Başî; serastkirina çewtîyê, sekinandina xerabîyê an jî ji holê rakirina nebaşîyê ye. Çima azadîya kesê ku dixwaze nebaşî belav bibe heye; lê çima azadîya kesê ku dixwaze wê nebaşîyê bisekinîne an jî wê ji holê rake nîne? Helbet herdû azadî jî hene; lê li gorî şert û mercên çanda civakan, li her deverê tên guhertin.
Ji ber ku bedeleke azadîya tevgerên nebaş heye û wê bedelê civak pevre dide, ti kes nikare bibêje elaqa te ji azadîya min nîne. Tevgerên nebaş ew in ku zerarê didin beden û rihê mirovan.
Meyfiroş, dixwaze dikaneke meyê veke an jî dikanên xwe yên meyê bêtir bike. Ew li tenduristîya bedena mirovan an jî li asayîşa derdorê nafikire. Ku kesekî mey vexwar û xwe tazî kir, ew azadîya wî kesî ye û meyfiroş jî wê derfetê û azadîyê dide wan kesan. Lê ku başker û serastkerên hêja hewl bidin ku meyxane an jî dikanên meyfiroşan bigirin an jî hejmara wan kêm bikin, wê demê pirsgirêk di navbera mêjîyê araqvexwarî û yê li ser hişê xwe de derdikeve. Yek ji wan dijminê mêjî ye; lê ku te berjewendîya wî xerab kir, dengê wî dijminî bêtir derdikeve. Yên ku guh didin wan li pêşeroja zarokê xwe nafikirin. Kesên ku li hemberî belavkirin û firotina cureyên meyê dernakevin, li civakê nafikirin, li tenduristîya mal û civakê nafikirin. Ma meyvexwar ji bilî xwe jibîrakirinê –ku ew jî ne fêdeke baş e- çi fêdeke mezin dîtîye ku dixwaze kesên din jî vexwin? Ma kê çi xêr ji meyê dîtiye ku dewlet her ku diçe bêtir destûrê dide hem kargehên meyê hem dikanê meyê hem meyxaneyan. Wekî dewlet, divê tenduristî û asayîşa gel biparêze, naxwe çima azadîya nebaşîya wan kes û tevgerên hindik pêştir dibe? Gelo zerara ku vexwarina mey û cureyên wê tevde dide gel çiqas e? Kesên ku vedixwe û qeza dikin, kesên ku vedixwin û hinkê din dikûjin, kesên ku vedixwin û mala xwe xerab dikin… Ev zerar ma ne ji bêrîka me tevdan derdikeve?
Daringên ku zerarê didin mêjî û aqilê mirovan yek jê jî esrar, eroyîn, kokayîn û jahr û ziqimên din in. Bi tevayî li cîhanê her çiqas qedexe bin jî roj bi roj firotin û bikaranîna wan bêtir dibe. Divê êdî rêvebir, karmend an jî polîsên ku peywira xwe nakin jî bên cezekirin. Divê desthilatdarîyeke raser li ser dewletên netewî jî hebe ku van dewletên netewî jî ceza bike.
Başî, bitevayî di qanûnan de eşkere ye; lê nebaşî li dijî qanûnan veşartî ye û bi dizî tê kirin. Li hin deveran nebaşî eşkere jî tê kirin. Ji ber ku mirovên wê heremê, xuliqandina xwe ya siruştî ji bîra kirine.
Ku fitreta mirov xerab nebûbe, ji nebaşîyê aciz dibe. Ku mirov, bextê xwe reş nekiribe li hemberî neheqîyê hevalê mezlûm e. Lê ma gelo ku du kesan li derve, di nav xelkê de bi şehwet hevdû hembêz bikin û hevdû ramûsînin û mirovek ji wan aciz bibe, wê ev pirsgirêk çawa çareser bibe? Yên ku hevdû maçî dikin jî wê bibêjin ev azadîya me ye, elaqa ti kesî ji me nîne; lê mirovê ku ji wan aciz dibe jî naxwaze wê tevgerê bibîne, lewra li gorî wî mirovî ev tevger kerîh e û divê veşartî bê kirin. Di vê bûyerê de tevger ji ber ku li derve ye û heqê civakê hemî li derve heye -her çiqas li gorî kirdeyê tevgerê guherbar be jî- heqê nebaşîyê li derve nîne. Lewra ku yek jî jê aciz bibe, heqê kesekî raserî azadîya wê nebaşîyê ye. Ji xwe derve maleke hevpar e û heqê herkesî divê bê parastin. Heqê kerihî û nebaşîyê jî ku qewimî jî belav nebe.
Azadîya nebaşîyê, belavbûna wê ye. Helbet mirov nikare nebaşîyê hemî tine bike; lê belavbûna nebaşîyê pirsgirêk e. Ji nebaşîyê re teqez divê azadî nebe, beravajî divê astengî, qedexekirin û ceze hebe. Lewra nebaşî, ji alîyê exlaq ve kirêt e û civak pê xerab dibe. Homoseksueltî, nikare di nav gel de belav bibe; lewra dijminê hebûna paşerojê ye. Eger civakek vê azadîyê û derfeta belavîyê bide, dike ku weke xwe bikûje. Hinek hene bi cil û berg û xemilandin û amelîyatan bi zayenda zarokên xwe dilîzin. Wê heqê van zarokan kî ji wan bistîne? Kê ew heq daye wan ku bi paşeroj û psîqolojîya wan bilîzin? Ji xwe li hin dewletan ji vê guhertinê veger jî tine ye.
Emê ji nebaşan re jî başîyê bixwazin. Ji tewanbar û gunehkaran jî. Her astengî an jî qedexekirina tevgereke li dijî mirovan, başîyê bi nebaşan jî dike. Qumar, piyango, ganyan, toto-loto an jî lîstikên şensê hem malxerabî ye hem kedkuştinî ye. Dewlet ji bedêla ku van lîstikan fermî bikin û bacê ji wan bistînin, divê rê û derfetên aborî şanî mirovan bidin ku karibin jiyana xwe bidomînin. Di deynê bizêdekirin de jî (faîz- riba-kredî) dewlet tawanbar in; lewra zêdekirin, dijminê aborîyê ye û civak pê xerab dibe. Di civakê de hinek pê tevdigerin; lê hinek jê jî xwe distirînin. Ku banqe ye bidexile, dewlet wê zerarê ji baca ku daye ser hev dide wê banqeyê. Lê dawî neheqî li kesên ku xwe ji faîzê distirînin tê. Lewra divê dewlet derfetekê ji wan re çê bike an jî kêmanî benqa fermî divê bêfaîz be û baca hemwelatîyan di ber zerara benqeyan neyê xerçkirin. Wekî benqê faîzê, karekî baş dikin û ji xwe ewle ne bila bi şîrketên sîxortayan xwe sîxorte bikin.
Başî jî dixwaze di nav civakê de belav bibe, nebaşî jî. Başî jî dixwaze pêş bikeve nebaşî jî. Lê tu kîjanê dixwazî? Azadîya nebaşîyê an ya başîyê?