Ji rojan rojekê yekȋ gelekȋ dewlemend tê serlêdana Seyda dike ȗ jê re dibêje: “Ey Seyda! Her tiştê min heye lê belê xweşȋ ȗ aramiya min qet tuneye. Ka ji vȋ derdê min re çareyekê bibȋne. Tu bijȋşk neman ez lê negeriyam. Bijȋşkan venêrȋn dikirin ȗ ji min re digotin: Tu nexweşȋ ȗ nerehetiyên te tune ye ȗ heman awayȋ di laşê te de tu kêmasiya vȋtamȋnan jȋ tune ye. Tew zêdeya vȋtamȋnê heye.”
Seyda xwe negirt ȗ ji nişka ve xwe avêt nav peyvê ȗ wiha got: “Bisekine hela bisekine. Ka ȋcar jȋ emê te venêrȋn bikin ȗ li kêmasiya vȋtamȋnê binêrin. Weke ku wan got heke di laşê te de zêdebȗna vȋtamȋnê heba, divê tu nerehet nebȗya.” Piştȋ vê gotinê Seyda derbasȋ pirsên xwe bȗ ȗ wiha pirsȋ: “Ez lê dinêrim ku ‘elamet ȗ nȋşana pȋrbȗnê ango porsipȋbȗn di te de dest pê kiriye. Gelo tu limêja xwe dikȋ yan na? Navbera te ȗ ȋbadetan çawaye?” Zilamê hanê bi dijwarȋ be jȋ ev heqȋqet li xwe mikur anî ȗ wiha berdewam kir: “Nexêr. Niha min hȋn dest bi limêjê nekiriye.” Seyda: “Lê biner! Di te de vȋtamȋnên manevȋyatê ya vitamȋna A’yê tune ye. Te dȋt!”
Seyda dȋsa pirs kir ȗ got: “Navbera te ȗ rojiyê çawaye? Tu rojiyê digrȋ yan na?” Mêrikê hanê dîsa tengijȋ ȗ got: “Na, niha min dest bi rojȋgirtinê jȋ nekiriye.” Seyda: “Wax li te be! Vȋtamȋna B’yê jȋ di te de tune ye.” Seyda sewalkirina pirsên xwe domand ȗ got: “Te got ez merivekȋ dewlemend im. Ka gelo tu zikata xwe çawa dihesibȋnȋ?” Mêrik: “Ma ez zikata xwe nadim ku ez bihesibȋnim. Heta niha min zikat mikat jȋ nedaye.” Cenabê Seyda matmayȋn ȗ ‘ecêbmayȋ dimȋne ȗ dibêje: “Hela lê binêre! Di te de vȋtamȋna C’yê jȋ tune ye. Tunebȗna ew qas vȋtaminan gelo tu yê çawa bigihȋjî xweşȋ ȗ aramiyê?”
Têkiliya di navbera Seyda ȗ merivê dewlemend de dom kir. Seyda: “Tu çȗyȋ Hecê yan na?” Mêrik: “Na, heta niha min wext nedȋt ku ez herim Hecê.” Seyda: “Tu çi dibêjȋ ? Wê gavê vȋtamȋna D’yê jȋ di te de tuneye.” Seyda li pêşberȋ vê rewşa hanê xemgȋn bȗ ȗ sewala xwe ya dawȋ jê pirsȋ: “Xwarin ȗ vexwarinên ku te stendine gelo heram tev lê bȗye yan na?” Mêrik ket nav fikaran ȗ piştȋ demeke kurt wiha got: “Belê, hindik be jȋ car caran heram tev lê bȗye. Lewra di vȋ zemanê hanê de ma derfet e ku tu xwe ji heram meraman biparêze.” Seyda, biriyên xwe tȗj kir, awir lê da ȗ got: “Te xwarin ȗ vexwarinên mȋkroban dihewȋnin xwariye an jȋ vexwariye. Ji ber vê yekê jȋ helbet dilfirehȋ ȗ dilxweşiya te qet çênabe. Heke tu jiyana xwe bi vê helwestê bidomȋnî, mixabin tu yê ji xweşȋ ȗ aramiyê her dem bêpar biminî.”
Seyda li vegotina xwe ev jȋ zêde kir ȗ got: “Li ser ewqas tiştên ku Xwedayê Teala emir kirine lê te nekirine an jȋ bi cȋ neanîne, disa jȋ derfeta xelasbȗna te heye. Ango ji bo rizgarbȗna te çare heye. Lê belê divê tu kêmasiya van vȋtamȋnên hanê temam bike ȗ tiştên ku di xwe de mȋkroban dihewȋnin nexwe ȗ venexwe. Wê gavê tu yê dilgeş ȗ bextewar bibȋ…”
Ferhengok (Kurdî – Türkçe)
Ango: Yani Aram: Sakin, huzur, istikrar Bijîşk: Doktor Derfet: İmkan, olanak Dom: Devam etme, sürme Dewlemend: Zengin Helwest: Tutum, tavır Heman: Aynı, özdeş Kurt: Kısa Matmayîn: Baka kalış, dona kalış Mikur: İtiraf Mixabin: Maalesef, ne yazık ki Nexêr: Hayır Rizgarbûn: Kurtulmak Serlêdan: Müracaat eme, başvurma Têkilî: İlişki Vegotin: Anlatım Venêrîn: Kontrol etme, yoklama, muayene etme Vexwarin: İçecek Xemgîn: Üzgün, üzüntülü, dertli Xwarin: Yiyecek, besin, gıda