Bi Quranê dikim daxwaz Îlahî
Me rû bada Îlahî j’masîwahî
Nedî şermê vî ebdê rû siyahî
Bi wê rehma xwe ya nînin dumahî
Îlahî “Fatîhe” ummul kitab e
Bikî rêber ji bo ‘ebdê xerab e
Hêvîdar im li pêşî min serab e
Nehêlî min di nav renc û ‘ezab e
Bidî xatir “Beqer” ‘Îmran” û “Yasîn”
Dikin gazî di bin mîzaba zêrrîn
Nekî mehrûm ji eltafê roja dîn
Biheştê bes dixwazim ez bi mizgîn
Ketim bextê evî sûrê “Nisa”yê
‘Emel nînin yeqîn sebra mi nayê
Ji tirsa dozexê jî ketme tayê
Çikû nefsa-emare naye rayê
Bi xatrê “Maide” şermê nedî min
Biparêzî ji qeyd û wertê dijmin
Derîyê dozexê radî li ber min
Tu yî hêvî û daxwaza dilê min
Bi xatrê sûreê “E’raf” û “En’am”
Di gel min bî bi teltîf û bi în’am
Nekî mehrûm ji î’ta û ji ikram
Bidî kalê ji rê mayê gelek xam
Ji zulmatê “Yûnus” çewa xelas bû
Li nav Misrê “Yûsuf” hêja nenas bû
Bi wê êşê Eyûb sînegudaz bû
Mi azad kin wekî ku ew xelas bû
Dexîlim “Tewbe” û “Enfal” di gel “Hûd”
Duayên min qebûl bin nebnê merdûd
Xetakar im li ber desta me mewcûd
Nebim mehrûm di roja Yewmê Mew’ûd
Bi “Îbrahîm” û “Re’d” û “Hicr” û “Nehl”a
Muyesser bên umûrên min di fesla
Nemînim mehrûmê dîdarê esla
Bibim layîq ji bo î’ta û wesla
Bi “Kehf” û “Meryem” û “Îsra” û “Taha”
Biborînin hemû sûc û gunaha
Nemînim bendewar wek bêpenaha
Nebim ruswayê wê rojê, Îlaha!
Bi xatrê “Hecc” û “Enbîya” di gel “Nûr”
Dikim daxwaz li hinda Cebelê Nûr
Li hember min nedî şeytanî destûr
Ji bona ez bibim dilşad û mesrûr
Xweda bo min di Quranê xeberda
Dua dermana hemû êş û derda
Bi “Rûm” û ‘Enkebût”, “Loqman” û “Sec”da
Mi pê girt û ji destê xo neberda
Bi “Ehzab” û “Sebe’ “Fatir” û “Saffat”
Di me’na xo zelal in mîna mîr’at
Me pê girt û bi wan min kir munacat
Ji bona min bibin perde ji afat
“Zumer” û “Sad” û “Ğafir” hem “Fussîlet”
Bikî qismet hemû karên fezîlet
Di uqbayê nedî şerm û hetîket
Evan rojan negêrînî xebînet
“Şûra” û “Zuxruf” û” Duxan”, “Casîye”
Bi van sûran dikin lav û hêvî ye
Bi ğefrînî hemû sûcên çê bûye
Evî ‘ebdê ku mabû bê xwedî ye
Bi “Ehqaf” û “Muhhammed” û “Hucûrat”
Negêrrî van eyyemê me zulûmat
Bikî qismet hemû xêr û mukafat
Tu yî Cewwad û hem sahib keramat
Bi “Feth”ê hûn bikin fetha qulûban
Bi “Qaf” û “Zarîyat” û hem bi “Tûr”an
Bi “Necm” û “Qemer” û hem jî bi “Rehman”
Bi ğefrînî li me sûc û zunûban
Bi “Heşr” û “Waqî’e, “Hedîd” û “Seff”a
“Mucadele”, “Mumtehîne” di keffa
Didim pêş xu di şewtê Merw û Seffa
Bibexşînî sûcên dîyar û xeffa
“Munafîqûn” digel “Cum’e”, “Teğabun”
“Telaq” û “Mulk” bi “Tehrîm”ê ku şa bûn
El-Haîqe “Qelem” el-heq cuda bûn
Şefî’ in ew Yeqîn pir ba wefa bûn
“Me’aric”, “Cinn” û “Nûh” û hem “Muzzemmîl”
“Muddessîr” gel “Qîyame” ya muselsîl
Negêrrînî ji yek van jî me xafîl
Bidî me îz’an û îmana kamîl
“Nebe’” û “Murselat” û hem jî “Însan”
‘Ebes” û “Nazî’at” wan behs e îman
Bi “Tekwîr”, “Înfitar bizan bira can!
Wesîle bin ji bo cumle mirovan
“Mutefifîn” û “Burûc” hem jî “Telaq”
Bi “Ğaşîye” û “E’la” hem “Înşîqaq”
“Beled” û “Fecr” dema bi yek bûn tifaq
Bi xatr van bikî rehmê Xweda Heqq
“Beled”, “Şems” û “Ley”l û “Duha” û “Neşreh”
Bi wê sînga bi neşreh bûye efreh
Bi “Tîn” û bi ‘Eleq” em bûne esleh
Bi ğefrînî gunahên me Tu Ellah
Bi “Qedr” û ‘Adîyat” û hem jî “Zîlzal”
“Beyyîne”, “Tekasur” ku kir behsa mal
Ku ‘Adîyat” di gel ‘Esrê” bû heval
Nekî şopînerê vê xana betal
Bi “Fîl” û gel “Qureyş” û hem jî “Kewser”
Bi “Kafîrûn” bi “Nesr” û tev seranser
Bi “Îxlas” û “Mesed” Ellah û Ekber
Bikî babet ji bona hewdê Kewser
“Feleq” û “Nas” herdû sûrên bi dawî
Nekî mehrûm evî ebdî Xwedahî
Ji destpêkê heta bighê dumahî
Bibin şafi’ ji bo min ya Îlahî! …..
Îlahî ez gunehkar im dizanî
Nehêlî min di bin barê giranî
Diyar kir min bi rastî pêşîmanî
Bidî rehmê ji banê asîmanî
Ez im ‘ebdê rû sîyah û perîşan
Bi “Behmûrî” tê gotin nav û nîşan
Nedî wî û hevalên wî tu êşan
Bikin peyrew ji bo (Ehmed) hemîşan