Li ser Ğezzeyê çiqas mersiye werin nivîsîn jî hindik e, çiqas medhiye werin nivîsîn jî têr nake. Çiqas qesîde werin nivîsîn jî ne bes e. Çiqas helbest werin nivîsîn û werin gotin jî kêm e. Kelîme têra wesf û medhê Ğezzeyê nakin, têra îfadekirina jan û êş û trajediya Ğezzeyê nakin. Tiştê ku Ğezze kişandiye, hestên ku di dilê însanan de çandiye bi nivîsîn û xeberdanê nayê îfadekirin. Ğezze ‘izzet e, Ğezze heqîqet e, Ğezze şan û şeref e, Ğezze serhildan e, Ğezze qiyam e, Ğezze sêwiyê ummetê ye, Ğezze bê kes û bê xwedîye, Ğezze di ‘alema têr û dewlemendiyê de birçî maye, Ğezze şehadet e, Ğezze şehîd e, Ğezze ğazi ye… ji roja ku dunya ava bûye û heta îro îmtîhanên ku Pêğember û etba’ê wan tê re derbas bûne, ê ku tên xiyalê û nayên xiyalê Ğezze di tevan re derbas bû. Ğezze Şehîd e, Ğezze şahid e… Ğezze qurbana ‘Alema Îslamê ya pelçiqî ye…
Çimkî Ğezze li ser riya Qudsa dîl û hêsîr e. Ğezze li ser riya Salaheddîn e. Tiştê ku îro li Ğezze diqewime berê me dîsa dide riya Salahaddîn û nîşanên serkeftina li ser wê riyê.
Riya Salahaddîn ji Qahîreya paytexta Misrê dest pêdike, çola Sînayê ya bê ser û binî û tev qûma sor e di nêvî de şeq dike, di ser newala Suweyşê re derbas dibe, ber û berê başûrê Behra Sipî dişopîne dighîje Ğezzeyê, ji wir dewam dike li Qudsê diqede. Salahaddînê Eyyûbî dema çûye fetha Qudsê di vê riyê re çûye. Îro jî navê vê riyê “Riya Salahaddîn” e.
Di demên cuda yên tarîxê de Kurdan, di axa xwe de mîrnişînên xwe ava kirine û artêşên van mîrnişînan saz kirine. Her wiha beşdarî sazkirina artêşên dewletên Îslamî yên ji hev cuda jî bûne. Di vê mijarê de dîroknas destnîşan dikin ku bi taybet di rêxistina artêşa dewleta Selçuqiyan û mîrnişînin Atabeg’îyan de ku ji Selçuqiyan veqetiyane Kurd derketine pêş. Di kitêbên tarîxê de meşhûr e ku di sala 1071ê Herba Melezgirtê de deh hezar Kurd beşdarî artêşa Alparslan sultanê meşhûr ê Selçûqiyan bûne. Di van herban de Kurd serbixwe beşdar bûne û li hember dujmin herb kirine, ne girêdayî bi artêşa dewletê ve bûne.
Ji ber vê yekê, derketina Eyûb û birayê wî Şîrkûh her du kurên Şadîyê Hezbanî yek ji sefheyên biriqandî ye di tarîxa Îslamê de. Kurdan di bin serokatiya van her du birayan de di gel Tirk û ‘Ereb û ğeyrî wan birayên xwe yên Musluman yên din tarîxa cîhada biratiyê saz kirine. Ev rola wan di şeca’et, pêbawerî, exlaqê ‘alî û hezkirina welat de nîşaneke riya Salaheddîn e. Dema sitêrka Salaheddîn biriqî girîngiya vê nîşanê bêtir xuya bû û qîmet sitend. Nîşaneke ji bo neslên piştî wan ku xwe pê bigirin û pê re bimeşin. Li ser riya Salaheddîn çi nîşanê serkeftinê hebûn? Gelo em dikarin wan nîşanan bibînin? Em berê xwe bidin wê dewrê, neh sed salî paş ve, biçin sedsala yazdehemîn ê mîladî:
Xîlafeta ‘Ebbasiyan ze’îf ketiye, di erdnigariya Îslamê de gelek dewletên biçûk çêbûne û tev jî dujminantiya hev dikin. Di wê hengamê de hucûmên xaçparêzan wek xencerekê li ser dilê ‘alema Îslamê ketiye. ‘Alema Îslamê jî ji alîyekî ve li Beğdayê ‘Ebbasiyan, li Enadolê Selçûqiyên Tirkan, li Misir û Sûriyê Fatimiyan li hember hev tund bûbûn, gefa li hev dixwarin, rehm û şefqeta biratiyê ji nav xwe rakiribûn. Leşkerê talankerên xaçparêzan vê rewşê ji xwe re firset dîtin, di ser Enadol û Antakyayê re derbas bûn, Quds û gelek bajarên Îslamê îşğalkirin.
Xaçparêz bi serxweşiya zeferê ketin nav bajêr, wek dînê har hucûmî ser kuçe, mal, dukan û mizgeftan kirin. Kî derket pêşiya wan di şûr re derbas kirin. Jin, mêr, zarok, extiyar teva qir kirin. Roj û şevekê bê navbirr însanan hûr kirin. Ketin Mesciduleqsayê, Muslumanên ku ji tirsa xwe avêtibûn wir teva qetil kirin. Dîroknasê Ewrûpî ku bi xaçparêzan re ketibû Qudsê dibêje: “Wê rojê ku ji nav bajêr em ber bi Mesciduleqsayê ve diçûn li ser rê hespê me li pêl cesedan dikir û heta çokê di nav xwînê de dimeşiya.” Xaçparêzan, cihûyên ku di dêrên xwe de xwe veşartibûn jî wan û dêrên wan bi hev re şewitandin.
Li gor dîroknas behs dikin; wê rojê di bajarê Qudsê de her kesê ku hebû heta bi ferdê paşî tev hatin kuştin. Wê rojê kesê ku nufûsa Qudsê texmîn dikin dibêjin heftê hezar, hinik jî dibêjin du sed hezar Musluman hatine qetilkirin.
Ew wehşeta ku wê rojê hatibû kirin îro ‘eynê wê li Ğezze û temamê erda Filistîn tê kirin û nêrîn û ‘eqliyeta xaçparêzan dide nîşandan.
Îşğala ku wê rojê destpêkir wek xencereke ku li dilê ‘alema Îslamê bikeve temamê ummetê di huznê de fetisand. Ji wê rojê pê ve temamê Muslumanan li ser Qudsê xeber dan ku gerek ji îşğalê xelas bibe. Bes ‘alema Îslamê bi sebeb ji hevketinên siyasî û şerrê navxweyî nizanibû wê çewa û ji kur dest bi vî karî bike.
Salaheddînê Eyûbî yek ji wan betlên ku ummeta Îslamê rakiribû û bi van Hissên Îslamî dişewitî. Di sala 1186’an de bû serokê dewleteke serbixwe ku Misir, Sûriye, qismekî Mezopotamya û qismekî ji Filistîn jî di nav de ye. Salaheddîn ji bo ku Qudsê fetih bike bi şev û roj difikirî û heta jê hebû ji bo vê meselê xwe diêşand. Wî sond xwaribû ku wê Qudsê fetih bike û vê gotinê got ku di dîroka dunyayê de lazim e bi herfên zêrrîn were nivîsîn. Wiha digot:
“Heta ku Qudus di bin îşğalê de be Muslumanek çewa dikare bikene? Heta ku Qudus di bin îşğalê de be Muslumanek çewa dikare rihet bixwe, vexwe û raze. Gelo ev mumkun e?”
Tiştê ku wê di her demê de Qudsê fetih bike, wehşeta siyonîst û xaçparêzan biqedîne ev fêmberî ye, ev helwest e. Îro jî zihnê Muslumanan bi van tiştan meşğûl e.
Roja 2yê Cotmeha sala 1187 (26-27 Receb 538) bajarê Qudsê deriyê xwe li Salaheddîn vekir. Roja Cum’ê ku Salaheddîn û hevalên xwe hatin Mescîd’ul-Eqsayê hêja bû ku merev zefera Muslumanan temaşe bike. Ew roj, roja zefera Muslumanan û helweşîna xaç e. 2’yê Cotmeha sala 2025’an dîsa vê zefera Muslumanan dixe bîra me.
Dema em li hereketa Salaheddîn temaşe dikin em dibînin qîmeta herî mezin ku Salaheddin xistiye nav artêşa xwe Kurdên Hezbaniyan û Hekkariyan e. Giraniya van Kurdên Musluman di cîhada riya Xudê de, di azadkirina erdên Îslamê de û azadkirina Mesciduleqsayê de ku yek ji sê ‘Herema ye bûye sebeb ku gelek dîroknas dewleta Salaheddînê Eyûbî wek “Dewleta Kurdan” bi nav kirine. Çimkî Salaheddîn serokatiya di qedemeyên dewletê de dabû Kurdan. Ji ber ku Kurd qewmekî sağlem bûn, neketibûn nav heyateke luks û bitrîtiyê, tiştekî tebî’î bû ku Salaheddîn jî bi wan emîn be. Lê ev bi navkirin ne rast e, bi temamî wê nade naskirin. Çimkî dewleta Salaheddîn “Dewleta Biratiya Îslamê” ye. Rast e, Salaheddîn û malbata xwe Kurd bûn, di nav xwe de jî bi Kurdî xeber didan, bes ferdên malbatê dema ku wê îftîxar bikiranan bi Muslumantiyê îftîxar dikirin.
Nîşanên serkeftinê di riya Salaheddîn de ger werin dîtin wê birîna xencerên ser dilê me rihet bibin.