Ji wextê ku mirov bûne xelîfe û heta niha dijminê wan kî ye? Me çi jê kirîye ku dibe sedema bi milyonan şer û pevçûnan? Ma em ew qasî saf û bahle ne ku dike em mirovan bi neheqî dikujin? Çawa çê dibe ku li ber çavan ew qas neheqî diqewimin, em dibînin, em dibihîzin lê em hemû dengê xwe dernaxin? Ma dibe ku em jî şirîkê wî dijminê xwe bin? Wekî nebaşîyên bêhejmar eşkere ne naxwe kirde çawa veşartî dimîne?
Rêya Ellah eşkere ye, ayetên Wî eşkere ne. Çi ji me re lazim be, me pê agahdar kirîye. Li ser wê rêya Ellah ku rêya herî rast e, dijminê me yê eşkere, runiştîye. Eşkere be jî, xwe dinixumîne lewra nebaşî, bi gotin û xuyangên xemilandî xwe şanî me dike. Heta neqewime, dijmin eşkere nabe. Teqez nabêje: “Ez nebaş im.” Karhevalê nefsa mirov e. Kêfa bedena mirov ji çi re bê, dixwaze ew bê cih. Ji bo qencîyê çi bivê, wê diherimîne lê yê ku destûrê dide tu yî. Tu bi tena xwe nikarî nebaşîyê bikî. Tu bi serê xwe nikarî xerabîyê bikî. Hevalekî hosteyê kirhatîyê ji te re divê, rêhevalekî ku te amadeyî bûyerê bike ji te kêm e, hogirekî ku bûyer qewimî tu têxî sukra wî de ji te re divê. Ew dûr e, yê ku bang lê dike tu yî.
Kêmanî, çewtî an jî guneheke mirovan, li bal wî dijminê eşkere rehîn e. Wê çewtîya te ji xwe re bi kar tîne û te pê çavtirsandî dike, lewra ti kes naxwaze gunehê ku kiriye eşkere bibe. Ji bo ku ew guneh eşkere nebe, gunehine din ji te dixwaze. Guneh bi gunehan mezintir dibin. Ev holdînga ku ji şîrketên biçûk pêk tê, mirov û cin jî bûne endamê wê. Rêvebirê lanetlêhatî, pir profesyonel e: Ji bo lîstikeke qirêj a mezin, roleke biçûk an jî peywireke biçûk dide mirovan, lê ji ber berjewendîyên aborî û meqamên prestîjê, mirov çavê xwe miç dikin û naxwazin encama wê peywira biçûk bibînin.
Mirov ji bîra dikin ku ji xwe Ellah bi wan guneh û çewtîyan dizane. Li hêvîya mirovan e ku berê xwe bidin Wî û hew wan gunehan dubare bikin. Ellah dixwaze tu hesabê Wî bikî, tu xwe ji Wî bistirînî û ji kesî din netirsî, lê şeytan bi wesweseya xwe dike ku mirov ji derdor û civakê bitirsin. Piştî demekê tu hesabê şeytan jî dike û tu ji wî jî ditirsî. Êdî tu di navbera du îlahan de dimînî. Serdemeke bi şîrîkatî dest pê dike. Dijminê te, bi lîstik û çîrokên honandî ji te re dost xuya dike. Rastîya dostê te, tê nixumandin; şîretên dostanî bi te zor tên, nezanî dibe rehetîya canî, durustî te aciz dike, tu dibî dijminê dostê xwe.
Di warê siyaset û burokrasîyê de jî heman sazûman tê meşandin. Li ser gunehên sîyasetmedar û burokratan têkilîyên qirêj pêk tên. Bi video, wêne û dengên tewanbar bandor li jiyana mirovan dibe. Lewra pêşeng û serok gelek jê ji bin xwe ve şil in. Ji bo jiyana gel xerab bibe, ji bo pêşeroja civakê di tengasîyê de derbas bibe, ew artêşa dijminê eşkere, ji wan serokan biryarên nebaş dixwazin. Her çiqas bi dizî ferman û qanûnan îmze bikin jî, gîha di bin kevir de namîne û eşkere dibe.
Yên paqij, yên bêguneh xwe di fitneyeke dijwar de dibînin. Şer û pevçûnên honakên şeytanî bandorên hîssî li mirovan dikin. Ew hest, bertekên bêdadîyê û bêexlaqîyê ne, lê pisporê lanetlêhatî bi sed hezar salan xerabîyê dixemilîne, diveşêre; lewma nebaşî gelek caran heta neqewime veşartîye. Dijmin eşkere be jî di kelehê de karhevalekî ji xwe re dibîne, di biryargehê de wesweseyekê dide singan, pereyinan dide zanistekî bêexlaq û karê xwe dimeşîne.
Yê ku bixwaze dibîne, yê ku nexwaze nabîne. Yên naxwazin bibînin, hevalbendîyek û dostanîyeke demborî bi dijminê xwe yê eşkere re çêkirine lewma her dem dostên wî lanetlêhatî têk diçin lewra nebaşî, xerabî û neheqî têkçûyîn e.