Rojek ji rojan rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran ji xeynî hesûdkar û şeytanên li ber qûlê dîwaran.
Dibêjin rojekî zilamekî ji jina xwe ra gotiye
-Min bêrîya dîya xwe û bavê xwe û xwûçk û birayê xwe kiriye, ev çend sal in nehatine mala min û min ew nedîtîye. Daxwaza min ji te ev e: Sibê mala xwe paqij bike û bide hev, dev li ken be, rûyê xwe xweş bike û xwarineke baş ji wan ra amade bike. Ezê gazî wan bikim bila tev werin mêvandarîya min da ku ez bi vê xizmeta te serbilind bim.
Jina wî devê xwe xwar kir, di ber xwe de kenîya û bi dengekî hêdî got “Înşallah.” Zilamê pîrekê ji ber vê bersiva xanima xwe got:
-De baş e madem te got “înşeallah” ezê sibê xeberê ji wan ra bişînim bila werin mala me.
Serê sibê zilam ji mala xwe derket û wekî her car çû ser karê xwe û heta danê nîvro şûxilî û îzna xwe stand, zivirî hat malê. Dema zivirî hat malê ji jina xwe ra got:
-Jinê ka te xwarin çêkir, ka te mal da hev yan na, va wext nêzîk bû, piştî seeteke din wê mêvanên min werin.
Jinê ji ber van gotinên zilamê xwe wisa lê vegerand:
-Na welehî, min mal nedaye hev û min xwarin jî çênekeriye. Dê û bavê te ji xwe ne xerîb in. Hema kengî tên bila werin, di malê da xwarin çi hebe bila ew jî rûnin bi me ra bixwin.
Ji ber van gotinên menfî yên pîrekê zilam xwe aciz kir û got:
-Jinikê madem te xwarin çê nedikir te çima doh ji min ra negot ez çênakim, pişti ku min gazî wan kir û bîstekî din ewê li derî bixwin û werin malê te çima ez di vê şermê da hiştim?
Jinikê jî wisa li zilamê xwe vegerand:
-Camêr ka bisekine, bila werin ji xwe ne xerîb in ezê bêjim em pêra negîhîştin haziraya we bikin û ez ê ûzra xwe ji wan bixwazim. Eva xilas bû çû nehêja ye tu vê meselê di çavê xwe da wisa zehf mezin dikî.
Zilam bi vê gotinê hêrstir bû û jê xeyidî û hema dest avêt milê derî vekir û derket derva û çû. Jinik tenê di mal da ma, piştî çend deqîqeyan hinekan li derî xist. Jinik hema rabû çû derî vekir; lê dema derî vekir dît û çî dît, wa dîya wê û bavê wê xwûçk û birayên we tev li devê derî sekinîne û hatine mala wê. Gava çav bi wan ket hema ji şerman serê xwe da ber xwe û di ciyê xwe da qutifî bû mîna hingivê bi şekir. Xwedê kesî dê şermê da nehêle. Dê û bavê jinikê ji kêfa dîtîna qîza xwe hema loqegir xwe avêtin nava xêni û pintî bûna qîza wan li ber çavên wan ket û qet dengê xwe nekirin. Bavê jinikê got:
-Qîza min ka mêrê te?
Qîzê ji bavê xwe re got ku mêrê wê hema berîya ku ew werin çend deqa ji mal derket û çû. Bavê wê jî got :
-Keça min doh mêre te ji bona mêvandariyê gazî me kir û got “ezê hazirîya we bikim.” Wî zehf rica ji me kir me jî wî neşikand û em hatin. Ew çima derket me fêhm nekir.
Bi vê gotinê jinê fêhm kir ku ew mêvan dê û bavên wê bûn; ne dê û bavên mêrê wê bûn. Dîya jinikê çû mîtbaxê dît wa fîraqê heftekê tev ne şûştî û li ser hev in, nanê somin li dezgehê bûye mîna darê mazî û mêş li tasika rîçalê rûniştine û kêf kêfa mêşan e. Dîya jinikê hat ba qîza xwe û got:
-Qîzê! Ev çi hal e, ev çi çapalî ye, te çima wisa dev ji xwe berdaye, ma qey ez wisa çepel bûm, Te çawa wilo dev ji mala xwe berdaye?
Qîza wê deng nekir û çû ket odeya xwe, telefonî mêrê xwe kir û bi dengekî bilind xwe aciz kir û got:
-Te çima ne got ew mêvan dê û bavê min in, te ez di vê şermê da hiştîm, hey mal xerap!
Zilam kenîya kenîya û got:
-Ti ferq di navbêna dê û bavê min û di navbêna dê û bavê tê da tine. Jinê eger te jinantîya xwe bikira ti pîrsgêrêk çê nedibû. Gotînek wilo heye “Qencî kiro bi xwe kiro xerap kiro bi xwe kiro.” Eger te guh dabana bi vê gotinê ev tiş nedihat serê te.
Jinê fêm kir ku sûcê wî ye û jê ra got:
-Heyra de baş e, min sûcê xwe qebûl kir. De hema zû xwarineke hazir ji aşxanekê bixwaze da ku ez deynim ber wan. Lewra ew birçîne û tiştekî xwarinê di mal da nemaye.
Zilamê wê lê vegerand û got:
-Dê û bavê te ji xwe ne xerîb in, çi di malê da heye hema deyne ber wan, bila bixwin û wê telefonê jî bigre ez vê gavê dervayê welat im…
Qisse û hîkaye bi vî awayî bi dawî dibe. Lê belê lazim e jin û mêr qîmeta hev zanibin û ti carî ferqê nexwin navbera dê û bavên hev û zanibin ku mêvan mêvanên Xwedê ne û lazim e meriv her tim ji tiştên herî xweş ji wan re îkram bike.