Dem qet qetî ye di valahiya hinavên me de
Awêneyên pîrozbexş parçe parî…
Weke me nakenin kulîlk
Em weke bilbilan nabişirin
Îro bêhna xemên giran difûrin
Li devera ku giyanan lê zîl didan…
Henaseya çikandî
Li hewşa lalezara me çandine.
Li bin sîbera qubbeya gewre
Jiyaneke mirinavayî diçirvire.
Hebû tunebû, kes ji xwedê mestir tunebû
Dehhakê zalim hebû, zarokno
Hê jî dijî, sûzende
Malkambax
Pût û lat li ser hûbel û menatan
Pûtên dilkovan rengkor îmanwenda…
Li arasteyên canxiraş de
Xwe veşartî nişan didin
Hişê min melodîka
Parzemîna ku em kirine mêvan
Li nav pençeyên pençeşêrê de
Îskeîsk diqirqile
Dab û nerîtên milkên qedîm
Li nava keresteyên karesatî de
Li ber hêlakanên bayê, sayî
Rawestiyane
Xwe naspêrim dilên şidiyayî, oyyy hawar
Bextê şikestinê ruhê ronîyê hildiweşîne
Li meşriq
Li mexrib