Porê min sipî bû ez ixtîyarim
Rêya hepsê dûre nikarim werim
Ji hesreta dilê xwe bi kîder herim
Ax kurê min kurê min delalê min
Li benda te me ez bi dilê şikestî
Çavê bihêsir û hêvyê şikestî
Bûme wek dara ji binîd şikestî
Ax kurê min kurê min delalê min
Ji hêlekê ez jî mîna Yaqûb im
Yûsufe xwey wenda îro nabînim
Ji perçekî gumlek bêhna te tînim
Ax kurê min kurê min Yûsufê min
Ev çend ‘îd derbas bûn min tu nedîtî
Sewta teya şêrîn min nebihîstî
Umrê min derbasbû zêdeyî şêstî
Ax kurê min kurê min delalê min
Piştî te bihar li min bû zivistan
Roj limin dirêj bûn bûn mîna salan
Jîyan li ser me bû barekî giran
Ax kurê min kurê min Yûsufê min
Min têr nedi ew bejn û ew bala te
Min nedî şêranîyû daweta te
Min şeh nekir temberîyû porê te
Ax kurê min kurê min delalê min
Bi çavê xwey hêsir ez duadar im
Jiboy fereca xêrê ez hêvidar im
Ez dayika reben û sitûxwar im
Ax kurê min kurê min Yûsufê min
Jana ji kezebê di dil dihûnim
Hêsirê ji xwînê dua dixwînim
Tirsa min carek din ez te nebînim
Ax kurê min kurê min delalê min
Bi xortanî tu çû te por sipî kir
Reşê malû malbatê te ji bîr kir
Wesleta dayka xwe umrek dirêj kir
Ax kurê min kurê min Yûsufê min
Bi hêvyek Yaqûbî dikşînim sebrê
Çavê min li rêye hetanî qebrê
Nizam çawa bikim sebat û debrê
Ax kurê min kurê min delalê min
Kewên rizgarîyê baskê xwe-l hevxin
Tevê qeyd û zincîra ji hevdû derxin
Kulê bi hezara ji dila derxin
Ax kurê min kurê min Yûsufê min
Îlahî vê sebrê bike mizgînî
Di dilê Yûsufa nehêl ğemgînî
Bila bibe şahî ev hizn û şînî
Ax kurê min kurê min delalê min
Îlahî dua me her ji te ev e
Ser vê şeva tarî roj lê derkeve
Yûsufê her warî tevde derkeve
Ax kurê min kurê min Yûsufê min
Gula Dilê Min, Muhammed
Nivîskar: Xelîl Çetîn[...]
BÊ SERPOŞ
Roj di beşera me de hiltê li heyama dewranê serpeyî, dem bi dem[...]
XUŞEXUŞA EFXANISTANÊ
Nivîskar: Cahît Zarîfoglu[...]