Çerxa felek erd û sema
Şor û şêrîn behr û çema
Zikrê Xwedê daîm dikin
Şev û rojê di her dema
Berf û zîpik ba û baran
Hîv û roj û pelê daran
Tesbih dikin Rebbê ‘alem
Bi halê xwe ew her caran
Ewr û ‘icac kewna mezin
Bi fermana wî dibezin
Hemdê Xwedê daîm dikin
Bi qeys û pîvan û wezin
Ev sitêrkên li ezmana
Pesn û qewlên ser zimana
Rebbê ‘alem sipas dikin
Qet naseknin tu zemana
Mêrg û zozan deşt û newal
Best û kanî car û kendal
Emrê Xwedê bi cî tînin
Şev û rojê nakin betal
Teyr û bulbul kewê gozel
Bi bernama Rebbê ezel
Şev û rojê ew her dikin
Zikrê Xwedayê lemyezel
Bi qal û hal teyr û nebat
Bulbul şalûl kewê ribat
Ew eşkere zikir dikin
Bi neğme û husn û qirat
Xeml û xêza meha nîsan
Bejn û bal û husna însan
Tev ni’metê Rebbê me ne
Şukur bikin nekin ‘îsyan
‘Ilm û zanîn çanda ‘alem
Ew rûpelên dinvîs qelem
Yek nuqteyek ji behrê ne
Bi nisbeta Rebbê ‘alem
Salih bes e lew bi bara
Kitêb qelem sed hezara
Bi pesnînin qudreta wî
Xelas nakin ew tu cara
Ya Reb hezar şukr û minnet
Ku menheca kîtab sunnet
Te kir qismet jibona me
Ew riya rast dere cennet