Farabî yek ji fîlozofên herî mûhîm ên cîhana Îslamê ye. Li Rojava wekî "Alpharabius" tê nasîn. Farabî zanyarekî mezin bû ku tesîreke mezin li ser fikra Rojhilat û Rojava kir. Wî gelek kîtab û eserên cûda derbarê ilmên felsefe, mentiq, muzîk, siyaset, exlaq û ziman de nivîsandine. Fikrên wî kevirên bingehîn û temel ên felsefeya Îslamî ya serdema navîn pêk anîye û bi taybetî îlham daye fîlozofên wekî Îbnî Sîna û Îbnî Ruşd . Farabî ne tenê fikrek bû, di heman demê de zanyar, muzîsyen û aqilmendekî mezin bû ku ji bo baştirkirina civakê hewl û xîretan dida.
Navê wî yê eslî Farabî Ebû Nasr Mihemed Îbnî Mihemed el-Farabî ye. Ew di sala 870yî de li bajarê Farabê (li Kazaxistana îroyîn) ji dayik bûye. Leqeba wî "Farabî" jî ji cihê jidayikbûna wî tê. Wî di tevahiya jiyana xwe de gelek seyahet kirine, hem li bajarên cûrbecûr xwendiye û hem jî mamostetî kiriye.
Derbarê malbata Farabî de zêde malûmat tune ne. Çavkanî û kîtabên tarîxê nîşan didin ku bavê wî fermandarek bûye û malbata wî ji malbateke dewlemend û xwendewar hatiye. Farabî hê piçûk bûye, bi heweseke mezin ji bo hînbûna ilmê dest bi rêwîtiyê kiriye. Wî di destpêkê de perwerdehiya xwe ya bingehîn û temel li bajarê xwe girtîye û dû re çû Bexdayê, li wir di merkez û di dilê dinyaya ilm û zanistê de perwerdehî dîtiye.
Farabî hê dema ku piçûk bûye yanî di ciwantiya xwe de ilmên wekî felsefe, mentiq û zanistên din xwendiye û eleqeya wî ji van ilman re zêde çêbûye. Dema ku çû Bexdayê, li Mala Hikmetê (Beytul-Hikme), ku yek ji navendên zanistî yên herî mûhîm ên wê demê ye, ilm û zanîstê xwend. Li wir, zimanên Yûnanî, Erebî û Farisî hîn bû. Wî kîtabên fîlozofên Yûnana kevnar xwend, bi taybetî jî ji fikrên Arîsto û Platon tesîrdar bû.
Farabî gelek caran kîtabên Arîsto ên li ser mentiqê xwendin û şîrove kirin. Ji kîtabên wî re şerh nivîsandin. Ji ber vê yekê, ûnvan û wesfê "Muallimê Sanî" (Mamosteyê Duyemîn) jê re hat dayîn. Lewra ji Arîsto re jî dihat gotin ku mamosteyê yekem. Farabî bi hevberkirina felsefeya Yûnanî bi fikrên Îslamî re sîstemeke bêhempa pêşve xist û derxist holê.
Piştî Bexdayê, ew çû bajar û merkezên ilmê yên wekî Şam, Heleb, Herran û Misrê. Li van bajaran, wî hem ders da û hem jî li xebata xwe ya zanistî û ilmî dewam kir
Farabî di temamê heyat û jiyana xwe de, sade jiya, ne li dû dewlemendî û meqaman bû. Wî debara xwe bi dilnizmî qezenc dikir û wî hedef dikir ku alim û zanyarên mezin di alema Îslamê de derbixîne…
Farabî her tim ilm û zanîstên xwe bi telebe û xwendekaran re parve dikir. Wî, xwe weqfî ilm û zanîstê kiribû. Derdekî tenê yê Farabî hebû û ew jî di alema Îslamê de derxistin û perwerdekirina zanyar û alimên mezin bû.
Felsefe û ‘Ilim
Li gorî Farabî, zanîn û ilm bi rêya aqil tê bidestxistin. Însan dikarin bi rêya aqil bigihîjin rastiyê. Wî îddia kir ku di navbera dîn û felsefeyê de nakokî û îxtîlaf tune ye; berevajîya vê yekê, ew hevdû temam dikin. Felsefe bi rêya aqil rastiyê ji însanan re eşkere dike, lê dîn bi rêya wehîyê wê eşkere dike. Vê fikra hanê tesîreke mezin û kûr li ser alema Îslamê kir.
Mentiq
Farabî di warê mantiqê de lêkolînên kûr û mezin kir. Wî bawer dikir ku mantîq wesîleyek e ku dihêle însan bi awayekî rastîn bifikire. Wî fikr û keşfên Arîsto ên derheqê mantîqê de xist nava fikra Îslamî û wê wek sîstemê hazir kir. Ji ber vê yekê, fîlozofên paşê kîtab û eserên Farabî wek çavkaniyên sereke di warê mantîqê de bi kar anîn.
Exlaq û Civaka Bifezîlet
Yek ji fikrên herî navdar ên Farabî baweriya "Bajarê Bifazîlet" e. Di kîtaba xwe ya "El-Medînetul Fazîle (Bajarê Bifazîlet)" de, ew dibêje ku divê civakeke îdeal çawa be. Di vê berhemê de, ew îddia dike ku divê civak ji teref rehber û serokekê zana, adil û bifazîlet ve were îdarekirin. Kêfxweşî û huzûra civakê bi xwendina însanan a ilmê û bi fazîletê ve girêdayî ye.
Muzîk û Zanist
Farabî ne tenê fîlozof bû, di heman demê de zanyarekî muzîkê jî bû. Di kîtaba xwe ya "Kîtabu'l-Musîka el-Kebîr (Pirtûka Mezin a Muzîkê)" de, wî sîstema dengan, amûr yanî aletên muzîkê û meqamên muzîkê pêşkêş kirîye. Ew yek ji wan kesên pêşîn bû ku beşdarî bingehên teoriya muzîka nûjen bûye. Wî têkiliya di navbera muzîk û ruhê însanan de lêkolîn kir, wî nivîsand ku muzîk çawa tesîrê li rewşa rûhî û hîssî ya mirovan dike.
Derheqê Farabî de mîsal û çîrokek tê gotin. Tê gotin ku rojekê xelîfe, li Baxdayê, meclîseke ilmî li dar dixe. Gelek mufessîr, sîyervan, fiqihvan, fîlîzof, matamatîkvan, muzîkvan û alimên herî mezin ên herêmê dawetî meclîsa ilmî dike. Dûre gazî Farabî jî dike, çaxa Farabî dikeve meclîsa ilmê, jê re tê gotin ku kû derê cîhê meclîsa ilmê layiqê te be, biçe li wir rûnê. Farabî, ji serî hetanî binî di salona meclîsa ilmê de digere û xelîfe radike û di şûna wî de rûdine. Her kes heyirî dimîne û jê re dibêje ku tu xwe ji padîşah û xelîfe mezintir dibînî?
Padîşah dibêje ku heger tu îro ilmê xwe sabît nekî, sebeba rûniştina di cîhê min de bi delîlan eşkere nekî, ezê te bikujim. Her kes pirsan dipirse, di her war û şaxên ilmî de, Farabî cewaba hemiyan tam dide. Piştî navbirekê alimek dibêje ku ilmê Farabî gellekî zêde ye. Divê em ilmekî weha bipirsin ku ew nizanibe.
Ew alimê hanê derheqê musîqîyê de ji Farabî pirs dipirse. Lê haya wî jê tine ye ku Farabî derheqê muzîqê de kîtabeka 5 cîldî nivîsandiye. Farabî derheqê muzîqê de temamê pirsan tam cewap dide. Alim radibe û dibêje ku vêga tu hew cewaba tam didî, gelo tu dizanî ku muzîqê lê bixî? Farabî ji nava cubbeyê xwe bilûrekê derdixîne. Muzîqeke kêfê lê dixe. Her kes bi çeppikan pê re îştîrak dike. Dûre muzîqeka huznê lê dixe, her kes bi muzîqê re digirî. Piştî demekê jî muzîqeke weha lê dixe ku hetanî niha nehatiye bihîstin. Xewa herkesî bi wî dengê bilûrê tê û her kes radikeve. Farabî piştî raketina her kesî radibe û ji meclîsê derdikeve. Tê gotin ku piştî wê demê tu carî êdî naçe Bexdayê.
Kîtab û Eserên Farabî
Tê gotin ku Farabî zêdetirî 100 kîtab nivîsandine. Hinek ji wan winda bûne. Lêbelê, hinek ji kîtabên wî yên mûhîm ên ku heta roja îro mane ev in:
- El-Medînetû’l Fazila (Bajarê Bifezîlet)
- Îhsau’l-Ulum (Jimartina Zanistan)
- Kîtabû’l-Musîqa el-Kebîr (Kîtaba Mezîn ya Muzîkê)
- Kîtabû’l-Hurûf (Kîtaba Herfan)
- Tahsîlû’s-Saade (Bidestxîstîna Kêfxweşîyê)
- Kîtabû’l-Eql (Kîtaba Eqil)
- El-Cem’ Beyne Re’yey el-Hakîmeyn (Li Hewdû Hatina Fikra Du Fîlîzofan) — Di wir de behsa fikra Platon û Arîsto dike-
Kîtabên Farabî ne tenê li ser alema Îslamê, di heman demê de li ser alema Ewropayê jî tesîreke mezin hîştiye. Eserên wî bi sedsalan e ku li seranserê Ewropaya serdema navîn hatin tercumekirin û bi zimanên latînî di zanîngehan de hatin lêkolînkirin, xwendin û analîzkirin.
Farabî salên dawî yên jiyana xwe li Şam û Helebê derbas kir. Li wir, wî di bin hukumdariya Emîr Seyf ed-Dewle de li xebatên xwe û wezîfeya xwe dewam kir. Lê, wî her gav jiyaneke sade tercîh dikir. Ew di sala 950yî de, di 80 saliya xwe de, li nêzî Şamê wefat kir. Gora wî îro li Şamê ye. Fikrên wî piştî wefata wî jî berdewam kirin û gelek fîlozof ji ber xwendina kîtabên wî al û bayraqa ilm û zanîstê rakirin.
Farabî yek ji damezrînerên felsefeya Îslamî tê hesibandin. Armanca wî ev bû ku mirov bikaribin jiyaneke biseadet û biexlaq bijîn, hem bi awayekî ferdî û hem jî bi awayekî civakî.
Fîlozofên mezin ên wekî Îbnî Sîna, Xezalî û Îbnî Ruşd ji Farabî tesîrdar bûne.
Farabî di dîroka fikran de yek ji şexsîyetên herî mezin e. Bi tevlîhevkirina ilm û zanîstên rojhilatê bi felsefeya rojavayî re, wî keşfên mûhîm û mezin û mayînde di dîroka mirovahiyê de kir. Di tevahiya jiyana xwe de, wî qîmet da zanist, aqil, exlaq û muzîkê. Keşfên wî, sîstema wî ilmê wî hetanî îro jî tê bikaranîn û îstîmalkirin. Fikra wî ya "Bajarê Bifezîlet" îro tîne bîra însaniyetê ku civatek çêtir û adîlane mimkun e.
Jiyana sade, şexsîyeta wî ya ilmî û fikrên mezin û kûr ên Farabî ne tenê ji bo hevdemên wî, lê di heman demê de ji bo hemdemên hemû deman îlhameka mezin bûye. Yanî hew tenê kesên di çaxa wî de ji wî îstîfade nekirine, yên di pê wî re jî ji kîtab û ilmên wî îstîfade kirine. Ji ber vê sedemê, Farabî wekî fîlozofekî hem Rojhilatê û hem jî Rojavayê tê zanîn.