Rojek ji rojan rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran ji xeynî hesûdkar û şeytanên li ber qûlê dîwaran.
Çi hebû çi tine bû.
Gur û bizinek hebûn. Bizinê du zarokên xwa hebûn. Navê wan 'Eşik û Fatik bûn. Rojekî bizin ji mal derkete derva. Ber derketinê bizin tembîyan li zarokên xwa dike û dibêj:
-Ger kesekî li derî xist qet derî venekin. Wexta ez hatim ez ê lingê xwe ji derî ra derxim. Ku lingê reş bûn fam bikin ku ez im. Wê wextê derî vekin. Eger ne reş bûn derî venekin."
Bizin derdikeve û pişt re gur hat û li derî xist. 'Eşik û Fatik gotin "Ew kî ye ?"
Gur dengê xwe mîna ya bizinê dike û dibêje:
-Ez im ez! Dayîka we me.
Zarok dibêjen:
-Na! Tu ne dayika me yî, lingê xwe derî ra derxîne.
Gur lingê xwe derî ra derdixe. Zarok dibêjen:
-Tu ne dayika me yî. Lingê te ne reş in.
Li ser vê gotinê gur darê lingê xwe reş dike û cardin vedigere. Li derî dixe û lingê xwe yê reş derî ra derdixe. Zarok qanî dikin ku dayika wan e û pişt ra jî derî vedikin. Gur her duyan jî dûxwe. Bizin dema vedigere mala xwe. Zarokên xwe nabîne. Ji ber vê yekê diçe ba rovî û ji wî dipirse:
-Gelo te zarokên min nedît?"
Rovî jî dibeêje “Na.”
Bizin paşî diçe cem kergûh û ji wî jî pirsa zarokên xwe dike û ew jî dibêje ku ew jî wan nedîtîye.
Bizina me dûre berê xwe dide gur. Gur jî cewaba na dide bizinê. Lê belê bizina me îqna nabe û çavên wê bi zikê gur dikeve û jê dipirse:
-Zikê te çima gir bûye?
Gur sûala bizinê dibersivîne û dibêje:
-Min nan pir xwariye û av pir vexwariye.
Bizinê jê bawer nekir. Fam kir ku gur zarokên wê xwarine. Bizinê ji ber vê yekê ji gur re got:
-Were ez û tu gulaş bikin.
Gur pêşniyaza bizinê qebûl kir. Bizinê çû qiloçên xwe tûj kir û bi gur ra gulaş kir û qiloçên xwa li zikê gur ra kir û zarokên xwa ji zikê gur derxist. Ji zarokên xwe pirsî:
-Hûn li kû derê bûn?
Zarokan jî ji dîya xwe re gotin:
-Em li mala kalo bûn, me li wir dew vedixwar.