Ezîzên dila, delalên xwey bîhngula!
We û me, bi baran û nermîyê bihar derbas kir. Lê bihar îsal ew bihar bû. Rehmeta Xwedê, tu hefteyan qut nebû. Kanî û sereb der bûn; çem û robar, boş û coş û gûr bûn.
Madem me behsa barana rehmeta Xwedê kir, wê çaxê em van gotinan hîn bibin:
Tava baranê, ji bo ewrên ku baranê dibarînin tê gotin.
Xume xuma baranê, ji bo barana pir û guj tê gotin.
Xunav, çeşîdekî baranêye: Pir hûrik dibare.
Tavtavî, baraneke din e: Pir û gir dibare.
Avî, serê biharan û dawîya payîzan dema meriv sibehan dibîne ku erd û gîha pir şil e, jê re dibêjin avî barîyaye.
Payîzxêr, di payîzê de dema cot û tovkirinê dibare.
Şilope, dema baran û berf bihev re dibarin jê re tê gotin.
Barana çil esrîn, ew baran e ku di meha Gulanê de heta dawîya havînê diqewime. Dora danê ‘esir dibare. Hewa ji ber hilmê bilindî jor dibe, li jor dibe şilî û li ser hinek deveran dibare, yanî ev baran lokal e. Carna zêde dibare û lehîyê pêk tîne.
Baran dibare, erd xwe dipesinîne. (li ser kesên ku qencîyê bi xwe ve dizeliqînin tê gotin)
Baran ji erdan çû esmanan (yanî ma gur li kur mirîye ku wî ev tişt kiriye)
Baran ji ewrê reş, kêf ji dilê xweş tê. Ji bo tiştan, çavkanî lazim e.
Delal û berxikên dîya xwe!
Meraq nekin, ez vê carê zêde behsa zor û zehmetîya havînê nakim. Berê me qal kiribû. Merdan û patoz û kişandina kayê yên berê, nayên gotin ku çiqas zehmet bûn. Niha bûye rihetî. Makîne gelek karên berê bi hêsanî dikin. Berê feqîrî zêde bû, ji lew havînan hemî kar û hazirîyên payîz û zivistanan dikirin. Ji lew gotine “Kevirê havînê, bavê(je) dawîya kadînê” Yanî ewê rojekê ji bo tiştekî lazim bibe.
Ciwan û zarokên hêja!
Di tatîlê de ger û seyran, lîstik û bazdan xweş û baş lazim e. Bêyî vanan, tatîl sar û giran e.
Lê delalên dila, tatîl bêyî çûna camîyê û xwendina dersa Qur’anê qet nabe. Ez dizanim hûn salewext çar mewsîm derin camî û dersa Qur’anê, aferîn ji we re. Piştî ku hûn baş elimîn, hûnê êdî rêya hinek hevalên xwe jî bidin. Kî ji we ji Îslamê tiştekî hîn bibe, ji bo wî dibe sedeqe. Ji bo her kesî nexasim ji bo ciwan û zarokan, berî ders û xwendinê, exlaq û edeb hewce ye, rastî û durustî lazim e, îffet û terbîye divê.
Ezîzên dila!
Îsal di havînê de îda qurbanê heye. Hûn dizanin, hecî berî Îda Qurbanê, diçin heccê, piştî îbadet û ferzîyetên xwe temam dikin, dibin hecî. Xweda qebûl bike.
Ji xwe mezin dizanin ku gava qurban bên serjêkirin, ewê feqîr û cîranan, mezlûm û rebenan ji bîr nekin. Xwedayê Teala ji a niha de îd û qurbana we qebûl bike. Hey me qala hec û îda qurbanê kir. Ka ez ji we hinek pirsan bikim bê ka ji we kî pir dizane?
1. ‘Îda qurbanê di kîjan meha hîcrî de ye?
2. Hecî kîja rojê dibin hecî?
3. Di îda qurbanê de kîjan tekbîr di piştî ferzên nimêjan de tên gotin?
4. Me’na vê gotina pêşîyan çiye? “Ji qurbanan heta qurbanan, goşt neketîye nav dev û diranan”
5. Hecî li ku derê şeytên direcimînin, yanî kevir davêjin şeytên?
6. Hecî li Muzdelîfeyê çi dikin?
7. Hz. Îbrahîm kîjan lawê xwe, xwestîya ji Xwedê re bike qurban?
8. Meqamê Îbrahîm li kû derê ye?
9. Hz. Îbrahîm, kê li newala Mekkeyê hiştine û vegerîyaye Filistînê?
10. Hz. Hacer, ji bo dîtina avê di navbera kîjan girêkan de heft caran çûye û hatîye ku îro hecî bi wî şiklî heft caran derin û tên, ji vê îbadetê re “se’y” tê gotin?
Cewab: 10. Sefa û Merwe 9. Hz. Hacer û lawê xwe Hz. Îsmaîl 8. Li ber Ka’bêye 7. Hz. Îsmaîl 6. Hecî roja ‘Erefê yanî di nehê zîlhîcceyê de li ser Girê ‘Erefê weqif dikin, disekinin. Lazim e heta berî roj here ava, li wir peyde bibin da ku bibin hecî. Pişt re ji wir diçin Muzdelîfeyê. Li wir jî heta sibeha ‘îdê disekinin. 5. Li Mînayê 4. Feqîrî 3. Tekbîrên teşrîqê: Allahu Ekber Allahu Ekber Allahu Ekber Laîlahe îllallah Wellahu Ekber Allahu Ekber Welîllahîl hemd 2. Roja ‘Erefê yanî di nehê Zîlhîcceyê de 1. Zîlhîcce
Zarokên hêja, niha jî em ji Mesnewîyê vê hîkayetê bixwînin û baş bizanibin ku qurretî çiqas xerab û neqenc e li cem Xwedê.
Mişkê Pozbilind û Deweyê Bisebir
Mişkekî biçûk, bi hefsarê deweyekî mezin girtibû û dabû pêşîya deweyê. Bi qurretîya xwe li pêş deweyê diçû. Deweyê bi sebir û li ser hed û halê xwe, dengê xwe nedikir. Dewe, yekî weka wî mişkê pozbilind tu car nedîtibû. Bi wê qurretîyê mişk ji xwe re digot:
-Ez çi rêzanekî mezin im, lê haya min ji min tune ye. Bi hefsar digirim û deweyê dimeşînim.
Piştî demekê rêya wan giha çemekî. Ferata avê di çem de diherikî. Şireşira avê bû ku ji çem dihat. Dewe dikaribû derbasî hêla din bibe, lê mişk tirsîya, lewra nikaribû di avê re derbas bibe. Dewe, li mişkê ku qasek berê zêde pozbilind bû nêrî û jê re got:
-Te xêr e hevalê min? Çi bû?
Zimanê mişkê li hev gerîya û weha got:
-Na, na tiştek tuneye!
Dewê got:
-Ey hevalê ku li deşt û çîyayan bi min re rêhevaltî dike! Tu çima weha mat mayî? Çima deng ji te dernayê? De haydê bi mêranî lingê xwe hilde û bi mêranî xwe bera nav avê de. Ma tu ne rêzan î, de haydê. Weha di rê de şaşbûnî nabe!”
Mişkê di tengasîyê de weha got:
-Ezê çawa di vî çemê mezin û kûr re derbas bibim?
Bi vê gotinê, peyva wî jî nerm bû û te digot qey her du baskên wî şikîyane.
Dewe hêdî hêdî xwe bera nav avê da, çend gav avêtin. Avê dida çokên wê. Ji mişk re got:
-Qet netirse, ma tu nabînî ku va av dide tenê çokên min.
Mişk gunehê xwe bi xwe anî û weha got:
-Ey deweyê bihuner! Çem li gora te weka gêrikê ye, lê li gora yên mîna min weka ejderhayêye. Ev av dide çoka te, lê Xwedê dizane ku wê çend metreyan bide ser min.
Deweyê li ser vê gotina mişkê, firsenda peyva di cî de bêje dît û got:
-Madem weha ye, careke din xwe weha mezin nebîne, bêedebîyê neke û ji heddê xwe dernekeve. Bi nermîya min, gewî nebe, lewra Xweda ji gewîbûyan hez nake. De ka tu here bi mişkan re kaban bavêje.
Mişkê ku heqîqet fêm kir û ji xwe şerm kir, weha li ber deweyê gerîya:
-Min towbe ye, ez poşmanim. Jibo Xwedê min di vê ava fetisokî re derbas bike!
Li ser van gotinan, dewe dîsa hat rehmê, gunehê wê pê hat û weha got:
-Haydê xwe bavêje ser qopika min û rûne. Bihurrîna di vê avê re û derbaskirina kesên din di vê avê re karê min e. Lewra wezîfa min, xizmeta bi hezaran acizê mîna te ye.
Zarokên delal! Madem hinekî kêfa we hat, ka em vê mesela çêlekfiroş jî bixwînin, bêtir kêfxweş bibin:
Dayka Min a ji Mozê re
Zilamek, rojekê çêleka xwe ji bo firotinê dibe mazata firotina heywanan. Çêlekê vir de wir de dibe. Yek li wî rast tê û hema jê dipirse:
Zilam:
-Şîrê çêleka te çawa ye?
Firoşkar:
-Hema bêje tune ye.
Zilam:
-Golikê çêleka ta çawa ye?
Firoşkar:
-Şemûz e (yanî zeîf û bêxêr û serkêş e)
Welhasil zilam gelek tiştên çêlekê dipirse, firoşkar jî cewab dide lê tu cewabeke baş û qenc nade. Zilam lê dinêre ku tu wesfê qenc ê çêlekê tune ye. Lê dîsa dipirse:
Zilam:
-A niha, tiştê çêleka te yê baş çi ye?
Firoşkar:
-Dayika min ji mozê re. (Di havînê de dema moz bi dewaran vedidin, dewar moz dikin yanî ga, yan jî çêleka mozkirî, terîya xwe kil dike û direve. Heywan dikare du saetan bireve. Firoşkar jî dide zanîn ku çêleka wî di dema mozkirinê de zêde bezaye)
Zarok û ciwanên delal! Niha em vê şî’rê jî bixwînin.
Xwedayê Heq
Xwedayê Heq Tebarek
Du îdên mey mubarek
Bike şaya mezlûman
Xusranîya zaliman
Xweda ‘erefew îdan
Qurban û hem Remezan
Ji bo ehlê îmanê
Bike zafer bi şanê
Xweda dilê mu’minan
Xweş bike bi mizgînan
Hem lutf û hem nesretê
Kêm neke li ummetê
Xweda b-Îslam abad bike
Filîstînê azad bike
Quds û Ğezzew Rojhilat
Bi îzzet bike felat
Xweda Rebbê Cebraîl
Helaq bike îsraîl
Mustekbîr û cihûda
Biqelîn ji binîda