ÇEWLIK
Li kolanên vî bajarî ku jê re dibêjin Çewlik
Li lûsekî arambexş digerim
Çendîn ku tarîxa wî pir kevn nebe jî
Xuyaye ku
Aramiyek bi ser şaşiyên wî de bariyaye
Belkî keramet
Belkî hurmet
Belkî jî rehmet e.
Çewlik ew bajarê biçûk î hewhez
Pir kovan di xwe de hewandine
Weke her bajarekî vî welatî…
Navenda bajêr û navenda dilê min
Mîna hev qelebalix û nerastrê ye
Kel di mêjiyên min û
Di ruhê vî bajarî de mîna hev dilebite.
Ez jî wekî vî bajarî
Hez ji hecheck û qijakan dikim
Ji pisîkên bê minnet û bizinên wê yên çavtêr jî…
Û
Ji axa wî ya sirûştî û sor
Ku mohra welatê min destnîşan dike…
Ji penaberên wê jî…
Di pêsîrekê de
Ez û vî bajarê nîvnûjen
Geh di vexwarina tasek avê de
Geh di xewwareke xefletguzariyê de
Geh li ber berojkê taveke wê de
Geh li ber tirseke erdheja wê de
Û geh di nava germava wê de
Slavan li hev dialînin
Û temenê min û wî ber bi qiyame ve hildikişe
Bêyî ku me hay ji bayê felekê hebe…