Dîroka hêzê, şerrê hêzan e. Hêz ji paşerojê bi saya hînbûnê diherike zindîyan. Mirov hêzê ji rastîyê distîne. Ku rastî tê nixumandin û yekîtîya wê tê parvekirin, hêza mirov qels dibe.
Dîrok hêz e lê ku rast be. Lewra eger agahîyên paşerojê çewt bin, piştgeha ku tu xwe dispêrê jî piştî demekê wê bikeve. Hêza mayînde ji rastîyê tê. Serpêhatî hêz e lê ku rast be. Bi hezaran gotinên pêşîyan hene ku hatine ceribandin û hêza xwe ji rastîyê distînin.
Gelo rastîya agahîyan di destê kê de ye û zindî ma nikarin wê agahîyê rast an çewt derxin? Rastîya teqez a Allah e, lê ji ber ku mirov bi qîma xwe ne rastî jî di hiş û dilê wan de guherbar e. Yên ku ji agahîyên rast dûr dikevin, ji hêzê jî dûr dikevin. Eger xwendina dîrokê çewt û derew be, mirov an civak piştî demekê, ji desthilatdarî û zanistîyê dûr dikevin.
Kî zindî be, hêzdar ew e, lê zindî weke mirîyan tevdigerin. Gelek zindî, hêza xwe ji paşerojê distînin. Mîrat û agahîyên mirîyan, zadeganîyê (asaletê) dide wan û ji wan re dibe referans.
Dîrok, hemû ne ya mirîyan e. Berî ku zindî bimirin, hin bîranînên me bi wan re çêdibin. Ew dema ku me bi wan re derbas kirîye, ji me re dibe hêza hînbûnê. Ji mirov re hêza herî mezin, a hînbûnê ye. Ji xwe eger me nikarîba hînbûba, me nikarîbû tiştek ji dîrokê jî stendiba.
Xweda yek e, hêzdarê yekane û yê Qadir ku dikare bi her tiştî, Ew e. Navnîşana hêzê, Ew tenê ye. Hêzdarê mîsoger û raser, teqez naxwaze evdên Wî dilên xwe bi îlahê sixte parve bikin. Di hiş û dil de şirîkên ku hatine çêkirin, te ji hêzê dixe. Piranîya mirovan, hêza xwe ji dîrok û mirîyan distînin, lê ew jî rast û derew di nav hev de ne, şirîkatî ye û hêzeke bi derewan e. Lewra bi tevayî hêzdarên zindî dîrokê dinivîsînin û ji ber ku rastîya dîrokê wan ji hêzê dixe, ew jî wê diveşêrin. Di hiş û dilê xwe de di meznayîkê de ne ku nikarin bigihênê.
Zindî, xelefên mirîyan in. Mîrata mirîyan, ji zindîyan re dimîne. Zanîn, serpêhatî, mal û milkên ku ji zindîyan re dimînin; zindî pê hêzdar dibin. Kî hêz û mîratê di nav mirovan de diguherîne, hêzdarê herî mezin Ew e. Ji xwe hemû mirov, mîratgir in lewra ti mirov ji tinebûnê dest bi jiyana xwe nake. Ku jiyana mirov dest pê dike, hînkirina ziman, çand û şarîstanîyê jî dest pê dike. Lê hin mirov ku mezin dibin, an dibin mîratxurê wê çandê, an dibine şoreşgerê wê çandê. Mîratxur, rast be derew be jê re ferq nake, wê paşerojê û wê çanda dîrokî dimije û dibe parezvanê wê. Lê şoreşger, zanîn û tevgerên çewt dibîne, dibêje û dixwaze wan biguherîne. Mîratxur, tiralekî dixwernedîtî ye, lê şoreşger têkoşînerekî zîrek e.
Zanîna dîrokê, mirovan mayînde dihêle. Zanîna navê bav û kalan, zanîna navên xanedanê an jî zanîna kok û eslê xwe, dike ku mirov hêvîkê ji xwe bike an jî nahêle ku tu li ber lehiya serdemê biçe. Tevgerên çanda paşerojê, kes an jî malbatê, civakê mayînde dihêle. Mayîndetî, hêzê dide piranîya mirovan. Dizanin ku evîna beşerî, işqa mal û milkan, prestîja dewletê, guherbar e û ne domdar e, lê dîsa jî di jiyana xwe de wekî ku ev mayînde ne tevdigerin. Her çiqas referansên paşerojê, çandên dîrokî, nasnameyên bireh û şarîstanîyên kevnar, hişmendîya mirovan hêzdar bike, jiyana wan pê bingeh jî bibe, hesil ev e: Gelo zindî van mîratan çawa bi kartînin? Bê rexne mîratxurê dîrokê ne an rastî û derewan ji hev vediqetînin, agahîyan rexne dikin û dibin alîgirê hêza cawîdan?
Jibîrkirina potreyeke dîrokî, qelsketina niha ye. Lewma hînkirina dîrokê û naveroka wê sîyasî ye. Desthilatdarên kolonyal, dixwazin civaka ku di bin destê wan de ye, bê serok bin. Naxwazin serokên mirî jî, di hişê wê civakê de bijîn. Lewra divê dîrok ji wan re teqez nebe mînak. Lewma înkar, jibîrkirin û ji rojevê derxistin şerekî dîrokî ye ku bi zindîyan re têkirin.
Hinek zindî dixwazin, hinek mirîyan mafdar derxin, lewma rêyên wan dişopînin. Paşeroj, referans e, bavûkal referans in, lê mixabin paşeroj û bavûkal bê rexne tên şopandin. Kesên qels û bêhêz, divê bi hişmendîya dîrokî re şer bikin, lewra çewtîya dîrokî berdewam dike û hêzdarên mîratxur guhertinê naxwazin. Gelek ji wan nûjen û têkoşer xuya bikin jî çewtîyên dîrokî didomînin. Lehengên wan ên dîrokî, ne ji xêra mirovan re ne û zindîyan dixesirîn lewma kî bixwaze dest bi têkoşînê bike divê pêşî an bi mirîyan re an jî bi hişmendîya zindîyên mirîperest re şer bike ku nebe qurbaneke dîrokî.
Rastîya nixumandî, hêzeke demborî û guherbar e. Dîroka derewîn, vê rastîyê jî dinixumîne. An tu yê mîratxur û xelefê wê tefnikê bî an tu yê şoreşger, mêrik û alîgirê hêza cawîdan bî. Ji bîr neke ku gîha di bin kevir de namîne.
Hêzeke xwedîkitêban jî heye: Nivîs hêza mayînde û berdewamîyê dide. Kitêbên îlahî -her çiqas piranîya wan winda bin an yên ku hebin nusxeyê wan ê resen nebin jî- mîratgirê wan kitêban ji xwe biewle ne, lewra hêzê ji Xwedê distînin. Xwedê ti carî mirov bêrêber nehiştiye û di her çaxî de teqez kitêbeke resen û rêber heye. Qur’ana navdar, birûmet û keremdar, hatiye şûna kitêbên berî xwe lewra mirovan bandor li ser kitêbên din ên îlahî kirine û ew bûne karekî bi şirîkatî. Şîrk hêza bawerîyê qels dike û ji xwe ewlehîyê kêm dike, lê Qur’an, hêza xwe ji yekîtîya Xwedê distîne û hatiye parastin. Lewma divê Misliman xwe bêtir bi ewle û meşrû bibînin. Ji ber ku çewtîyên dîrokî yên cin û mirovan berdewam dikin, Qur’an jî her tim bîrker e ku tevgerên çewt tîne bîra cin û mirovan. Guneh, çewtî û bê aqilî hertim tên dubarekirin. Lewra Xweda dixwaze ku bawermend hêzdar bin.
Yê ku dixwaze hêzê ji mirîyan bistîne divê li hemberî dîroka devkî an jî nivîskî hişyar be. Desthilatdariya paşerojê di destê dîrokzanan de ye. Eger dîrokzan rast durist bin, wê ji wan re bibin piştgirî û sedema azadîyê, lê eger dabin dûv dîrokeke derewîn wê biteqinin û bibin bindestên hevçax.
Ne hişmendiya dîrokî ji hişê me derdikeve, ne em dev jê diqerin. Lewma şer berdewam dike û zindî şerên mirîyan didomînin. Nizanim ne em ji paşerojê hatine, nizanim ne mirî ji pêşerojê çûne paşerojê. Gelek caran paşeroj û pêşeroj pevre dije, lewra daxwaza hêzê dike ku her tişt bibe.