Xizmetkarê, cakêtê ûtîkirî dirêjî destê wî kir. Wî li cakêt nihêrt, qelabte alîyê din, bilind kir, da ber ronahîyê û paşê:
- Kî vî cakêtî paqij kirîye, qey hûn kor in, qirêjîya wê ma hûn nabînin, zûka yekî dinê bînin.
Dengê Emîr El-Xîyan bi hiddet derketibû, damarên qirika wî werimîbûn. Ji hêrsan çokên wî dilerizîn, destê wî li hevdû diketin. Ew emîrê qerase ewê çawa cakêtê qirêj li xwe bike! Xizmetkarê rakire cakêt, xwest ku li qirêja li ser cakêtê binihêre, lê tiştekî nedît. Hêdîka berê xwe da odeya cil û bergan. Xizmetkarê dolab vekir, bi sedan cakêt di dolabê de daleqandîbûn. Li kêleka dolaba cakêtan, dolaba gomlek û qerewatan hebûn. Ew jî heta devê wê dewisandîbûn. Pirê cilan hê ji naylonê xwe nehatibûn derxistin. Xizmetkarê ji nava taximan yekî şînê girtî daxist, lêbelê li ser rûyê wê tirs û endîşeyek jî hebû. Di vê rewşê de di ber xwe de got:
- Înşaallah wê vê carê bihaneyekê nebîne!
...
Di kuçeyên Xezzeyê de avahîyek li ser pîyan nemabû. Îsmaîl Ebû Hemza, di nava enqazan de dimeşîya. Qêla nîvro, kelekela germê li serê wî dixist, ji halê xwe ketibû. Sê roj çêbûbûn ku loqekî nan di qirika wî de neçûbû xwarê. Derman di çokên wî de êdî nemabû. Lê ev hal, ji bo wî ne pirsgirêkeke mezin bû. Lewra zarokên wî jî wekî wî, sê roj bûn ji xwarinê mehrûm bûn.
Îsmaîl Ebû Hemza, ber bi konên ku tê de xwarin têne belavkirin ve diçû. Çend sazîyên alîkarîyê, bi qederê ku sîyonîstan û xulamên wan îzna wan dane, di konan da bi sîtilan xwarinê çêdikin. Bi hezaran zarok û dayîk û bav ji şeveqê ve, jibo teyfikek xwarin bi dest bixin, li ber derîyê konan ketine rêzê.
- Selamûn aleykum Kekê Îsmaîl, lez bike arvan belav dikin, tu jî here ji zarokan re torbeyek arvan bigire.
Ê ku selam dabû Cîranê Îsmaîl Ebû Hemza bû. Li ser milê wî torbeya arvan hebû. Dibe qey wî, torbeya arvan ji nav xwelîyê derxistîye, di nav toz û dûmanê de reş xuya dikir. Kêfeke wisa dikir ku dibe qey wî dinya bi dest xistîye. Wî, bi gavên lez, berê xwe dabû malê. Kelecanê bi Îsmaîl girt, rûken bû, hêz ketin çokên wî û wî gavên xwe şidand.
- Aleykum selam birayê min, mala te ava be, ser xêrê be, oxir be ji te re...
Çi dihate ser zimanê wî dida dû hevdû, ji cîranê xwe re dûa dikir. Ji kêfa torbeyeke arvan dikir bifiryana. Berê xwe da herêma alîkarîyê.
...
Axê careke din qêrand:
- Ka cakêtê min li kû ma, çima hûn ewqas giran in!
Xizmetkarê bi dengekî lerzok bersiva wî da:
- Ez hatim ezbenî, kerem bike!
Axê, cakêt da destê xwe, bilind kir, çar alî li hevdû bir û anî. Li alîyekî ve jî guhê wî li ajansê bû. Pêşkêşvan hejmaran bi rêz dikir:
- Temaşevanên hêja, di navbeyna 24 sa’etan de ji ber bombebaranên siyonistên terorîst îsraîl 118 sivîl li Xezzeyê şehîd bûn. Ji hêla din ve îro 3 zarokên din jî ji birçînan şehîd ketin. Rewşa Xezzeyê her roj girantir dibe.
Emîr El-Xîyan ha di wê kêlîyê de bi dengê bilind ji nişkava got:
- Morîka vê bişkokê jê ketîye, çima haya we jê tune ye. Çima hûn karê xwe rast nakin!
Vê carê rewş girantir bû. Çokên xizmetkaran li hev dû diketin, ew ji tirsa dilerizîn. Bi hevdû re ketin tevgerê. Xeber dane hevdû, wezîfedarên cil û bergan amadekarîya xwe kirin. Jibo morîka bişkoka cakêta Emîr, wê bi teyarê herin Ewropayê. Şirketa ku cilên mala Emîr temîn dike li Brîtanyayê ye. Li alîyekî zarok ji birçînan dimirin, li alîyê din karbidestên Muslumanan ketine dû morîk û bişkokan.
Ma wê li hember vê qetlî’amê qet tiştekî nekin? Lê çawa, ji xwe hazirîya karbidestan jî jibo vê meselê ye. Wê çawa li hember vê komkujî û qetlî’amê bê deng bimînin!
...
Îsmaîl Ebû Hemza gihaştibû ber qemyona arvên. Bi hezaran însan li hêvîya dora xwe bûn. Xebatkarên alîkarîyê yek bi yek torbeyê arvên belav dikirin. Di qamyonê de hê torbeyê arvên hebûn; lê sed qamyon jî hebin têra milletê nakin. Ji sê mehan zêdetir çêbû ku derîyên Xezzeyê venebûne. Çend qamyonên ku ketin hundurê Xezzeyê, li çend herêman belav bûn û torbeyên arvên bela dikirin. Îsmaîl jî bi hêvîya torbekeye arvên li hêvîya dora xwe bû. Piştî demekî di qamyonê de arvan nemabû. Xebatkaran bi dengê bilind bangewazî dikir:
- Arvan qedîya, qamyon vala bû, bi xêra xwe dora qamyonê vekin, arvan nema, emê derkevin!
Hêvî bi Îsmaîl re nema. Wê îro jî birçî bimînin, birçî razin... Li ber xwe nediket, lê zarok ketin bîra wî. Wê ji birçîna nema îdare bikin. Bi alîyê qamyonê da çend gavên din jî avêt. Li kêleka qamyonê torbekî arvan rijîyabû erdê. Torbê qelaştî jî li kêlekê bû. Destê xwe avêt torbeyê, devê wî vekir. Her du destê xwe gihande hevdû, kulmêm xwe tijî arvan kir û berda torbeyê. Yek, dido, sisê... Bi kulmên arvan re xwelî jî diket torbeyê; lê ne xem bû. Li malê wê li bêjingê bixin û pê çend nanan bipêjin. Belkî îro zikê zarokên xwe têr bike. Wî, bi qederê 3-4 kîlo arvanê bi xwelî berhev kiribû. Wî, torbe rakir da ser milê xwe û berê xwe da malê.
...
Ber êvarê, teyarê daket xwarê. Morîka bişkoka milê cakêt gihîştibû koşka Emîr El- Xîyan. Terzî hazir bû. Terzî, morîk bi bişkokê ve dirût û cakêta El-Xîyan hazir kir. Di vê navberê de Emîr El-Xîyan wezîrên xwe civandibû, qerarên xwe dabû. Wê jibo komkujî û qetlî’amên li hember ehlê Xezzeyê tepkîyeke hêja bidin. Vê carê wê ji carên din cuda be. Vê carê wê gavên dîtbar bavêjin. Herkes bi kelecanî li benda qerarên wan bûn.
Qamera vebûn, weşanên zindî dest pê kirin. Li ser maseya Emîr cîyê mîqrefonan nemabû. Qameravan pêl hevdû dikirin. Herkesî dev ji karê xwe berdaye, berê xwe û bala xwe dane ekranan. Emîr El-Xîyan qedeha avê da destê xwe. Qurtek av vexwar, qirika xwe paqij kir û dest bi axaftinê kir:
- Gelê milletê min ê ezîz, ez bi hurmet silav li we hemûyan dikim. Em van êrîşan bi tundî, bi awayekî dijwar û bi dengekî bilind şermezar dikin. Musebbibê van bûyeran, ew çek in ku di destê HEMASê de ne. Bila HEMAS û berxwedêrên herêmê çekên xwe deynin. Ew ê wî wextî êrîşên îsraîl jî bi xwe bisekinin. Heqê îsraîl jî heye ku xwe biparêze. Rast e, milletê Xezzeyê mihtacê alîkarîyê ye, bila ew qet meraqan neke. Min emir daye, emê ji bo zarokên Xezzeyê sê qamyon pêlîstok bişînin. Çi gava ku hazir bûn wê qamyon derkevin rê. Ku îzna dostê me yê îsraîl hebe, bi qederê 10 rojan wê bigihîjin destê wan. Wê zarok pê kêf û şahîyê bikin.
Çit ji kesî dernediket. Rojnameger dixwastin hin tiştan bipirsin lê nehate qebûlkirin. Emîr-El Xîyan axaftina xwe qedandibû. Nîşaneyên îxanet û zilletê di rûçikê wî de xuya bûn. Pişta xwe da qamerayan, berê xwe da derî û vekişîya hundur.
Di vê navberê de, di ekranê de pêşkêşvan bi temaşevanên xwe re xebereke nû parve dikir:
- Temaşevanên hêja, leşkerên îsraîla rejîma dagirker êrîşî milletê derdora qamyona alîkarîyê kirin.
Ha di wê êrîşê de Îsmaîl Ebû Hemzayê ku torbeyê arvên di destê wî de bû, bi guleyan ji dûrve hate şehîdkirin. Îsmaîl Ebû Hemza, profesor bû, li zanîngehê dersên hiqûq û fiqhê dida. Zanyarekî pir hêja bû. Zarokên wî li malê li hêvîya arvanê di destê wî de bûn. Lê arvanê destê Îsmaîl Ebû Hemza di nav xweynê de mabû.