Rojek ji rojan darbirek li daristanê dema ku dar dibirî li rastî marekî hat. Wî dixwest bivir di destê xwe de rake û li serê mar bixista lê belê dûvre biryara xwe guherand.
Mar ji ber vê yekê pir dilzîz bû û got:
-Ey însan! Te rehm li min kir, ezê xêrê li te bikim.
Piştî van gotinan mar xwe avêt bîreke kor û winda bû. Demek şûnde bi zêreke ku di devê xwe de girtibû vegeriya û got:
-Ji niha û pê ve ez ê heta dawiya jiyana xwe her roj zêrek bidim te.
Darbir zêr girt û wê rojê li mala wî şahî hebû. Wî ji yekî endamê malbata xwe bi xwe re jî negot ka çi qewimîye û çi bi serê wî de hatiye.
Darbir bi salan her roj diçû ser bîrê, mar dihat û zêrên wî teslîm dikir. Rojekê darbir bi giranî nexweş ket. Êdî nikaribû biçûya ser bîrê. Piştî çend rojan, ew digel dewlemendîya xwe kete nav tengîyê.
Darbir gazî kurê xwe kir û sirra mar jê re got û wisa jê re got:
-Here kaniya kor û bêje ku tu kurrê min î; mar wê zêr bide te.
Kurê wî ji gotinên bavê xwe bawer nekir. Lê dîsa jî çû cihê ku behs kir. Mar pêşî tirsiya û xwe veşart, paşê xuya bû. Gava pê bawer bû ku ew kurê darbir e, daket binê bîrê û zêr anî.
Lawik fikirî ku ev bîr tije zêr e û ji ber hêrsa zêran xwest ku mar bikuje. Mar ji ber vê yekê xwe zivirî û lawik gez kir û ew kuşt.
Dema ku êvar nêzîk bû û kurê wî venegeriya, darbir pir xemgîn bû. Ji nav nivîna xwe rabû û çû ser bîrê. Dema hat ser bîrê cesedê kurê xwe yê bê can dît. Di wê gavê de mar xuya bû; mar di nav xwînê de bû û boçika wî tune bû.
Darbir ji rewşê fêm kir û pir xemgîn bû. Li aliyekî kurê wî yê delal bê can li erdê razaye û li aliyê din jî marê ku bi salan xêrxwazê wî ye birîndar e.
Darbir ji mar lêborîn xwest û ji mar re got:
-Werin em dîsa bibin heval.
Mar bi xemgînî kenîya û got:
-Lê heta ku êşa windakirina lawikê te û êşa boçikê min hebe êdî em nikarin bibin heval!