"Aqilê selîm encax di bedeneke sax û saxlem de çêdibe."
Ew kesê ku hay ji tendurustiya xwe tunebe û ji nexweşiyan ra mexlûb bibe, çawa îzdirab û êşa nexweşîyan bikşîne wê wisa jî di aborî û pêkanîna şertên îdarê de tengasî bikşîne, bi awayekî dilxweş nikare li zar û zêçên xwe binêre, rizq û aborîya wan temîn bike.
Her wiha çawa nikare ‘ilm û zanist û kemalatan bi destbixe, wisa jî di qada jîyanê de serkeftî nabe.
Ew tendurustîya ku bi maneya berdewamkirina hemî azayên bedena mirov di nav ahengeke mumtaz de ye, di piştî îman û bawerîyê re nî'meta herî mezin û birûmet a Xwedê ye, ji ber vê qasê divê em di cih û weqtê wê de qîmet û rûmeta wî bizanibin û bizanin ku dûrketina ji her tiştên kû tendûrûstîya mirov xirab dikin lazim û pêdivî ye û wezîfeyekî dînî û olî ye.
Xweda di Qûr'ana pîroz da wiha ferman kirîye:
Bi destê xwe, xwe navêjin xeter û tehlûkeyê.(Beqere 195 ayet)
Pêxember jî (s.x.l.) di hedîseke xwe da wiha dibêje:
“Berîya pênc tiştan, bi nirxa pênc tiştan bizanibin:
1.Berîya mirinê bi nirxa jiyanê bizanibin.
2.Berîya nexweşiyê bi nirxa tendurustîyê bizanibin.
3.Berîya mijûliyê bi nirxa wextê xwe yê vala bizanibin.
4.Berîya pîrîtiyê bi nirxa ciwaniyê bizanibin.
5.Berîya xizaniyê bi nirxa dewlemendîyê bizanibin.
Divê em vê hedîsa bi qîymet baş fam bikin. Lewra pirê mirovan bi qîymeta wan nizanibûne û Xweda jî ji wan standiye, pişt re poşman bûne; lêbelê poşmaniya wan bêkêr bûye.
Dema ku em ji hêla tendurustîyê ve li derûdorê xwe dinihêrin mixabin em dibînin ku hem li welatê me, hem li cîhanê giştî, ew banek û tiştên ku zerarê dighînin tendurustîya mirovan pirr in. Ji ber ku em nikarin îro li ser wan hemûyan bisekinin, bitenê emê îro di hêla tendurustî û di hêla dîn de li ser zirar û xeterên cixarê bisekinin.
Bi gora tesbît û kifşekirina ‘ilma tıbba hemdemî ya modern di cixarê de bi qasî sê hezar(3000)madde û bûjenên ku zirarê didin tendurustîya mirovan hene, lê di cigarê de tu faîde nehatîye tesbîtkirin.
Di serê van maddeyên bi zirar de maddeya nikotîn û maddeya ziftê tê ku nikotîn jehreke wisa dijwar e, dema ku têkeve reh û damaran xwedîyê hêzeke kûjer e.
Ew pereyê ku didin cixarê îro sermayekî pirr mezin e û beredayî tê heba kirin. Ew pereyên ku ji qirika zar û zêçan tê birîn û cixare pê tê kirîn, bê şik û şûbhe îsraf û desbelatî ye. Îsraf jî di dînê me de gûnehekî mezin e.
Her wiha mirovê cixarekêş bi bihna cixarê misilman nerehet û aciz dike, lewra bihna wê pir pîs e,ev jî gûneh e. Ji ber vî qasî divê em ji cixarê dûr kevin, qedr û qîmeta tendurustîya xwe bizanin û nebin mînakekî xirab ji bo xort û ciwanên xwe.
Ezê vê niwîsa xwe bi van hedîsên Pêxember (s.x.l) biqedînim:
“Dû nî'met hene pirê însanan qedrê wan nizanin û di wan de xapîyane: Yek sihhet û tendurustî ye, ya din ewleyî û îtîmad e. Ji Xweda afiyetê bixwazin çunkî pîştî yeqîn û bawerîyê, ji ti kesî re nî'metek ji afîyetê mezintir nehatîye dayîn.”