Carekî ji caran, rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran, ji xeynî fesad û şeytanê li ber dîwaran.
Hebû tunebû şêr û pilingek hebû.
Şêr û piling pir ji hevdu hez dikirin û di daristanê da qet ji hevdu nediqetîyan. Lê belê her du jî saf û kêmaqil bûn.
Rojekê her du jî pir birçî bûbûn; lê belê tiştekî ku bixwin tune bû.
Her du hevalên birçî di daristanêda li xwarinê digerîyan. Rastî serîyek pênîr bûn. Şêr got "Hemû ji min ra" piling jî got "Na hemû ji min ra."
Her du heval di parkirina penîr da li hev nekirin û gotin:
-Em herin cem seydayê wehş û kuvî da ku bi 'edalet me ji hevdu biqetîne.
Her du hevalên saf û reben rabûn çûn cem rovîyê fenek.
Ew rovîyê ku jê ra digotin seydayê wehş û kuvî li ser kevirekî bilind rûniştibû.
Rovî ji şêr û piling re got:
-Xêr be çi pirsgirêka we heye?
Her du hevalan gotin:
-Ezbenî em dixwazin cenabê we bi 'edalet vî penîrî li me par bike.
Rovî got:
-Ji min ra terazû bînin.
Şêr, terazû anî danî ber rovî.
Rovî penîr kir du perçe. Perçekî danî ser alîyê rastê ê din jî danî alîyê çepê. Alîyek giran û alîyê din jî sivik hat. Rovî parîyek ji ya giran xwar. Ji ber wê yekê alîyê din sivik bû.
Bi vî meqamî rovî geh ji wî xwar û geh ji a din xwar heta ku ma ben û dar.
Piştî ku penîr qediya her du hevalên kêm aqil pişta stûyê xwe xwrandin û bi zikekî birçî vegerîyan çûn daristanê…