Di dîroka mirovahiyê de nuqteyên zivrînê yên girîng hene. Yek ji van nuqteyên zivrînekê yên herî girîng jî ew e ku 1449 sal berê Hz. Muhammed (a.s) teşrîfî dinyayê kiriye. Bêşek ev wîladet wek her welidîna normal bû. Belkî di şert û mercên wê rojê de zêde bal nekişand. Rast e, dîroknasên Îslamî radigihînin ku di şeva Pêxemberê me (s.‘e.w) hate dinyayê de; agirê Mecûsîyan yê hezar salî vêketî bû vemiriye, 14 stûnên Qesra Kîsra ya Îranê li bajarê Medayînê hilweşîyane, gola Sawe (Taberiyê) çikiyaye, Çemê Semawe ya ku hezar sal zuwa bûbû bûye lehî lê rabûye, pût û senemên di hundirê Kabeyê de sernixûn bûne… Lê belê ev bûyer hê jî wê demê kesî nizanibû ku ew bi wîladeta Muhemmed (s.‘e.w) ve girêdayî ne yan na.
Demeke kin piştî vê bûyerê, tê fêmkirin ku ev wîladet ji bo dîroka mirovahiyê çiqas girîng bûye. Dema ku em şert û mercên dinyayê yên wê rojê bidin ber çavan, bi rastî îro em fêm dikin ku salvegera wîladeta Hz Muhammed (as) çiqas bûyereke hêjayî pîrozkirinê ye. Her wiha divê ev pîrozbahî ji bo têgihîştina Pêxember, naskirina wî, dîtin û nîşandayîna wî weke nimûneya herî xweşik jibo însanan bibe wesîle û ji bona ev pîrozbahî bibe rojeva mirovan, ji bilî nîşandayîna şahiyê, weke çalakiyeke civakî bê dîtin.
Peyama ku wî anî, hîn jî ji bo însanîyetê pir hewce ye û bi taybetî jî îro jibo rûmeta mirovahiyê li ber fesadiya exlaqî ya mirovahiyê lazim e. Lewra peyam û doza wî li dijî her cure mêtingerî û emperyalîzmê ye. Heqîqet e ku Îslam, peyama Xweda ye, ji Pêxember Muhammed (s.‘e.w) re hatîye şandin.
Berî her tiştî, ji bo em girîngiya peyama îlahî ya ku Hz. Muhemmed (s.‘e.w) ji însaniyetê re aniye fêm bikin, ez dixwazim bi kurtî behsa rewşa tarî ya ku berî hatina wî dinya tê de bû bikim.
Li nîvgirava Erebîstanê yekîtiyeke siyasî ya xurt çênebû. Bakurê nîvgirava Erebistanê di bin serweriya Bîzans, û Başûr jî di bin serweriya Împeratoriya Sasaniyan a Farisan de bû. Gel bi giştî li ser çarçoveya eşîrî dijiya.
Gelek caran di navbera eşîran de nakokî derdiket, çanda talanê jî hevpar bû. Yên hêzdar li lawazan zilm dikir, yên qels ji heq û huqûqê bêpar bûn. Ji ber vê rewşê gelek kes bûne kole û tu mafê koleyan tune bû. Jiyana wan bi tevahî di navbera lêvên axayê wan de bû. Xerabûneke exlaqî hebû. Kirinên bêexlaqî wek vexwarina araqê, qumar û zînayê normal dihatin dîtin. Jin ne xwedî maf û nirx bûn. Yên ku keçên wan hebana, ev yekê weke şermekê dihesiband. Hinekan ji wan keçên xwe bi saxî binax dikirin. Yên ku nikaribûn li ber xwe bidana, bi dizî ew mezin dikirin. Pûtperestî weke dîn belav bûbû.
Mirovan pûtên ku ji kevir û daran çêdikirin, ji Xwedê re dikirin şirîk. Kabe ku sembola tewhîdê bû, bi pûtan tijî bû. Ji bilî Mecûsî, Sabîî, Xirîstiyanî û Cihûtiyê, yên li ser dînê henîf jî hebûn. Lê hejmara wan kêm bû.
Li Bîzansê (Romayê) ku yek ji hêzên super ên wê rojê bû jî, rewş ne cuda bû. Împaratoriya Romayê ya ku di dema xwe de li dijî Xiristiyanan her curê îşkence û rêbazên qetlîamê bi kar anîbû, piştî ku nikaribû xwe li ber bide, naçar dima û Xirîstiyaniyê wekî ola fermî qebûl kiribû. Helbet bi alîkariya hin oldaran, wan hundirê dînê Xirîstiyantiyê vala kiribû, zîhnîyeta xwe ya pûtperestiyê xistibûn nav şerî’eta Hz. Îsa û bi navê Xirîstiyantiyê hê ji xwe re kiribûn dînê fermî. Îlahên wan ên wekî Jupiter, Neptunus û Junon bi baweriya teslîsê ya di forma Rebb, Kur û Ruhulqudûs de hatin guhertin.
Esasê dînê pûtperestiya Romayê her wekî xwe ma, tenê şêl guherî. Dînê heqq, bi vî awayî veguherî oleke pirxwedayî. Erdên ji Ewropa Navîn heta Bakurê Afrîkayê di bin desthilatdariya Bîzansê de bûn. Li Bîzansê zilm û zordestî gihaştibû heddê dawîn.
Li parzemîna Ewropayê ya mayî jî rewş ne cuda bû. Xelk wek sinifan hatibû dabeşkirin, oldarên dêr û kilîseyan û kesên esîlzade bi her cûre pirfirehiyê dijiyan, qismên din ên xelkê di nav xizanî û belengaziyê de bûn. Ol di destê dîndarên mîna bazirganan de bûbû amûra îstismarkirinê.
Li Sasanî ku hêza din a wê serdemê bû, rewş hê xirabtir bû. Li Îranê, Mecûsî wek olperestî belav bûbû. Mirov ewqasî di nav xerabiyên bêexlaqî de bûn ku dikaribûn bi xizmên xwe yên nêzîk û heta bi xwişkên xwe re bizewicîyana. Tiştê balkêş ew bû ku zewacên bi vî rengî tenê di navbera çînên arîstokrat (esîlzade) de çêdibûn. Ev adet wekî nîşana esilzadeyê dihate ragihandin. Zewaca hevjînî wekî sînoreke şermezarkirina nearyaî dihate qedexekirin. Li Îranê li dijî xelkê ne esîlzade (aryayî), çewisandineke sîstematîk dihate kirin.
Hindûîzm û olên Bûdîzmê yên ku di berteka wê de derketine li Hindistanê belav bûbûn. Hinduîzm bingeha xwe ji ola Veda û Brahmanîzmê digre û tê bawerkirin ku Xwedê heye. Digel vêya, di vê bawerîyê de Xweda û alîkarên Xweda hene û di gelek mexlûqên di xwezayê de hêza xwedayî heye. Ev ol ji baweriyeke bi tenê weke sîstemeke civakî derdikeve pêş. Bi pergala kastê xelk çar sinif bûn. Ne mimkun e ku meriv ji sinifekî derbasî sinifekî din biba. Ji xeynî van sinifan, koma bi navê parya hebû ku tu mafê wan tunebû. Bi taybetî jî mafê jinan tunebû. Pir adetî bû ku jina ku mêrê wê dimir, bi laşê mêrê xwe re dihate şewitandin.
Ji hêla din ve wekî bertekeke li ser qaîdeyên hişk ên Hinduîzmê, Bûdîzm çêbû. Budha hemî sinifên di baweriya Brahma (Hinduism) de red kir, desthilatdariya çîna Brahma nas nekir û avantajeke cuda neda wan. Tê îdiakirin ku ew, hemû mirovan wek hev dibîne. Lê îro li Araqanê cînayetên endamên Budîzma ku wek oleke aştiyane dihat pêşkêşkirin, mînaka herî eşkere ye ku olên li ser bingeha însanan, dikarin bibin çavkaniya çewsandinê.
Li welatê Çînê nêrînên felsefî yên wekî Bûdîzm, Taoîzm û Konfûçyûsperestî zêdetir bûn. Felsefeya Konfuçyûs felsefeyek bû ku felsefeya exlaqî û polîtîk serdest bû.
Li Japonyayê dînê Şîntoîzmê (Riya Îlaha) belav bû. Oleke neteweyî ye û girîngiyê dide perestiya xwezayê. Li gorî baweriya li ser Îlaha, ezman (Îlahê Bav) û Erd (Îlahê Dayikê), ku bi hev re bira û mêr in, hemû giravên Japonî û Îlahên din ên xwezayê dane dinyayê. Baweriyên Îlahê yên din hene ku li dora van her dû Îlahan dizîvirin. Hat ragihandin ku li Japonyayê 8 mîlyon îlah hene. Çiya, çem, agir, birûsk, bahoz, baran û hwd. Ji bilî îlahan, her xwedîyê pîşeyî îlahekî cuda heye.
Weke ku tê dîtin, wê demê têgihiştina şîrk û pûtperestiyê di hemû olan de, olên yekxwedayî jî di nav de, serdest bû. Olên rast ku Xwedê bi pêxemberên xwe şandibûn, berevajî kirin û endamên wê li gorî berjewendîyên xwe qaîdeyên nû lê zêde kirin û hin ji wan rakirin. Mirovên bêkes û belengaz bindest, zelîl û bê maf bûn. Yên ku li her derê desthilatdariyê dikirin, bi xwîna bindestan desthilatdariya xwe diparastin û di nav kêf û sefahetê de dijîyan. Girseyên gel di birçîbûn û sefaletê de bûn.
Qur'ana Kerîm vê heyama tarî ya bi navê "Serdema Cehaletê" bi ayeta "Ji ber xerabiyên ku bi destên mirovan hatine kirin, li bejahî û deryayê fesadî belav bû. (her alî li ser hemû aliyan girt)” -Rûm 41- bi awayê herî baş beyan dike.
Xwedê Teala di Qur’anê de wiha dibêje: “Me te encax ji ‘aleman re bi rehmetî şandîyî.” (Enbiya 107) Belê, bi rastî jî di wan tarîtiyên dinyayê ku rûmet û namûsa mirovan tê pêlkirin, rehm û merhemet nemabû, hesta rehmê sist bûbû, yên hêzdar ew zilmê wek mafekî xwezayî didîtin, li qels û kole û jinan jî wek heywanan muamele dihat kirin. Di serdemeke ku tu qîmeta însanî li ber çavan nehat girtin, rîsaleta Hz. Muhammed (‘e.s) ji bo mirovahiyê bûye çavkaniya dilovaniyê. Ev roja ku li Mekkeyê hilat, di demeke kurt de çar aliyên dinyayê ronî kir. Gelek gel bi Îslamê rûmetdar bûn û bi mafên îslamî û însanî yên ku Îslam dide, gihîştine nirxên xwe yên resen. Li ser kesên ku Îslamê qebûl nedikirin jî bandoreke erênî kir û piştre di warê mafên mirovan de îlhama şaristaniya Rojava da.
Di serî de Îslamê mirov ji bindestiya bendeyan rizgar kir û ew kirin ebdên Xwedayê yek û wahidê afirînerê gerdûnê. Mirov ji rezîliya perestiya pûtan rizgar bû û rûmeta mirovekî birûmet ji nû ve bi dest xist. Îslamê; azadî da giyanên ku di bin koletiya olên xurafe û berevajî de bûne kole û kor û rêya rizgariya rast nîşanî wan da.
Bi kurtasî Îslam di pir warî de ked û kesbên pir girîng qezencî mirovahiyê kirine û bi taybetî ji bo mezlûman bûye wesîleya rizgariyê. Îro jî hewcedariya mirovahiyê bi edaleta Îslamê heye. Îslam yekane hêz û rêya rizgariyê ye ku dikare li hember zilm û komkujî û planên îstîsmarê yên ku hêzên dagirker ên kolonyalîst bi hevkarên xwe re li dijî gelên bindestên li seranserê cîhanê pêk tînin, bisekine. Hemû îdeolojiyên beşerî têk çûne û nikarin tiştekî bidin mirovahiyê û ji bilî xwîn û rondikên çavan jî tiştek nedane mirovahiyê. Îslam îro bûye hêvîya mirovan.
Bi îzna Xwedê, wekî ku ustad Bedîuzzeman Se’îdê Kurdî gotiye:
“Di vê şoreşa paşerojê de dengê herî bilind wê dengê Îslamê be.”