Şi'ir êk ji beşên hunerê tê nasîn, evî xwe di nav aliyê serekiyê edebiyatê da dibînit, şa'ir di nav evî berhemî da cîhaneka taybet bi xwe ve ava diket. Carnan pêyvan diketê lêboka di destên xwe da û şanoya jiyanê pê nişan dide, carna jî ji asta pêyvan dadikeve asta pîtan û ji evê pêyvê bo ya dî pîtan diguhore û husa êk ji honerên istatikê; ew jî regazdozî/al-cînas, li ser tê avakirin. Ev ast dibit hindek ji astê pêyvan zehmettir derkevit, pa tu çî dibêjî astê sêyê yê pêyvê ko derbazî pîtan bibit, ji wê jî derbazî (xal)ê bibit, dî çi hêzeka şa'irane û dahînanê di nav berhemê wî kesî da dîyar dibit, yê carnan yarîkirna xwe diket di astê xalê da û carnan pê diket. Yarîkirin bi pîtan; em dikarin di nav hunerên rewanbêjîyê da li gel babêtê regazdozîyê serederiyê li gelda bikeîn. Çûnkî ev huner “bi dû pêyvan yan pitir tê gotin ko di gotin yan nivîsînê da weku êk bin, yan ew pêyvên hevbeş wesa diyar biken, bo xwandevanî yan guhdarî, wesa diyarbibin kuo ew dû pêyvê hevregazin.” (Parsa, 1397: 20) Ya diyar e regazdozî bi ser dû cûrên temam û netemam da tê dabeşkirin, şêwazê êkê –regazdozîya temam- înana dû pêyvan yan pitir ku di nivîsînê da weku êk bin, belê di watayê da cûda bin. Cûrê duyê ji regazdozîyê -netemam- ew cûrê regazdoziyê ye ku dû pêyv yan pitir di wate û nivîsînê da weke êk nebin, belê di nivîsînê da gelek cûdahîya wan nebe, caran pîtek cûda, û caran jî pîtek zêde ye. (Parsa, 1397: 24). Bo nimûne: rehmet, zehmet.
Li pey wê dabişkariya bo regazdozîyê hatîye kirin û ew pênaseyên me bo her du coran înayîn, em dişeîn yarîkirinê bi pîtan û bikaranîna xala ji şêwazê regazdozîya netemam bihejmêrîn, çûnkî di rakirina xalekê da li ser pêyvê yan jêr peyvê, wî demî peyv di pîtekê da tê guhorîn. Ew guhorîn di astê cûdahîyê da ye, neko zêdekirinê. Di evî corî da "divêt bi tenê guhortin di pîtekê da bit, neko zêdetir. Eger ne wî demî dî çit di nav babêtê serwadariyê da." (Parsa, 1397: 25). Lewra em dişêyn bêjîn: Yarîkirin bi pît û xalan, diçe di nav babetê regazdozîya netemam da, dibit êk ji honerên cûwankariyê. Yarîkirin bi pîtan bi çend rengan di nav edebiyatê da hatîye bikaranîn. Di nav şi'ra Kurdî da jî ev bikaranîn bi rengekî dîyar di şi'ra klasîkî da derdikevit, bi giştî em dişeîn amajê bi sê xalên girng bikeîn:
Yek: Yarîkirin bi pîtan; ji ewan şêweyan "şa'ir pêyvan bi ser fonîmand da dabeş diket, ev jî baştirîn berjestebûn tê da ye. Bo nimûne tako pêyveka bikaratî ya weku (lêv, leb) bêjit, şa'ir dibêjit: “lam û bê” husa serinca xwandevanî pitir tê rakêşan, heta ko bizanit bi rêka lêkdana evan fonîman çi pêyvek dirusit dibe, husa xwandevan hesit bi xweşiyê dike" (Ebdulla, 2008: 118). Ew wêneyê bi rêka yarîkirin bi pîtan tê dirustkirin, wêneyeke xweşîya hestan di nav xwe da hildigire, dibe ew xala serncerakêşa xwandevanî. Çûnkî ew pît bo demekî xwandevanî rawestînit û taqîkirneka hizrî li gel diket û her zû xwandevanê roşenbîr digehe merema dirust, lewra xweşiyê ji şi'rê dibînt.
Dû: Şeklê pîtan; di evî şêwazî da şa'ir pîtan bo mebestê musîqayê bikaranayînît, belko ew zêdetir bi merameka cûwankarî berê xwe dide pîtê, dîtina wî; dîtineka nîgarkêşiyê ye. Ango ew corê rêkxistnekê di navbera şeklê fonîmekî li gel endamekî leşê mirovî diket, bo nimûne: pîta (a) gelek caran weku bejna me'şûqê hatîyê nasîn. Ev pît du wateyan di nav xwe da digire: "elîf delaletê diket ser Xwedê, anko afirênêrê cîhanê. Caran jî delaletê diket ser bejina bilind ya me'şûqê" (Mişextî, 2011: 176). Pîtên: c, l, d weku zulf hatine nasîn. Bi taybet li dev Melayê Cezîrî "pîta (l) delaletê ji bisk û davên pirça lef diket" (Mişextî, 2011: 174).
Sê: Jimarên Ebcedî; êk ji şêwazê veşartina mebesta û yarîkirin bi pîtan, şîwazê bikaranîna pîta ye li cihê salên giring yên şa'ir amajê pêdiket, bikaratîne. Ew jî bernas e bi jimareyên ebcedî, di nav şa'irên Kurda zêdetir bo mêjûya mebestdar digehînît. (Ebdulla, 2008: 118). Bo nimûne di evî alî da eger em malikeka Melayê Cezîrî wergirîn, dema dibêjit:
"Ji herfan mah û salê ma Nehat der şeklê falê ma" (Cezîrî, 2020: 11)
Her êk ji şirovekarên dîwana Melayê Cezîrî (Ebdulselam Cizîrî û Tehsîn Doskî) ev malika şi'rê weku belgeyekî li ser ji dayikbûna Cezîrî daye diyarkirin, Seyda Tehsîn husa hesab kirîye "harfa= 289, mah=46, û sal= 97, ma= 41, şekl= 350, fal= 111, ma= 41"koma van hijmaran dibe (975). Eve ew hijmar e ya Cezîrî di nav şeklê fala xwe da dîtî ( Cezîrî, 2020: 11). Yan jî dema Mela Ismetullayê Karazî (Mela Ismetullah kurê Mela Mihemmed Baqîy, kurê Mela Zubêrê Sermeşêxî kurê Mela Ebdellayê Hêzanî) di bara mirna babê xwe da dibêjt:
"Ev xeyn û şîn û nûn û dal / Şeş çû ji ha'ya şûmê hal
Lehm û wefata çav xezal / Dîwan û eywan man xela" (Doskî, 2011: 186)
Li pey hesaba ebcedîya me bo evî malka şi'rê encamdayî, bi evî rengî derdikeve: "xeyn= 1000, şîn= 300, nûn= 50, dal= 4, ha= 5" li pey ew hijmarên hatine, em dişeîn sala (1363H) derbêxîn ku dibe sala wexerkirna babê wî.
Çar: Yarîkirin bi xalên li ser pîtan; eve yek ji şêwazên dî yên yarîkirnê ye di nava pêyvên şi'rê da ji aliyê şa'irî ve tê encamdan. Şa'irên zîrek gelek caran ev şêwaz bikaranîye. Caran merama wan veşartina watayê bûye ji tirsa serdemî, caran jî ji bo Îstatîk û lezzet a edebî bikaranîye. Ji herdû goşeyan ve jî dibe cûwankariyek bo şi'rê. Ev şêwaz li dev gelek şa'irên klasîk yên Fars û Kurd hatîyê bikaranîn. Em jî di evî vekolînê da li penayê bînê ber hindek ji ewan nimûneyan û raza wan aşkira kin.
Şêwazê yarîkirin bi pît û xalan ji kevn de di nav şi'rê da hatîyê bikaranîn û ne bi tenê şa'irên Kurd, belko yên miletên dî jî. Bo nimûne şi'reka şa'irê Faris Enwerî (Ohduldîn Mihemmed bin Mihemmed Enwerî 1126-1189z), şa'irê çerxê şeşê yê Îranî yê navdar bi Enwerî Ebyûrdî, yek ji şa'irên klasîkîyên Farsîye, gelek deng vedaye û şa'irên Kurd jî bo xwe istîfade ji malik a wî wergirtîye. Enwerî di dîwana xwe ya şi'rî da çaryeneyek heyê bi jimare (260) di dîwana wîda hatîyê danan, têda dibêje:
"Eger Enverî xwahed ez rûzgar / Ke yek lehze bi zayê zehmet zîyad
Meges ra pedîd averd rûzgar / Ke ta ber serê rayê rehmet rîyad" (Enwerî, 1372: 72).
Eger Enwerî bivê jiyana wî bi xweşî û bextewerî derbaz bibe, belê qeder û rûzgar rêka ewî nadet. Lewra di her jiyana wî kevit nava nexweşiyê. Ango çi caran herfa (z) ya pêyva (zehmet) ji jiyana wî xelas nabe. Eger ewî bivêt pîta (z) ya zehmetê biguhore û bikete pîta (r) dako bibe (rehmet), wî demî saldem rêkê bi wî nade û mêş/meges dê peydabibe, dako bihê û birît ser pîta (r) û wê pîtê bike (z), husa (rehmet) dî be (zehmet).
Anko, heta eger mirov daxwaza jiyaneke bê zehmet ji Xwedê bixaze, di her arîşe û nexweşiyeka bê bahay wekî mêşekî peyda bit ko jiyana wî têk bide. Eve nîşaneka bê hêvîbûnê ye ji jiyanê û nebûna rehmetê ye. piştî lêkolîna me bo evê şi'ra Enwerî, bo me diyarbû ko dû ji şa'irên Kurdan ketine bin bandora wê çarîneya Enwerî, ew jî Mewlewî û Narî ne, em li xarê amajê bi şi'rên herdû şa'iran deîn.
Şa'irê Kurd, Mewlewî Tawegozî (Seyid Ebdurrehîm 1806-1882z), ev şi'ra şa'irê Faris, wergêraye ser zimanê Kurdî û bi dahînaneka şi'rî bi lehceya Hewramî di dîwana xwe ya şi'rî da nivîsîye:
"Xeylêwen xerîk zakey zehmetim / Belkû we rabo berş û 'usretim
Felek we bextim meges mikyano / We rakey rehmet hemdîs miryano" (Mewlewî, 1961: -)
Mewlewî dibêje:
Demekî zor e ez mjûlî (z) ya pêyva (zehmet)im, min bizav kirîye (z) biguherim û bikim (r), daku asteng û nexweşî min nemînin; belê dema ez vê bizavê dikem, felek -qeder- mêşek/ megesekê dihinêre û dûbara wê (r) ya (rehmet)ê digohere û dike (z) ya (zehmet)ê.
Dîsan şa'irekî dî yê Kurd ketîye jêr karîgerîya şi'ra Farisî ya Enwerî, ew jî Mamosta (Narî)ye, ewê bi navê (Mela Kake Hemey Bêlû 1874-1943z), belê Narî ev şi'r bi zimanê Kurdî û lehceya Soranî nivîsîye.
"Zor demêke min xerîkî nûqtekêy zêy zehmetim / Belkû zehmet bê bi rehmet laçê derd û hesretim
Nakaw felek nardî mêşê, çûnke bextî reşim waye / Goy kird be ser rêy rehmeta û her zehmet ta hetaye" (Narî, 1383: -).
Demekî dirêj e, ez mjiûlî guhertina (z)ê ya (zehmet)ê me, dako bişêm wê (zehmet)ê bikem (rehmet), dako derd û hesretên min nemînin û bi dûmahî bihên, ji ber bextê min yê reş, ji nişka ve felekê mêşek hinard û rîte ser pîta (r) û dûbara bû zehmet û êdî her zehmet heta hetayê behra min e. Narî jî mifa ji guhortina pîtan bi rêka xalekî wergirtîye, wate em dişên serederîya honerê regazdozîya netemam li gelda bikeîn.
Ev şêwazê yarîkirin bi xalê di nav şi'ra klasîka Kurmancî da hatîye bikaranîn û ji nimûneyên ewî jî, em dişeîn amajê bi Seydayê mezin "Ehmedê Xanî 1650-1707z" bkeîn, ew dema di nav dîwana xwe da dibêjt:
"Canî ji te ey Xanî! cana ko bixwazîtin / "xa" nûqte li bin danî, fîl- hal di hêlîn da" (Dure, 2008: 55).
Şirovekarê dîwana Ehmedê Xanî, vekoler (Ebdurrehman Dure), di bara şiroveya evê xalê da dibêje: "xa: tîp û pît "x"ya Xanî ye, nûqte li bin danî, mebest jê nûqta li binî ye, anku pîta destpêkê di pêyva Xanî de ku nûqta wî li binî ye, dibe "cim", bi wî awayî Xanî jî dibe "Canî", ew jî bi wate ya can û rûh e" (Dure, 2008: 55).
Herçende ev malik di berhevkirna Seydayê (Tehsîn Doskî) da bi şêwazekî dî hatîye, dema dibêje:
"Canî ji te ey Xanî canan ku bixwazîtin / Ha nûqte li ber danî (fîl-hal) di mizgîn da" (Xanî, 2016: 14).
Belê bi dîtina me, ev malik li pey bikaranîna Seyda (Ebdurrehman Dure) durusttir e, çûnkî tê da xal ji ser navê Xanî di pîta (x) da diçe bin pîtê û dibe (cim) wesa wataya navê Xanî tê guhartin bo (Canî) ango gîyanî. Dîsan Seyda Tehsîn di nîvedêra dûyem da gotîye: (nûqte li ber danî), belê Dure gotîye: (nûqte li bin danî). Wate di herdû haletan da şêwazê bikaranîna Seyda Dure baştir e ji şêwazê Seyda Tehsîn û wataya wê durusttir diyar dike.
Dîsan ji şa'irên dî yên ku cûwankariya yarîkirin bi pîtan di nav şi'ra xwe da bikaranîye, ew jî (Feqiyê Teyran 1590-1660z)-e, Feqî di şi'ra xwe ya hevpişka li gel Melayê Cezîrî da dema behsa serê heft sûretên bi (hmحم ) destpê dike, evî babetî diket honerek bo xweşkirna şi'ra xwe û hem jî veşartina wataya wê. Feqî tê da dibêje:
"Hêyên di hefit (hamîman) Nûqteyan lê peyda kin
Îsmê dû (tasîn mîm)an Dû mîman jê cûda kin
Bavinê cem dû cîman Îshqê ku jê peyda kin" (Cezîrî, 2020: 320)
Diyar e Feqî li vîrê vîyaye hindek pîtan nûqteyan dane ser û hindek peyvên dî jî guhortina pîtan bo biket. Ya diyare nevîyaye evî rastewxo bike, daku Sitatîka şi'rî hebe û veşartinek a şi'rî jî hebe. Wateya evan malikên Feqî di şerha "Mihemmed Emîn Doskî"da bi vî rengî hatîyê şirovekrin: "Eger xalan li ser pîtên (ha) yên heft hamîman (حمhm) danîn, di bine heft xom (xm), di zimanê Farsî da dibîte cerkê meyê, navê dû ta sîn mîman (tsm); eger dû pîtên mîm (m) jê rakêin, dibe tas (ts), ew jî dibîte tirarê vexarinê; eger wan jî pavêne dev dû cîman (c) ku mebest formê biskê ye demê li rûyî xar dibît, hîngî da 'ishq jê peyda be"(Doskî,2007 :1813).
Şa'ir şêwazê yarîkirnê bi xalan bo guhortina wataya pêyvekê bi watayeka dî di nav şi'ra xwe da bo dû meraman bikardîne, yek bo mebesta veşartina watayê, dû bo merama zêdekirna lezzeta honerî, ev herdû şêwaz jî di nav şi'ra Kurdî da hatine bikaranîn, herwesa bo corê dûyem jî –mebesta çêja honerî-ye, em dişeîn şi'ra Ehmedê Xanî û Mewlewî û Narî ji wî corî hesab bkeîn.
Encam
Yarîkirin bi xalan, yek ji şêwazên honerî ye yên bi hêz û zîrekatîya şa'irî tê da derdikeve. Ev Şekil di Edebyata Farisî, Erebî û kurdî da hatîye bikaranîn; di binyata xwe de ew bi Şêwazeke Statîkî tê nasîn; ciwankarêya wê di Çar alîyan de derdikeve. Şa'ir divê yarîyan bi xal û nûqteyên hindek pîtan bike û hindek watayên dî jê vedozît, daku nîşa guhdar yan xwandevanê xwe bide ku şîyana min li çi astêye, bi rastî jî astê hostayîya şa'irî nîşan dide û sernca xwandevanî bo xwe radikêşe.
Çavkanî
Cezîrî, Mela (2020), Dîwan, berhevkirin: Tehsîn Îbrahîm Doskî, çapa dûyem, Dihok: Bê Dezgeh.
Doskî, Mihemmed Emîn (2007), Şirovekrna Dîwana Melayê Cezîrî, bergê çarem, çapa yekê, Dihok: Dezgeha Sipîrêz.
Doskî, Tehsîn Îbrahîm (2011), Mela Ebdellayê Hêzanî û şa'irên malbata wî, çapa yekê, Dihok: Dezgeha Sipîrêz.
Dure, Ebdurrehman (2008), Şirovekirna Dîwana Ehmedê Xanî, çapa yekê: ji weşanên Govara Metîn.
Ebdulla, Ebdulselam Necmedîn (2008), Şêkirdinewey Deqî Şi'rî le rûy zimanewanîyewe, çapa yekem, Dihok: Dezgeha Sipîrêz.
Ebyûrdî, Enwerî (1372), Dîwan, bê ihtîmamê: Mihemmed Teqî Muderris Rizwî, çapa sêyem, Tehran: Intişaratê Ilmî û Ferhengî.
Mewlewî, Ebdurrehîmî Tawegozî (1961), Dîwan, kokirin û lêkdanwe: Seyd Ebdulkerîmî Muderris, çapa yekem, Sine: Intişaratê Kurdistan.
Mişextî, Kameran Îbrahîm (2011), Sîmyolojîya zimanê Sûfîgerî le şi'rekanî Melay Cezîrî da, çapa yekem, Dihok: Dezgeha Sipîrêz.
Narî (1383), Dîwan, kokirnewe û saxkirnewe: Kakey Fellah, çapa yekem, Sine: Intişaratê Kurdistan.
Parsa, Sued Ehmed (1397), Cûankarî le Edebî Kurdîda be şêwazêkî nwê, çapa yekem, Sine: Intişaratê Nalî.
Xanî, Ehmed (2016), Dîwan, berhevkirin: Tehsîn Îbrahîm Doskî, çapa yekê, Dihok: Dezgeha Sipîrêz.