Wek adetê xwe yê carî, şevek tarî hema ji xewê rabû, şevnimêja xwe eda kir, ber bi qible ve rûnişt, Qur’ana xwe da ser çoka xwe û xwend.
Gelek ji şevê û xwendina Qur’anê hez dikir. Lewra şev wextê tefekkur û tezekkurê bû di nezera wî de. Bêdengîya şevê ji gelek hêlan ve alîkarîya wî dikir. Dema ku hat ser ayeta “Gelî bawermendan! Ma çi ji we bûye ku hûn di riya Xwedê de ji bo rizgarkirina mêr û jin û zarokên muztezaf ên bindest şer nakin? Ew muste’zefên ku dibêjin: Xwedayê me! Me ji vî welatê ku gelê wî zalim in derîne, ji ba xwe bo me dostek/xwedîyekî bişîne û ji cem xwe ji me re arîkarekî bişîne.[1]” Hêstirên çavên wî bi xwe dawerivîn. Kelîme li pêy hev di gewrîyê de eliqîn. Nizanibû ku çi bêje. Ji xwe şerm kir, ji Muslumantiya xwe şerm kir…
Ayetê çi digot, ew û ummeta ku muntesîbê wê bû çi digotin. Emrê ayetê aşîkar bû û bareke giran li bawermandan yanî li kesên ku îddîa bawermendîyê li xwe dikirin, dikir. Li gorî ayetê; ferz bû ku di hewara mezlûman de biçin, guh bidin gilî û gazinên wan û wan ji zulmê xelas bikin. Lê mixabin nuha rewş ne wilo bû. Tarîtîyeke dijwar girtibû li ser alemê û wijdana însanan nuxumandibû. Ne heq mabû ne hiqûq. Wax û heywax! Wax û heywax!...
Di nav van fikr û ramanan de bû ku dengeke wiha hat ber guhên wî:
-Bavo! Bavo! Ca li televîzyonê mêze ke. Ev çiye gelo? Çima ev jin, zarok wiha li hev kombûne? Çi dikin? Çi qewimîye gelo?
Ew bi van pirsan re li xwe werqilî. Jineke birîndar teze ji ber toz û xubara bombebaranê, ji nav kavilên bînayeke hilweşandî derketibû? Ji alîyekî ve toz û xûbar bi destan vedida ji alîkî ve digot:
-Hesebûnellah we nî’mel-wekîl. Hesebûnellah we nî’mel-wekîl. Hesebûnellah we nî’mel-wekîl.
Heman jina birîndar çend deqîqe bi şûn de tenê destek ji laş veqetandî ji nav axê derxist. Ew destê dergûşa wê ya du mehî bû. Hê teze hatibû dinê. Bi têrayî diya xwe jî nedîtibû. Wek dayik gelek xewn û xeyalên dayikê bo wê hebûn…
Di hengama hemlebûnê de dema ku sancoyên hemlebûnê lê dida. Bi her sancoyek re xeyalek didît. Dê dergûşa xwe mezin bikira, Qur’an pê bida fêrkirin. Wextê heyama mektebê bihata dê bida xwendin û wek doxtor, muhendis, hemşîre û… hwd. bixista xizmeta welêt. Lê nuha temmamê xewn û xeyalên wê li ber bayê badilhewa çûbûn, di bin toz û xubarê de mabûn. Ne tenê dergûşa wê bi hezaran zarok, bi hezaran dayik, bi hezaran xewn û xeyal di bin axê de, di nav kavilan de mabûn. Hema Qur’ana xwe danî ser masê û ji bê hemdî got:
Bikele ey tennûr!
Ey ax! Bikelije û vereşe
Ey av! Bikele
Biherike û lehîyek rake
Ey çiyayên mezin!
Ey Tûrî Sîna!
Ey temmamî çiyayên dinyayê!
Ev çi sekn û hedan e
Bi rê bikevin
Bimeşin û hilweşin
Ey asîmanê sayî!
Sekn û hedan ne layiqê te ye
Vereşe êdî
Bila sitêrkên te
Bila kevirên te bibarin
Ey behrên li gerdûn!
Li hev bikevin
Êdî qiyametekê rakin
Bila ev dinya tev de bibe kavil,
Bila her kes di bin kavilan de bîmîne…..
Hêstirên çavên wî cobarek ji xwînê vekirin û herikîn. Êdî nikaribû tehemmul bike hema ji torina xwe re got:
-Bese lawo! Ez nikarim tehhemmul bikim. Min du caran sekteya qelb derbas kiriye. Xweda bela wan ji bin pîyê wan bide wan. Qewmekî mel’ûn in cihû. Di her dem û dewranan de her karê wan hîle û fitnebazî bûye. Xweda Te‘ala gelek caran bo ku islah bibin ji wan re pêxember şandiye. Lê wan gelek tade û eziyet li pêxemberên xwe kiriye. Gelek Pêxember kuştine. Ma nayê bîra we çi anîn serê Yehya û Zekerîya. Gelek te’b û eziyet dan Mûsa û Harûn. Çi sûcê wan Pêxemberan hebû xeyr ji daxwaza azadîya wan. Ev xesletê Cihûyan di temamê kitêbên Semawî de hatine beyankirin. Ji xwe Qur’ana mubîn bi dirêjahî behsa cihû û fîtnebazîya cihûyan dike. Eger em bi heqqî Qur’anê bixwînin em dê baş têbighên ku cihû çiqas mel’ûn, fîtnebaz û hilebaz in. Mixabin nuha em bi heqqî Qur’anê naxwînin. Jixwe gelek serok û serwerên Muslumanan jî li pêy şopa cihûyan dimeşin…
Hey hewar! Lawo! Vî kenalî bi guherîne ez nikarim tehemmul bikim. Qelbê min zeîf e, min sekteya qelb derbas kiriye…
Torinê wî kenaleke din vekir. Kalekî nûranî, cinazeya zarokekî qîzîn dabû ber dilê xwe, vir de wê de baz dida, dimilmilî. Çi sebîyek delal û masum bû. Bi bombeyên siyonîstan digel hezaran zarokên Filîstînî hatibû qetilkirin. Lê te bidîta te nizanibû ku miriye. Lewra sebî di hembêza kalikê xwe de vedibeşirî. Kalê nûranî vir de wê de diçû, dihat û digot:
-Rîî…ym! Rûhê rûhê min. Kulîlka beheştê, sebra ber dilê min! Ez dê piştî te çi bikim ji vê dinyayê. Ev dinya lewitî. Ev dinya herrimî. Sîyonîstên qatil digel koledarên xerbî ev dinya hedimandin. Ey Rîma min! Ey ruhê min! Ey ruhê rûhê min! Ez dê piştî te çi bikim ji vê dinê. Jîn li me herrimandin, jîn li me hedimandin. Lê dîsa lazim e ez bi sebir bim bo xatirê hezaran zarokên Fîlîstîn lazim e ez bijîm. Nuha te dispêrim axê, te dispêrim rehmeta Xwedayê mezin! Es-sebrû mîftah’ul-ferec. Elbet sebir mifteya her xêr û qencîyê ye. Rîî…ym! Ey ruhê min! Ey ruhê ruhê min!...
Ev dîmen dîmenên dilsoj bûn. Dil dişewitandin, dil diherrişandin. Bes di dîrokê de gelek zulmên wihareng hatibû serê millletên Musluman û mezlûman. Gelek qetlîamên wihareng di alema Îslamê de pêk hatibûn. Geh bi destê kafiran geh bi destê hukumdarên Muslumanên Xwedêgiravî…
Kerbela, Endulus, Tehran, Beyrût, Deryasîm, Kabîl, Qunduz, Gelîyê Zîlan, Dêrsîm, Helebçe, Bexda, Fellûce, Hema, Xelîlûrrehman, Çeçenya û…hwd. Gelek bajarên mezlûmê Muslumanan wek belgefîlmek di ber çavan re buhurîn..
Xwezî devê axê hebûya û xeber bida. Eger axê binê xwe bivekira dê bi milyonan feryad û fîxan jê bifûriyana. Ji mêj de bû ku alema Îslamê bi xwîna mezlûman dihat avdan. Li her derî bîranînek ji axê bilq vedida. Helbestek hozanek Efxanî hat bîrê hema nuhurand:
Goyîd be Nevrûz kî îm sal neyayed/ Bêjin bo Newroz bila îsal neyê qet
Ba Qundizê ateşzede reh nekuşayed/ Bila riya xwe bi Qundiza wêran nexe qet
Bulbul ve çemen nexmeyê şadî neserayed/ Bila bulbul û çemen surudên şadî nebêjin
Qunduzzedegan ra lebê purxende neşayed/ Lew Qunduzê de lebê pûrxende nabêjin qet
Xûn midemed ez xakê şehîdanê veten vay/ Xwîn vedikşê ji xaka şehîdên weten wey!
Ey vayî veten! Vayî veten, vayî veten vay!/ Ax wey weten! Wey weten! Wey weten!
Gulgulkefenan ra çi behar û çi zimistan/ Ji gulgulkefenan re çi bihar û çi zivistan
Qunduzzedegan ra çi beyaban û çi gulistan/ Ji Qunduzzedeyan re çi çol û gulîstan
Der Qundizê ateşzede û xaneyê veyran/ Di Qunduza ateşzede û xaneyên wêran de
Kes neyîst zened bûse be ruxsarê yetîman/ Kes nîne bûseyek bide bi ruxsarê yetîman
Kes neyîst biduzed betenê morde kefen vay/Kes nîne bidirû kefenek bo şehîdan wey!
Ey vayî veten! Vayî veten! Vayî veten vay/ Ax wey weten! Wey weten! Wey weten!
Di vê helbesta hozanê Efxanî de derd û êş û elemen jîndar hebûn. Ku hêj jî ew elem li ber çavan bûn. Lewra di sala 2001ê miladî de li Qundiz bi sedan Musluman bi destê zaliman di yek carekî de hatibûn qetilkirin. Ji lew vê helbesta ku ji her beytek wê xwîn diherrikî dilê wî perritand. Nema karibû xwe li ser pê rabigre. Bi ser de jî bê dengîya alema Îslamê, nexasim bêdengîya serok, serwer, camie û camaetan…
Te digo qey xwelîya mirinê bi ser alema Îslamê de barî bû. Te digot qey ku ummet ketiye rêzê her yek ji wan li ber kêra qesabê xwe sekinîbû di rêzê de. Sankî muhra zillet û meskenetê li ser ummetê ketibû. Di çola xefletê de li benda hîmmetek Îlahî bû…
Nizanibû ku ev hal dê çiqas bidome. Lê hinek elametên hişyarîyê jî hebûn. Wek mînak; Yehya Sînwar bi tena serê xwe li hember artêşa sîyonîstan li ber xwe da ta dawîya umrê xwe, bi dehan leşkerê siyonîstan şand cehennemê, wextê ku Xweda we’da xwe temam kir û neyaran êrîş birin ser bi tena serê xwe wek artêşek şer kir, piştî ku temamê guleyên wî qediyan di encamê de gopalê destê xwe wek asaya Musa avêt firoka neyar û firda çû cennetê. Neyaran newêribûn bi ser siya cinazê wî de jî xwar bibin. Yehya Sînwar êdî bûbû Yehya Jîndar ta ebed…
Mînakên wek mînaka Yehya Sînwar, Îsmaîl Henîye, Ehmed Yasîn û… hwd hêvîya wî xurt dikirin ku hêj ev ummet dikare ji xwelîya xwe jîndar bibe. Dema Yehya Sînwar hat bîrê hêstirên çavê wî dawerivîn û herrikîn. Te digot qey behra derdan hilweşî, bû çem û herrikî, pêl bi pêl çû û çû. Hema ji nişka ve got:
-Ne roj daîmen roj e, ne şev daîmen şev e. Elbet dê rojek toz û xûbara xefletê xwe ji ser vê ummetê bide alî. Ey Şehîd Yehya! Ey Îsmaîl Henîye! Ey Ehmed Yasîn! Ey Fethî Şîqaqî! Ey Ebbas Mûsavî! Ey Hesen Nesrullah! Ey şehîdên Qudsa pîroz û mêrxasên Îslama ezîz! Mizgîn li we. Xwîna we ket behra sebrê. Nuha behr di kelije bilq vedide, di kelije û li ber teqînê ye. Eger ev behr biteqe dê temmamê zalim û xwînxwar û koledaran xerqî binê xwe bike. Nûha dema sebrê ye. Elbet semereya sebrê fereca xêrê ye. Derdê me û we muşterek e. Emê şîna xwe gire bidin û zarokên xwe bispêrin axê. Bila hêstirên çava digel xwîna şehîdan bibin volqan û biteqin…
Nuha emê şîna xwe bi îlhamek ji destpêka sitraneke Kurdî vebêjin. Lewra derdê me û we hevpar e. Berîya wê li Helebçe, Zîlan, Dêrsîm û gelek deverên din me gelek zarokên xwe ji ber zulma xwînxar û zaliman sipartin axê. Nuha jî hûn bi hezaran jin, zarok, kal û îxtîyarên xwe wek şehîdên mezlûm dispêrin axê. Di mabeyna gazîya kesên mezlûm û Xweda de perde nîne. Elbet sihara sibê, fereca xêrê nêze…
“Ay! Ay! Ferman rabû li me hawar e
Dujmin ket pê me wek gurê har e
Emê derguşê xwe li pişt kin
Lorîkên xwe hembêz kin
Nedin destê dujmin û neyar e
Wêran kirin gund û bajar cîh û war e
Balgîva me bû kevir
Doşeka bûye erd
Sitara me bû kendal û zinar e
Bişewite mala xerîbîyê
Mirov çiqas tê de bê dost û yar e
Ay! Ay! De zor e mirov hêsîr be
Di welatê xwe de mirov hêsîr be zore
Ay! Ay! Ezê gorekî ji lorîka xwe re çêkim
Ezê kevirekî dêynim ber serî
Du hêstirên çavan lêkim
Bêjim Ezraîlo! Ketime tor û bextê te
Tuyê dergûşa min bibî nav melekan
Ku bê tirs karibim lorîka xwe bi rêkim
Ay! Ay! De zor e mirov hêsîr be
Di welatê xwe de mirov hêsîr be zor e…”
[1] Sûretê Nîsa, ayet: 75