Bi hubba te meftun in
Ji eşqa te mecnun in
Canfîdanê memnûn in
Boy Mûhemmed Mûstefa
Hezkirna te nefes e
Azadîya j-qefes e
Şahîw cejna her nefs e
Ya Mûhemmed Mûstefa
Evîna te kete dil
Barê giran ket ser mil
Ji hubba te çav bû şil
Ya Mûhemmed Mûstefa
Sunneta te mekteb e
Nûr û zikr û edeb e
Hezkirna te j-kezzeb e
Ya Mûhemmed mûstefa
Tu şêrîn û delal î
Mehbûbê Zulcelal î
Xwedyê şer’a delal î
Ya Mûhemmed Mûstefa
Nûra te çi pîroz e
Me de’wa te kir doz e
Cejn û bihar newroz e
Ya Mûhemmed Mûstefa
Tu mehbûbê Rehman î
Wehya delal te anî
Me l-ser serê xwe danî
Ya Mûhemmed Mûstefa
Rihan nêrgiz şîn bûne
Gul û sosin beybûn e
Ji eşqa te vebûne
Ya Mûhemmed Mûstefa
Dermanê derd û keder
Bîna misk û gul’ember
Axa nigê pêxember
Nûr Mûhemmed Mûstefa
Ji çavê kul zingarek
Cîla bikra yek carek
B-axa nigê mubarek
Nûr Mûhemmed Mûstefa
Wê şîfaba çavê kul
Wê biba melhem û kil
Derman bikra dağa dil
Ya Mûhemmed Mûstefa
Salih nexweş birîndar
Eşqa dilêm nabe sar
Ancax bibim bextewar
Bi Mûhemmed Mûstefa