tefsîr û hedîsê dewam dikir. Ehlê tasawwûf û zikrê bû û di nava qebîleya xwe de pir dihat hezkirin.
Exlaq û edep û îlmê ‘Umer Muxtar, dîqeta mamosteyê wî Es-Senûsî kişand. Alim û mamosteyê wî Mehdî Es-Senûsî diçû kûderê ‘Umer muxtar jî bi xwe re dibir. Piştî Es- Senûsî wefat kir, Omer Muxtar serokatiya terîqet û cemaeta wî kir.
‘Umer Muxtar beşdarî civînên ‘Usmaniyan dibû û fikrên xwe di civînê de parve dikir. Di sala 1911an de Îtaliya ket Lîbyayê û dest bi îşxalê kir. Îmana ‘Umer Muxtar vê zîlletê qebûl nekir. ‘Umer Muxtar vegeriya nava qebîleya xwe û gurûbeka cîhadê ya bi qasî hezar kesî hazir kir. Ji wê rojê û pêve ‘Umer Muxtar bû şêrê çolan û cîhada xwe li dijî îşxala Îtaliyan da destpêkirin.
Dema ku herbên Balkanê dest pê dikin, desteka ‘Usmanîyan ji Lîbyayê re kêm bû. Ji ber vê yekê îşxala Îtaliyan zêdetir bû. Di wê wextê de, cîhada şêrê çolan ‘Umer Muxtar bi awayê ku ji neslên dû wî re bibe destaneke xweşmîsal û nimûne derket holê.
Belê ‘Umer Muxtar ehlê terîqetê bû. Lê li dijî îşgala emperyalîstan bêdeng nema. Wî zikr û cîhadê kir yek û mucadeleyeka bi şan û şeref da destpêkirin. Yanî hem alim, hem zakîr û hem jî mucahîd bû. Piştî demekê bû tirsa dilê Îtaliya îşxalker û ji bo wan bû tehdîdeka pir mezin. ‘Umer Muxtar alimekî bi emel bû û tucarî serî li ber zilma îşxalkeran ne tewand.
Havalên ‘Umer Muxtar jê re digotin ku êdî bes e, tu îxtiyar bûyî û biçe Misrê. Emê li vir cîhadê bikin. Lê wî tucarî vê yekê qebûl nekir û umrekî di ber oxira cîhadê û dînê Îslamê de ji bo xwe hilbijart.
Yanî du rê li ber ‘Umer Muxtar hebûn. Ya mirina ji bo Îslam û azadiyê û yan jî heyat û jîyaneka di nava zîllet û îşxalê de… Helbet Şêrê Çolan ‘Umer Muxtar, îzzet û şerefê tercîhê zîllet û xulamtiya kufrê kir.
Omer Muxtar piştî demekê çû Misrê û ji hukûmeta wê çaxê ya Misrê re weha got: “Ji me re bibin alîkar, destekê bidin me û em bi hevdû re îşxalkeran ji Lîbyayê ji welatê Îslamê derbixînin.”
Lê belê Hûkûmeta wê çaxê ji ‘Umer Muxtar re weha dibêje: “Em nikarin ji we re tiştekî bikin. Vegerin welatê xwe û serê me nexin belayê.” ‘Umer Muxtar piştî van gotinên Misrê, vegeriya û ji xelkê Lîbyayê re weha got:
“Tu kes bi dad û îmdada me de nayê. Ji xeynî Xwedê tu kesî me tune ye. Em tewekkulê wî bikin û em cîhada xwe bi tena serê xwe dewam bikin.”
‘Umer Muxtar eskerên xwe kiribûn grûbên biçûk û bi taktîka gerîllayê li ber Îtalyaya îşxalker cîhadê dikir. Mucahîdên ku dibin kontrola Omer Muxtar de bûn, davêtin ser qereqolên Îtaliyan. Gelek darbeyên giran li îşxalkeran dixistin. Emrê şêrê çolê ‘Umer Muxtar li ser hespê û di meydana şer û herban de derbas bû. Tam 22 sal li çolan li dijî kufr û zilmê cîhadê kir.
‘Umer Muxtar, di 11ê îlona 1931ê de hêsîr hat girtin. Zalimên îşxalker jê re gotin ku heger tu mektûbeka poşmaniyê binivîsînî û bibêjî ku bila mucahîd cîhadê bidawî bikin, emê te serbest berbidin. Ji ber vê yekê ‘Umer Muxtar ji îşxalkeran re weha dibêje:
“Ez tiliya xwe ya şehadetê di pênc wext nimêjan de radikim û dibêjim ku Xweda yek e û Muhammed (s.a.v) pêxemberê Wî ye. Ev tiliyên min nikarin tiştekî şaş û xelet binivîsînin. Hukûm encax yê Xwedayê Teala ye. Ti qîmeta hukmê we yê sexte tune ye.”
Alim û rêzan ‘Umer Muxtar, di 73 saliya xwe de bi îdamê hat şehîdkirin. Piştî şehadeta şêrê çolê, meydan ji gur û rovîyan re mabû.
Li gor çavkanî û kîtabên tarîxê, eskerên zalim û îşxalkerên Îtalyayê, nîvê nifûsa Lîbyayê di qampan de qetil kirin û qetlîameka pir mezin kirin. Dîsa weka her carî xwîna mazlûm û Muslumanan rijandin û xwe bi xwîna zarok û pîrek û extiyaran kedî kirin. Ji xwe ev adetê emperyalîsta ye ku hetanî roja me jî dewam dike.
Xweda rehma xwe li şehîd ‘Umer Muxtar bike û şehadet û berxwedana wî, ji ummetê re bike wesîleya wehdet û biratiyê.
Çend Gotin û şîretên Şêrê Çol û Beyabanan Şehîd ‘Umer Muxtar:
“Em ê ti carî teslîm nebin, ya emê qezenç bikin û yan jî emê bimirin.”
“Xwedê emra cîhadê li min kir, min jî ev îbadet bi cîh anî. Zafer û mexlûbiyet, min eleqedar nake. Xweda bi van tiştan dizane.”
“Bi dayîna şîr a li zarokên xwe re Quranê jî hînî wan bikin, bi mezinbûna qama wan re, bila qelb û nêrîna wan jî mezin bibe.”
“Wê nav û deng û cîhada min, ji celladên min zêdetir bijî”
Em jî dibêjin ku wê nav û da’wa te ya pîroz hetanî qîyametê bijî ey şehîd…