Ro çû ava!.. Gûndî û bajarî temamî hatin mal. Dor dîwanê astir û kulav raxistî… Kalê Sipî li dîwanê… Bapîr, bav û law; dapîr, da û qîz… li dorê rûniştine. Mesele hekyata me, Karwanê Kurd û Kurdistanê ye!.. Mirî hebe, meyît li erdê be jî sibê newroz e. “Doh,” nizanim lê ev dersa me ye; “îro” derdê me, “sibe” jî şahî ye lê derd, ders û taybetî jî tirsa me ye!
Qêrîna wî karwanî ev e: “Esmer eman eman / Dîlber eman delalê yeman / Çi kûlîlka dora çeman / Xelk zewicîn, ez û tû man” (Seyyadê Şamê)
Ezê ji we re behsa wê mizgîne an wê hilat û xelatê bikim:
Ev behsa Mem û zîn, Sîyabend û Xecê ye. Madem îro Hekayeta Kurd û Kurdistan li rû erdê devê pir kesan de bûye benîşt; hinikan ra zehîr ziqqûm, hinekan ra şîrîn-şekir, hinekan re rûn, hinekan re maşe û gopal e! Madem destê hinek kesan de ço, destê hinekan de astir û cacim e!.. Madem ku dest hinekan de nan û av û dew, hinekan de ker, hesp û ga.. Hinekan Kurd û Kurdistan kirine xûrînî, şîv û paşîv; hinekan ev gelê belengaz kirîye şivik û ço pê gamêşan dajon, maran dikûjin. Hinekan zirne, saz, tembûr û bilûr li ber wan direqisin; kêf û şahîyan dikin û helbestan dibêjin… Hinekan ev bindestana û welatê wan kirine hevîr, distirên, havên dikin, mîna nanê ser sêlê dikewînin! Madem hinek dewlet û hikûmat jî Kurd û Kurdistanê mîna tirî di nava telîs û zinaran de dicivînin, dişidînin, diguvşînîn… Ji can û rihê wî şîranî û şerbetan derdixin!.. Madem yar û neyar, ji wê şerbetê helîl (bastêq), benî (orcîk), şerabên navdar… derdixin; em jî temamên van tiştan ji xwe re bikin derd, ders, tirs û taybetî jî bikin xêr û bereket!
Em vê helbesta xwe ya dîrokî bistirînîn ku hêdî em birayên xwe yên Mûslîman derew û dizîyan ji hene; xwe ji mezlûmîyetan; birayên xwe jî ji êşan, ji sûc û gûnehan xelas bikin! Da ku ew nebin mucrîmê birakûjî û komkûjîyan!.. Bila êdî nebin faîlê Koçgîrî û Dêrsiman; nebin wehşên Zîlan û Agirîyan; nebin Palo û Sasonan; nebin bêbextên Mehabadan!.. Bila birayên me yên Mûsluman îmana xwe paqij bikin; îxlas û merivatîyê nas bikin û nebin xwînxurên can Helepçeyan!.. Da ku “Yewme La yenfe’û” de rûreş û gûnehkar nebin. Bila nebin şewata Dojehê. Jîyana xwe ya ebedî xera nekin.
Em baş dizanin kû Rebbê ‘Alemê; “Qasî misqalê zerre be jî hesabê xêr û şerran dipirse!” Ezabê Dojehê çetin, zebanîyên wê bê hîs û bê qelb in; hêsrên çavan nizanin. Em û birayên xwe lazim e ku tedarik û hîsabê wê rojê bikin! Kara tîcareta biaqil, qezenca mezin jî ev e!
Bo vê qezenca mezin jî em gerek behsa Karwanê Kurd û Kurdistanê bikîn! Gelo ev karwana li ku derê ye, barê wê çî ye? Gelê Kurd kî ye, esl û feslê wî, nav û nîşana wî çî ye? Lazim e ku pêşî gerek Kurd bête zanîn; pişt re jî xelasîya ‘umûmî û çareserîya Pirsgîreka Kurd û Kurdistan bête kirin!..
Kurd; mîna benîademên rû erdê ew jî ji nesla Adem û Hewa ye! Dem û dewra dinê de milkê dinê yek parçe bû. Wan deman dinya milkê her kesî, Adem jî yek nîjad û hemû birayên hev bûn!.. Nesla Adem temamî dû şax bû; “Ehlê îmanê û ehlê kûfrê an jî ehlê Heqq û Batil…” Mesela kurê Adem (es) Habil ehlê heqîqetê, Qabil ehlê delaletê bû. Yek mezlûm, yê dî zalim bû…
Nîjadên cuda cuda hezar salan dû Adem re peyda bûn. Li Rihayê “Girê Mirazan (Xerabreşk, Göbeklî Tepe) dîroka merivatîyê dibe berî vê 12 hezar salan.. Lût, Ad, Semûd jî ev tişt bûn. Sumer (P.M. 3000), Eqad (P.M. 2500-2000); medenîyetên Medya, Pers, Bîzans.. dîroka merivatîyê dibin dem û dewranên kûr û dûr… De îja dîroka Kurdan jî van deman derdikeve holê.
Şêxê Xanî jî bo wê dibêje: “Mala me ji rengê Qewmê Zerdeşt / Da ber agir û gazîya xwe rahişt”
Kurd, di dîrokê de bi destê dîrokvanê xwe pir zêde nehatîye nivîsandin. Dîroka Kurdan, kêm an zêde bi destê dîrokvanê Bîzans û Persan hatine nivîsandin. Gerçî berî Persan bi navê Medan (Mîdya) hatine meydana dîrokê lê ji wê dewleta Kurd a qedîm zêde nivîs û qeyd tunne, nemaye an jî îmha bûne. Di dema Îslamî de jî Kurd û Kurdistan taybetî hewşa Emewîyan, Ebbasî, Selçûqî û Osmanîyan de hatîye rojevê.
‘Esra bîstan bo Karwanê Kurd ji her dewrê zêdetir êş e, bê-si’ûd e. Mexbûlîyeta Ummeta Îslamê; birayên me yên Mûslîman Fars, Tirk û Ereban zêdetir Kurdan re barê giran anîye. Temamên hesabên aşkere an kûr, hemû lihevhatin û emelîyatan; nîhayeta çîrokên birayên me temamî li Kurd û Kurdistanê çûne dîyaran. Bi hemû hêz û îstixbaratên xwe eleyhê maf û qezencên Kurdan xebitîne. Şêxê Xanî ev bêdadîyana bi zimanê Zîna Zêrîn dibêje:
“Tasek ji vê ava zelal nadim bi Ava Kewserê
Levhatina Qesra Şêrîn jê nabînim tû meferê
Piştî roja me bû tarî mirin xweş e ji emberê”
Zînê, bo ku bêmiradîya xwe, bo miradê xwe û Memê diçe dexeletîya Mîrê Cizîrê. Dibêje:
“Mem bo min û merhemet ji bo teê / Xem bo min û seltenet ji bo te” (Xanî)
Mexdûrîyeta gelê Kurd, jî ber destê birayên xwe yên Mûslîman e. Zor birîndarî jî dîsa bi derbên wan e. Istixbaratên emperyalîstan helbet li ser Kurdistanê hesabên kûr, bêdadî dikin lê sedema xem û xîyala Kurdan dîsa birayên wan in. Em hemû dizanin ku:
“Derdê xençer asan e lê Derdê xem zor giran e!” (Ş.M.Emîn el-Heyderî)
Kurd zêde tişt naxwazin. Piştî Îslamîyetê ev hezar sal zêdetir e, dîroka Kurdan a ku bi birayên xwe re derbaz kirîye ev jî şahîd e. Hêj Ecem, Ereb taybetî jî Tirk li van deran tûnebûn ev der war û welatê Kurdan bû. Yanê ev der Kurdistan bû. Gelê Kurd li ser axa xwe ya qedîm teva der-dorên xwe neva aşîtî û aramî de jîya bû. Bi Farisan re, bi Bîzansan, Selçûkî û nîhayet ji Osmanîyan re hevaltî, biratî kirîye. Kesên ku red û înkarîya wan, asimîlasyon û îmhaya wan re nexebitîne bi wan nîjad û dewletan re aşîtî û aramî jîyanek dom kirîye.
Dîrok jî şahid e; dewletên ku bi distûrên edalet û medenîyetê hikum kirine Kurdan, ew bi çavê biratîyê dîtine û nijadperestî tûcaran nekirîne. Bo biratîya gelan û yekîtîya dewletê hewandin û paristîna qewmê xwe nekirîye. Dewleta adil re behsa mafê xwe, bahsa navê Kurd û Kurdistan jî nekirîye.
Îro rû erdê nijadek mezlûm, hêjmarek 60-70 milyon heke bê dewlet û bê distûr e sedema herî mezin nezanîn nîne, ev esaleta ye, ev bîr û bawerîya biratîyê ye. Gerek birayên me, qiymeta vê fedakarîya baş bizanin û î’tiraf bikin.
Daxwazîya mehrûman ev e: Li ser axa bav û kalê xwe bi nav û nîşanê xwe, bi dîroka xwe bête naskirin; bi çand, edebîyat û zimanê xwe biştexile. Bi Kurdî perverdehî; çira, bo çi tehdîd e? 70 milyon gel heye, ziman heye, dîrok, çand, edebîyat, huner û hûnermend heye!.. Ka ev mafên fermî? Lazim e ku gelê Kurd, keyf û şahîyên xwe sûk û kolanan, sazîyan de bi qerarên fermî ava bike… Ev daxwazîyana teror nîne heqq e, esalet e; cehalet nîne medenîyet e!.. Bo yekîtîya gelan, bo beqa, asayîş û îstiqrara dewletê tehdîdek nîne, îstiqrar û asayîş e!.. Heke hişê dewletê li gorî sala 2025an nîne, hêj gor dema Şefên Millî bixebite; Kurd jî ji ûjdan û însafê dûr dikeve; ji wan hejmarek mezin we’dên emperyalîstan re wê bête xapandin.
Helbet biratî û yekîtî!.. Helbet tewhîd û ummet... lê ne ser distûrên Şefên Millî û dada Kel Elîyan!.. Êdî îro gelê Kurd ji gelek xêr û şerran re muxateb e.
Kurmanc ne pir bê kemal in emma di yetîm û bê mecal in
Fî’l cumle ne cahil û nezan in belkî sefîl û bêxwedan in (Xanî)
Daxwazîyên mehrûman re gotina tehdît; bi gotina Seyîd Riza “Eyîvo, gûneho, cinayeto!..” Ev eyb û guneh û cînayeta li enîya birayên me yên Mûslîman lekeyek mezin a reş tarî ye. Birayên Kurdan taybetî jî Tirk, xisûsen jî Serokkomar Cenabê Erdoxan wacib e ku van qirêjan; ewil li ser dewletê, dûvre ser enîya gelê Tirk -ku ev birayên me yên qedîm in- gerek rabike. Îro di vê dinyaya medenî de îsbata van cehaletan tunne û nabî!.. “Welle nabe, Bileh nabe!.. Şer giran dibe bilind nabe!”
Welatê Kurdan kû der e? Rehmetîyê Mele Mistefayê Barzanî bersîva wê sînorê daye: “Kurdistan; li kû derê kewa gozel û berû heye ew der e!”
Em vê distûra jî baş dizanin; Gelên dinê êdî ji her zemanê zêdetir tevlîhev bûne. Êdî di nav gelan de, nava dewlet û însanan de zêde sînor nemaye. Sînorê Kurdistanê yên qedîm ji Zagrosên tenişt Efxanistan dighêje Torosên Anatolyayê. Başûr jî nêzî Xelîca Besrayê ye. Ev sînor helbet mîna penîrê birandî nîne lê ev bo merivatî û medenîyetê pirsgîrekek bêçare jî nîne. Ji xwe gelên Mûsluman hetta gelên dinê; ji hevre kîn û dirêjîya wan hesaban jî nakin. Heke dewletên hêzdar û distûrên wan nebin nijadên dinê ev pirsgîreka çareser kirine. Biratîya gelan li sûk û kolanan bê distûr lê bê qisûr e!.. Distûrên dewletan, hikûmat û serokan benîademê rû erdê ji hev re kirine neyar!..
Barê Kurdan çi ye?
Me, behsa giranîya barê Kurdan kir. Barê Kurdan jî yên Kurdistanê jî heqîqet giran e. Eslê de’wê ev bar ne giran e lê ev sed sal e bi sê destan barê sivik giran bûye. Destek yên emperyalîstan; yê dî birayên me yên Musluman (Tirk, Ecem, Ereb); yê sisîyan jî Kurd bi xwe ne.
Ji emperyalîstan re bo jîyanê her daîm tefrîqe, şer û xwîn lazim e. Ev, hewceyiya gelê bê şefqet û dewleta wan a nîjadperest e. Hember wî jî nijadek bi kuştin û mirinê naqedin, natirsin, zîrek û mêrxwas in gelek wisan jî dixwazin. Ev fitreta jî ji herkesî zêdetir di gelê Kurd de he ye.
Bi destê birayên me yên Tirk; Koçgîrî, Dêrsim, Palo, Sason, Agirî, Zîlan… Bi destê Îranê; Tertela Simko Axa, Mehabad… Bi deste Ereban jî; Silêmanî, Erbîl, Koban, Efrîn û Helepçe… Ev temamî her yek mîna dagirkerî û komkûjîya Xezze li ser Kurd û Kurdistanê qewimîn! Van tertele û komkûjîyan tû carek ji alîyê emperyalîstan de nehatine behskirin û nehatine dîtin.. Dîsa wan emperyalîstan; demên bêdadîyên muhîm de gelê Kurd teşwîqa îsyan û serhildanan kirine lê belê bêdadîya dewletên nijadperest û zordar jî nepirsîne û nedîtine. Bi kurtasî lîstika; “kêrgoşê bazde, nêçîrvano lêxe” lîstine!
Vê lihîstika kêmasî sed sal e ji teref dewletên nîjadperest li ser serê gelê bindest û mezlûm tê lihîstin. Tev wê bazîça bê-siûd; hebûna Kurdan red û înkar bûye. Li demografîya wan koçberîya fermî ya zordestî û asimîlasyon ava kirine. Van karên cahîlî û bêdadîyan têra rejimên faşîst nekirîye di ser da jî zîndan, înfaz û bi deh hezaran failê meçhûl kirine. Evan jî têra nefsa van, dermanê tirsên wan nekirîye axir tertele û komkûjî kirine! Tiştek gewre muhîm ê dî jî kirine; “Ji xwe re derd, Kurdan re jî dersek dîrokî dane: Dijminê bav û kalan, nabin dostê lawan!”
-Di dengê dengbêjan de derdên Kurdan:
Qiyama Şêxan:
*”Çûm Bilîsê gelî b’gelî / Kevir nema bûne xwelî / Me wenda kir cotek Welî / Şêx Şabedîn Seyîd Elî / Kul tû’b kevî mala Walî / Fermana şêxan deranî / Birin Şêxan darda kirin / her dû çavan me kor kirin!” (Anonîm)
*Şêxêm qûrban tera nego neçe Dîyarbekra şewtî ha bi co ye Mala we Kurdan bişewite îro şêxan tînin ber îdamê zo bi zo ye (Şêx Se’îdê Kal)
*Bedîûzzaman şêrê meclîsê ji dewleta kûfrê hîsab dipirsê..(Nûrsî)
*Mi go dîsan çi bû çi çirîya / Korê marûmê li çokên xwe dixist digo Riza nexweş ketî yeqîn bizan derman dane!..” (Xalitê Cibrî)
*”De Xalo! De Xalo!.. Lingên min qeydan de destên min kelepçan de rizyane / Hewar e Xalo!../ Wez girtîme li xerîbîyê”
*Heyfa min nay kuştin û mirinê mêran û şêran / Ev berê de ji mêran re edet e
Silêmanê Ehmed komê Hesanan, Keremê Kolaxasî pêş çavê min e
Heyfa min tê wê heyfê tilya Şe(ha)d(et)ê li mi nagere
Ez Kerem bim ez Kerem bim.. Em firarê dewletê qaçaxê Romê ne. Piçûk û mezinê me berê de Mirûd û can-fîdayê Mala Şêx in. (Serhildana Agirî û Ferzende Beg)
*Sibe ye nemînim Çûme Tewrêzê heyanê Tehranê / Agir û kulê bikeve kal û qerar û siûd û bextê Şahê vê Îranê...” (Simko Beg Şîqaqî)
*Hekayetên Eşq û evînê de:
*“Berfek barî wê berojî / Rebbîyo tû kesî nekî sêwîyê ap û amojê!../ Sîyabend got: Ez nêçîrvan bûm../ Kes nedî bû nêçîr vegere Nêçîrvanê xwe bûkûje! / Xecê dike dilezîne / …Xû li ser darê Sîyabendê Silîvî dixîne..”
Sîyabend û Xecê serê Sîpanê dibin dû gol. Şîn dibin meha Sibatê.(E. Evdal, H.Cindî)
*Heyata Mem û Zîn jî ‘eqîbet bêmiradî ye… Zîn, bo memê dexaletê Bavê xwe dike:
“Mem bo min û merhemet ji bo teê Xem bo min û seltenet ji bo te”(Xanî)
*Tû xan nînî tû birayî / Li hemû şolan destûr dayî / Min da te temen cîyê gayî / Ji xwe re bike birc, beden û avayî!..// Kûştin ji xan û mîran! / Bi tifeng û tix û tîran! / Ser qût û bitnê şûran! / Laş bûne mîna gêran!..” (Lepzêrîn- Keleha Dimdimê)