Melayê Cizîrî, bi navê dî Ehmed bin Muhemmed el-Botî (Bohtî) el-Cizîrî (1567- 1640); li Cizîrê hatîye dinyayê. Di serdema Osmanîyan de şa’ir, alim, zana, mutesewwif û aqilmendekî Kurd e. Hessasîyet û zerafeta zimanê Kurdî bi temamî di gotin û şî’rên wî de mewcud in. Zimanê Mela, guhdar û xwendevanan ji îqnakirinê zêdetir bang li hiş û dilê wan jî dike. Ev jî neqqaşîya ziman û neccarîya bêjeyan e. Ji xwe Mela bi xwe jî bang li vî tiştî dike:
Ger lu’lu’ê mens̱ûr ji neẓmê tu di xwazî
Wer şiᶜrê Melê bîn te bi Şîrazî çi ḥacet
Ev Dîwana Mela û ev zimanê delal û ev êşa Mela, bi lêkolîna şerqîyatnasê Alman Martîn Hartman ve hatîye dîtin. Xebat, di sala 1904an de li Berlînê hatîye çapkirin û weşandin. Ev eyb û şerm ya me Kurd û Kurdistan e. Pişt wî, weşana Muhemmed Şefîq Erwasî (1919) tê. Celadet Elî Bedirxan, di navbera 1941-42yan de di Kovara Hawarê de li Sûrî tefriqe dike. Êdî dîwanên şairên Kurdistanê li her derî çapkirin û weşanên wan zêde dibin. Wezareta Çandê ya Tirkîyê jî êdî bi dîwanên Kurdî re eleqedar bûye; lê belê belkî jî be’del xerabul Besra(!)..
Di Cizîrî de; ji meraqê zêdetir heyranî û belkî jî meriv dikare bibêje teqlidên Hellacê Mansûr, Şêxê San’an, Xaqanî, Hafiz Şîrazî, Mela Camî.. tên dîtin. Mela ji van şairan hinek kesan ji xwe re reqîb dibîne. Di şî’rên xwe de ji bo van şairan hinek qiyas û tenkîdan dike.
Xeta Mela; girêdayîyê Qur’anê û sunneta Pêxember e. Ew, tabi’ê “Wehdeta Wicûd” nîne lê hember wê jî nîne. Bi zimanekî hêsan û letîf, mezmûnên tesewwufê tîne ziman. Di Dîwana Mela de felsefeya tesawwûfê, dîrok, huner, belaxet, psîkolojî, kozmoloji, astronomi yanê ‘ilme fîzîk û metafîzîk tevlîhev e. Ji ber vê yekê jî ji bo lezzeta şî’rên Mela, aşînabûna van ilman hewce ye. Di Mela de sentez, aşîtî û tenasûba van ilman heye.
Berî Kurdan hetta berî Musulmanên herêmê, li ser dîwanê lêkolînerên Ewrûpayî taybetî jî yên Alman xebitîne. Ev jî îsbata nasnameya Cizîrî ye. Tê zanîn ku ew, hunermedekî netewî nîne, navnetewî ye. Ev bi xwe, li dervayê welatê Musulmanan zêdetir hatîye naskirin lê di nav ummetê de layîqê hunera xwe nehatîye zanîn û nahatîye naskirin. Êşa herî mezin jî ev e: Li welatê Kurdan di her çar kerîyên Kurdistanê de jî zêde nehatîyê xwendin ta ku heya vê esra me. Ev jî eyb û şerma me gelê Kurd e. Bilbilê zimanê Kurdî, di jîyanê de li darê dinê her çi heye ew bi temamî gotîye. Ji kevir û daran re, ji çîya û gazan re, ji erd û ezmanan re gotîye. Ew aşiqek serxoş û sergerdan e, sewda û dîn e!..
Bi Qur’anê bi ayatê eger pîrê xerabatê
Bibêjit secde bit Latê mûrîdin wî dibin qatê
Ev jî nizane ev çi hal e lê her çi gotîye li ser eşq, ji bo evînê gotîye. Ji roj, meh, çar demsal û ji salê re gotîye. Ew ne tenê aşiqê benîadem, li ser rûyê erdê çi hebe aşiqê hemî mexluqatan e. Belkî jî dîwaneyek kaînatê ye. Ew di mexluqat de Xaliq dibînî, meger ev aşiqê nûra Xwedê ye. Wê nûrê; di nav û nişanên dîlberê de; di rewşa wî de, di xal û xetan de, di çav û birîyan de, di bejn û balê de, di lebên şeker û qamet û elîf de dibîne. Ji bo ku leqandina leban dibe tercimanê ziman, ziman jî diçe îman!.. “Qamet elîf” jî tewhîd e. Di elifbaya Qur’anê de herfa yekem “elîf e.” Elîf; xar û kewç nîne bê qisûr rast e, di kelîma “Ellah” de jî tîpa yekem e. Ev ji xwe bi tena serê xwe jî me’neya Ellah e!
Ev beyta Îmam qey ne ev e?
Ferîx ez xûd şodem Kûsê enel Heqq bordem
Ba destê pirê xerebad hûşyar şodem
“Pîrê moxan, pîrê xerebad, enel Heqq, xalê Hîndî, şerab û kewser..” ev bêje û keîme tev di edebiyatê de tev temam mecazî ne, manewîyatê ifade dikin. Mela jî aşiqekî Xwedê ye. ‘Işqa wî her çi beşerî bête dîtin beşerîyeta Mela dîsan diçe dergaha Îlahî. Însan û hemî mexlûqat eynika Îlahî ne. Ew bi her kû da biçe, li sûretê kîjan însanî binêre; dest, çav, birî û qametên însanan hemî hebûn û îsbata Rebbê Alemê ne ji bo wî.
Edebiyata Tirkî, ‘işq û gotinên Qereceoğlan û Pîr Sultan Evdal jî di Mela de têne dîtin; lê di Mela de tesewwûf heye. Îbnul Erebî, Hallecê Mensûr, Baba Tahir; Geylanî.. Di gotin û dîtinên Mela de me’neyên Xwedayî mewcûd in.
Mela; di welatê xwe de rêwîyekî xerîb e. Welatê wî aşiqê eşqa Mem û Zînê ye, kelecana Sîyabend û Xecê ye; lê firqeteke bêtarif û bêderman lê ye. Bi zenna Mela, gerek derman bête dîtin, lazim e ku evîndar bigihije miradê xwe. De îja gera Şêx jî ev e. Dermanê wê xerîbîyê; li deşt û zozan, di çîya û gazên Kurd û Kurdistanê de digere, Îskana saqî, di bejn û bala dîlberê de jî dermanê wê xerîbîyê digere.
Newaya mutrib û çengê fîxan avête xerçengê
Were saqî heta kengê neşoyîn dil ji vê jengê
Gazina saqî, ji bo derbazkirina hesretê ye. Hesret, bi wîsal û wuslatê diqede; lê ji bo işqê adet jî ev e; “gerek wuslet nebe, lazim e ku şewata işqê daîm hebe. Di ser de jî gerek firqet û feryad neqede. Evîna Mela, xwedîyê gelek xisûsên taybetî ye. Cizîrî; “sîma, nav û nîşan, dim, leb, beşerîyet, cephe û kakulên” evîna xwe dişopîne, tarîf dike. Di temamên van de jî wê maşuqê derdixe holê:
Yarê me pir/ Nîşan û sor/ sîma ji durr/ Dim kakûl e
Ew leb şeker/ Nezik beşer/ cephet seher/ kakul şeb e
Bergîn gulê/ Ew misk e lê/ Hur hur welê/ Der heqq Melê
Bê perde û/ Xoş me’de û/ Yek we’de û/ Pir şewqe be
Firqeta Cizîrî, mîna evîna wî xwedîyê hinek nifşên cuda ye. Feryad û şewata firqeta wî ji yên evînê zêdetir e. Wisa ne ku, ji birîna wî xwîn diherike; belavbûna halê Şêx mîna teşwîşa zulfa dîlberê ye.
Îro ji derba xencerê lazim bi êşanî Mela
Teşbihê zulfa dîlberê zanim perîşanî Mela
Zanim perîşanî ji dil bê hed bi êşanî ji dil
Teşbîhê buryanî ji dil Billah ne însanî Mela
Mela, ji ber bela, êş û birînê û perişanîyê zêdetir ji însanîyetê jî derketîye an jî dûr ketîye. Ev çî ye, çi hal e gelo? Di şewata buryanê de sê tişt derdikevin: Buxar, bihn, dû (dûman). Ev her sê jî ber bi ezmanan ve diçin. Bilind dibin belkî jî diçin erşê e’la, di yekîtîya Xaliq de tunne dibin. Belkî jî ev çar ewwelîyata ‘enasir in: Av û agir û ba û ax!.. Ev hebûn ku em heyî bûn. Xwedê Te’ala Adem ji van çar enasiran afirand, paşê ji nefsa xwe pufê kir û candarî daye Adem!..
Jiyana Adem, muhletek me’lûm e. Piştî wî diçe menzîla dûr û tarî; Cennet an Dojeh... Ev jî bi tu wesîleyê mumkûn nabe îlla ecel. Ji bo jiyana ebedî, mirin yanê terxisbûna ji dinê. Tunebunê şundatir jî ebedî hebûnê dibînin.Li gor bawerîya tesewwûfê mirad jî ev e. Dilop digihîje deryayê û dilmiradê xwe dibîne. Fena fîllah û beqa-bîllah!.. Ji evînê re jî wuslet jî ev e.