Hêdîka
Nermenerm ber bi şevê ve çûyî
Te destê xwe vêxist
Û qad, kolanên dilê min bû
Ez bûm yê li ber xwe ketî
Ez bûm yê ji êşan vêketî
Rûniştî me li tenişta zarokatiya xwe
Xortanî şewitî di nav hêvîyên delodîno de
Niha navsere me, ‘elettewş
deriyê mirinê
Û deriyê kaliyê vekirîne, li ser piştê
Hê jî ji bêdiliyan, ji dudiliyan ji nakokîyan
Pê li hişê xwe dikim
Dev li dilê xwe jî…
Te rê li ber min girtin
Ez îro feylesof nebim jî
Şêt im, teqez
Lê dizanim
Nejirêzê me êdî…
Dax kirin hemû bedxuyên te
Digel bêbiryariyên li ser hev
û hemû nepeniyên te
yên berbendkirî û derbendkirî
Ez li kolanên vî bajarî
Li xwe
Li heşê xwe digerim
Ji ber seqema xemsariya te
Belê
Te ne ez kuştim
Ne jî te ez hiştim
Li vê adarê, li vê berwarê û li vê kinarê…
Bi hêviya dilopên baranê û
Germa havînê