Bi navê Xweda…
Razi dehrê ji sipihrê tû nizanî bi cedel
Hîkmetê da were tû-j hikmeti dawer meke behs (Cizîrî)
Sed hezar hemd û şukur ji Xwedê re ku em Musluman xuluqandine û ji bo zanîna ‘ilm û me’rîfetê hiş û zeka da me.
Bi şeklekî giştî tesîreke gelek tûj û dijwar heye ji çapemeniyê re. Îro bi riya çepemeniyê têgihîştinên xelkê şekil distînin yan jî tên guhertin. Çimkî muhendisiya ku di çapemeniyê de tê kirin gelek bi quwwet û gelek dijwar e. Di dewletekê de di paş artêşa ‘eskerî de artêşa çapemeniyê tê. Artêşa ‘eskerî bi sîlih û muhîmmatên fîzîkî şerrê fîzîkî dike. Di vî şerrî de bedena însan zirarê dibîne yan tê kuştin û mal zirarê dibîne. Artêşa çapemenîyê jî bi nivîs û propaganda û reklam û agadariyan şerrê fikrî dike. Fikr û tesewwura însanan bi agadariyên rast û qenc yan bi bal qenciyê ve tê guhertin û se’adeta dunya û axretê kesb dike. Yan jî bi agahdariyên derew, bi dezenformasyon û propagandayên xerab bal neqenciyê ve tê guhertin û zirarê dibîne; axretê jibîr dike û di dunyayê de jî rihetîyê nabîne.
Çapemenî di heman weqtê de şoreşgerî ye, tekoşîn e, rêbiberxistin û rêronîkirin e, î’lankirin e. Ji bo dawetvanên doza Îlahî î’lankirina rastî û heqiyê ye li hember nerastî û neheqiyê. Ji bo karê emrê bîl me’rûf û nehya ji munkerê yek ji wesîleyên herî bi quwwet e. Bêganemayina jê qusûr e, ‘eyb e, paşketin e, ğeflet e, ne ‘eqlane û ne jî hîkmet e. Hêlên ku baştir û bêtir bikar tînin bi quwwettir in, ê ku bikar nayênin yan kêm û nebaş bikar tînin jî ze’îf in, qels in, meğlûb in.
Di vê ‘esrê de ji bo ku Kurd bi quwwet bin xweyheqî tenê ne kafî ye. Gelek hêlên xweyheq hene ji ber ku dengê wan wek ê neheqan dernakeve neheq tên zanîn û kesên ku li wan neheqî û zulmê jî dikin xweyheq tên zanîn. Çapemenî piştgiriya kî bike civak jî bi hemî saziyên xwe piştgiriya wî dike. Civak piştgiriya kî bike ew bi qewwet dibe, bi ser dikeve, dighîje hedefa xwe. Ji bo piştgiriya civakê jî riyên ragihandin û çapemeniyê zerûr in, mecbûriyet in, ferz in. Yan na hêlên batil û neheq û zalim ku çapemeniyê herî baş bikar tînin bi piştgiriya xelkê her daîm wê biserketî bin, wê xweyheq werin zanîn û bi qewwet bin.
Hem ji hêla komelayetî hem ji hêla siyasî ve çapemeniya Kurdî girîng e. Dîn, ‘urf û ‘adet, bîr û bawerî, ziman, çand, folklor, ziman û edebiyata Kurdan ji hêla komelayetî ve rengê tebî’î yê Kurdan dide nişandan. Êzîdî, ‘Elewî û ji dînên din Kurd hebin jî bi giştî Kurd bi Îslamê tên naskirin. Hê di ‘esra se’adetê de bi şeklekî tebî’î û bi rizaya xwe Kurdan dest bi Muslumantiyê kiriye û pê bi pê hemî welatê Kurdistanê xwe bi Îslamê girtine. Bi hemî rih û canê xwe, di hemî cûrên jiyana xwe de bi Îslamê dilşad bûne. Ziman û edebiyata wan, ‘urf û ‘adetên wan, tevgerên wan û peywendiyên wan bi nûra Îslamê ronî bûne.
Ji bo ku Kurdan ji nasnameya wan dûr bixin, wan ji Kurdayetiyê derxin projeyên gelek mezin û bi quwwet hatin çêkirin. Bi van projeyan dixwazin cewherê Kurdayetiyê nehêlin, nava Kurdayetiyê vala bikin û qalik tenê bihêlin. Laiklik, sekulerîzim, modernîzim û neteweperestî çend felsefe ne ku ji vê projeyê re xizmetê dikin. Esasen van felsefeyan gelek Tirk û ‘Ereb û gelek qewmên Musluman yên din û hetta gelek qewmên ne Musluman jî ji esl û nasnameya xwe dûr kirin, ew kirin dunyaperest. Wan ji qîmet û muqeddesatên wan yên me’newî, xusûsiyetên însanî tecrîd kirin. Temaman kirin dunyaperest û zewqperest. Ew qas bûne dunyaperest ku li ber çavên wan ji qewmê wan Musluman têne qetilkirin û ‘eciqandin piştgiriya Muslumanan nakin û a emperyalîstan dikin, emperyalîstan wek xelaskar ji xwe re dibînin. Her wiha xelkê Filistîn û Ğezze tên qirkirin vana dibêjin “ew mesele me ‘elaqe nake”, ûjdan û merhemeta însanî bi temamî winda kirine.
Li ser Kurdan xebateke taybet tê kirin da ku wan bikin civakeke sekuler. Bi hawayê ku li ku dera dunyayê behsa Kurdan were kirin ne qewmekî dindar ê Musluman; qewmekî sekuler were ber zihna merev. Meğdûriyet û mezlûmiyeta wan a qewmî jî ji bo vê projeyê tê îstîsmarkirin (îstîğlal kirin). Propaganda dikin û dibêjin eger Kurd sekulerîzmê ji xwe re nekin felsefe da’wa Kurdayetiyê nayê meşandin. Dewreke materyalist çêbûye ku însan ji eşya re îbadet dikin, madde kirine îlah, kesên bi hêz bûne pût û senem. Kesên ku de’wa heqîqetê jî dikin zen dikin ku her tişt di gotina de diqede, ji xeberdanê wir de kes tiştekî nake.
Di vê dewrê de di bedêla heqîqetan de siya wan hukum dike. Hewqas riyakarî zêde bûye kes îdî bi eslan ‘emel nake. Kar û meşğeletên laûbalî, hetta şuğlên bi zirar temamê weqtê însanan dibin û dikujin. Propaganda û reklam bûne sebebê ku riya fikr û sin’et were girtin. Tiştên sexte û heqîqî tevlihev dikin, qencî û xweşkayî ji qîmet dixînin.
Ji hêla siyasî ve jî; meseleya Kurdî ji bo ku çareser bibe lazim e di mecraya xwe ya tebî’î de were meşandin. Di vê xalê de girîngiya çapemeniya Kurdî derdikeve holê. Kurd lazim e çapemeniya xwe saz bikin û ji hêza wê îstîfade bikin, bi nasnameya xwe ya ku Îlahê ‘Alemê ji wan re lutuf kiriye derkevin pêş û rê ji mudaxeleyên biyanî re nehêlin.
Bi tesîra çapemeniya sekuler, însanên me yên îro, zen dikin ku bi her tiştî dizanin, zen dikin ku gelek jîr û zana ne. Bes heyata wan, eslê wan, nasnameya wan tê dizîn. Çimkî medyaya laîk û sekuler nahêle ku zihn û ‘eqil îdî bifikire, xwedîyê xwe hişyar bike. Teknîk, rojname, televizyon, sosyal medya li pêşiya rih û besîretê bûne wek perdê, wek dîwarekî nahêlin Kurd heqîqetê bibînin. Hal ew e di eslê xwe de van wesîleyên çapemenîyê ji bo îdrakkirina heqîqetê wesîle ne, ji bo ku besîret û zihin bişuğulin gerek vana wezîfeya ‘eynikê bibînin.
Ji aliyekî din ve jî qetlî’am, qirkirin, anarşî û teror gelek bûne populer. Gotina nerm û ‘emelê qenc zêde pere nakin. Ev tev jî bi quwweta çapemenî, reklam û propagandayê hatine serê xelkê me. Çapemenî kare di welatekî de îdeolojiyekî, dînekî beşerî, hereketeke şoreşgerî peyda bike. Bi sebeb çapemenî, ragihandin, rojname û medyayê însan îdî nafikirin, lêkolîna nakin, li dû heqîqeta meseleyan nagerin, dema fasiqek xeberekê tîne teftîşa wê xeberê nakin, hetta fasiqan fasiq nas nakin, fasiqên hilebaz ji xwe re serok dizanin. Ji bo ku heqîqetê nebîne li pêşiya însanê me dîwar hatiye avakirin. Hatiye haletekî wisa ku xelkê me yê Kurd ji bo xatirê doza Kurdayetiyê ji îlhada marksîzmê re musamehe dike; hinik kesên ku ji nêz û dûr ve têkiliya wan bi Kurdayetîyê ve tuneye, li dijî dîn û ‘adet û dîrok û kultura Kurdan e, bes bi î’tîbar gotinên wan ê siyasî wan pêşkêşê Kurdayetîyê qebûl dikin.
Ji ber vê, di destpêka fikra netewî de di welatê me de ‘alim û rewşenbîrên wê demê yên wek Bedî’uzzeman, Pîremêrd, Xelîl Xeyalî û herwekî din girîngî dane çapemeniyê. Kîtap, kovar û rojname derxistine û belavkirine.
Îro Kurd ji bo ku wek xwe û li ser vê nasnameya xwe bimînin, nekevin bin tesîra cereyanên neyênî (selbî, menfî) û nebin ‘uzwek ji hêza emperyalîzma ‘alemî û nebin şûrê celladê xwe lazim e di çapemeniyê de bi vî rengê xwe derkevin pêş. Li hember sekulerîzm û îlhada Marksîzmê nasnameya xwe ya Îlahî bikin ‘elem û beyreq. Wek Seydayê Cizîrî:
Bil ji Sultanê Qidem min bi tu ‘îqrarê nehin
Ger li kaba me nihen metqeb û bizmarê hudûs
“Ji ğeyrî Sultanê Qedîm ez bi tu kesî îqrar nakim. Welew bi metqebê gûzeka min qul bikin û bizmarên hesinî pê de bikutin.”