Di şeveke reş û tarî de, gava stêrk bi hezaran çavên xwe yên zêrîn vedikin, ez li ber şibaka xwe rûniştî me. Xewn û xeyala min Cana ye, tu yî, berdevkê te li xwe mukur tê û te dilorîne. Bayekî zirav tê, pelên daran dihejîne û bi wan re di nav sirrên evînê de ye. Ev sirrên evînê ne yên dunyewî ne, ne yên uxrewî ne, ne yên ezelî ne, ne yên ebedî ne, yên berdestê Cana emîn û berdestî ne. Ellahû ekber! “Ellah sehergaha ezel, yelmûmê işqê şu’le da / Nûra cemala lemyezel, zatê tecellla ye Xweda
Ez jî, wek Melayê Cizîrî, di nav pêlên evîneke bêserûbinî de, li wê Cana xwe digerim ku him di her tiştî de ye, him jî di tu tiştî de nîn e. Min dibe, tîne û bi xwe re digerîne, digindirîne û dihundirê xwe de dihewîne.
"Her lehze çi hacet ku bi nazan bikujî min?" Ev pirs di dilê min de wek dengê defê lê dikeve. Ev def ne ya paşîvê ye, ne jî ya dawetan e. Erê, çi pêwîst e ku bi nazan min bikuje, ez ji xwe goriyê wê me. Ev evîna zelal, ev hesta pîroz, ev daxwaza dilînên wê, Cana ku wek tavê him dûr e him nêzîk e, him eşkere ye him nixumandî ye, him di her qulpê dilî de ye him jî li tu deran nayê dîtin. Him eşkere ye him nihênî, him ezel e him ebed, him berdest e him dûredest… di her lehzeyê de, erê di her lehzeyê de, mirîyê wê, şehîdê wê, şahidê wê me. Her hucreya wicûda min û mewcûdîyetê delîlê hebûna te ye Cana! Erê hebûn û kaînat bi xwe ayetên ekber in li meqamê heyretê Cana! Ellahû ekber! Ellahû ekber!
Kûreşev e. Stûr dibe tarîtî. Nûrek lazim e ku ji zengilê wehya îlahî dawerive ser dil, biherrike û zulumatê hilîne. Ji baskê milyaketê wehyê, ji xelweta Hîrawarî nûrek lazim e ku zulumatê bihelîne. Di vê bêdengiya kûr de, dengê ceresê evîna wê di guhê min de wek zengila karwanekî deng vedide. Ev zengil ne zengila pezê şivên e, Wek Mela dibêje: "Cana ceresa reh[be]rê 'işqa te ez im qet." Ez bûme ew ceresa ku rêya evîndaran ronî dike, lê gelo ew bi vî dengê şikestî serwext e? "Ageh bi fixan û herekatê ceres î tu?" ez nizanim, û ez ê nizanibim. Fe eyne tezhebûn / gelo bi ku ve ye rêveçûn. Cezbe dil ra dihejînit me lew / Di şevan nale ji rengê ceres în. Belê ne tenê di şevan de, roj jî bûne şev û şev li hev gevizîne. Welê ezê dîsa bi serê hefsarê hespa Mela bigirim û bangê bilind bikim ji bo Cana û fîraqa wê…
Di vê taqê di vê xanê me ‘eyş û êminî kanê
Kesê dest da ji dewranê nîhalek vê gulistanê
Der axûşeş çû mîared kî ez dil caneş buspared
Ceres firyadi mîdared ke ber bendîdê mehmilha
Her bêhna min, her hilma min, dagirtî ye bi axînên ku ji kûrahiya dilekî birîndar bilind dibin. Lê ev birîn ne ji janê ye; ev birîn ji pêtên evîna Canê ye. Çawa ku Mela gotiye: "Her nefes dihnêrim ez cana bi ahan ra ji dil." Ev axîn ne gazin in, ev axîn lorîkên evînê ne ku ji dilekî şewitî difûrin. Cana ku deriyê rehmê veneke wê tennûr agir berra hewşê de û wê taqê malê agir bibarînin, ku disojit seqerê…
Van naliyan ra ‘eyb nîne êdî, lewra ev dil ji nalînan çêkiriye hêlîna xwe. Gelo siya baskê Wedûd xwe berde ser dil, ma dil dê nehele. Jin bi xwe hubb e, hub bi xwe evîn e. Aveynê bextewarî û şadimanîye her dilopeke ji siya baskê Wedûd e Cana! Lewra nalîna ji hubbê gewerenalîn û miqeddes e. Ev ne evîneke durojî ye û ne neqşekî bêbeqa ye jî…
Hubbê cismanî du roj in gerçi dil pir pê disojin
Xef ceger peykan dinojin mislê neqşê bêbeqa ye
Di vê rêwîtiya bêdawî de, carina zulm heye, carina cefa heye. Lê evîndar ji van gilî nake, evîndar bi van şad dibe. "Cana ji cefaya te û zulmê çi xeber den?" Ji ber ku di vê rêyê de, her êş hingiv e, her jan derman e. Tîrên ku ji cewra te di dilê min de bi cih bûne, êdî bûne xemla gewriya min a birîndar. Ev rê, rêya evîna Xwedayî ye. Ev Cana ku em jê re stûxwar in, ew Zatê Bilind e yan berê me dide Wî Zatî, ku her tiştî di nav nûra xwe de dihelîne. Çawa ku Mela dibêje, "Hacet niye cana yedê beyda bideranîn." Ne hewce ye ku ew destê spî, ew hêza pak, xwe diyar bike. Ew di her hînê de xuya ye, di her dengî de dipeyive, di her hestê de xwe vedişêre û dîsa xwe eşkere dike. Zahir e di batinê xwe de û batin dimîne zahir. Ew ew roj e ku sermed jê re tê gotin. Eger huba wî lal neke zimanan, ew ziman xwar in. Kesên wek Evdalê Zeynikê, Nesîmî, Mela, Feqî, Suhrewerdî, Hafiz û Sadî û.. h.w.d. li vê hespê siwar in. Ebediyet û hîssa ebediyetê ji te û her bi te ye Cana! Mirov bi wê digêje asîmana wek sitêrka Leyla û Mecnûn ku dibiriqin li asîmanan, yek li şerqê yek li xerbê û li benda saeta hevgihînê…
Ez li vê şevê, li ber vê şibakê, bi hezaran stêrkan re şahid im ku ev evîn çiqas kûr e, çiqas bêbinî ye. Ev Cana ku Mela jê re ewqas malik raçandine, îro jî di dilê her evîndarekî de bi heman agirî dibiriqe. Ew cana ku him av e him agir e, him ax e him ba ye, him yek e him hezar e...
Û ez, wek Melayê Cizîrî, di vê şeva reş de, bi hezaran stêrkan re dibêjim: "Cana ji xwe qurbanê te bim nazi çi hacet." Ez ji xwe di vê rêya evînê de, di vê rêya Xwedayî de, bûme gorî. Êdî ne hewceya nazan heye, ne ya gazindan. Ez bûme ew şewata ku di şevê de dibiriqe, ez bûme ew dengê ku di bêdengiyê de dipeyive, ez bûme ew evîndarê ku di tunebûnê de xwe dibîne.
Û kela min a zemînî bi esmana ve girê de.
Ev ji daxwaza qurbanê ber sivdera te me.