Parsekiya xiyalan dikim
Wan li ber tîna tavê diguvêşim û
Ji xwe vedişêrim
Rojê du saeta
Ji ruhê rojê kirê dikim kulên berbiroj
Her roj
Û bi çavan bera newala şevê didim
Şevê du saeta
Dunya li dij wan/me, ew/em jî gurên hev
Li refên têtî difikirim
Rojê du saeta
Terkeserê vê dunyayê dibim, bi qena’et
Mişextî me, li nav milkê bavê lewra
Rojê bîst û çar saeta