M. Salih MISQEYNTERÎ
Şeş û heftê Cotmehê
Li welatê Kurdistan
Pêlê kufrê wek lehê
Her der kire goristan
Li meşrîqa Anadol
Ji vir heta Stenbol
Wek gurê har mar û mol
Wêran kirin Kurdistan
Rêya sûk û bazara
Rêya gund û bajara
Li me girtin çend cara
Rêya mal û dibistan
Ev çi kîn û ğezzebe
We ne dîn û mezhebe
Nefreta we j-kezzebe
We wêran kir Kurdistan
Kurdistana wek behişt
We tiştê baş lê nehişt
Ji zulma we bûye mişt
Seranserê Kurdistan
Bi dev dibên wekhevî
Mafê însan mirovî
Karê we tevlîhevî
Li her alyê Kurdistan
Kurd kirin wek pepûka
Pîrek zilam biçûka
Agir berdane sûka
Şewitandin Kurdistan
Dewletê wan xwedî kir
Tiştê kesî nedî kir
Çetê zulmê kedî kir
Wêran kirin Kurdistan
Em ketine çi halî
Gund û bajar dinalî
Ne qaymaqam ne walî
Wêran bûye Kurdistan
Ew tim xwînê dirêjin
Wek şevşevok dimêjin
Lê b-derewa dibêjin
Emin xwedyê bindestan
Li ser xwîna mezlûma
Bûne wek kund û bûma
Bela dikin ‘ulûma
Bi derewa l-Kurdistan
Ey mehrûmên bêlimêj
Dest û ziman biqirêj
Wê ev dîrok her bibêj
Zulma weya l-Kurdistan
Dixapînin ehmeqa
Didin kolan xendeqa
Wan da’f didin ser tenqa
Didin kuştin bindestan
Sosyalîzma gemmarî
Fikr û olê pir tarî
Qebûl nakin tu carî
Muslumanê Kurdistan
Ğeynî Qur’an tu denga
Qebûl nakin tu renga
Em davêjin bin linga
Fikra her pûtperestan
Şerîeta Îslamê
Pir şefafe wek camê
Temam rabin qiyamê
Ji bo were gulîstan
Wehya Xwedê zulcelal
Şerîeta pir delal
Wek neynik saf û zelal
Ew ji mere gulîstan
Wek rehmeta biharî
Ya Reb serme bibarî
Rehmeta xwe her carî
Em pê bighên gulîstan
Xortê hêjaw nazenîn
Selam li ser we Yasîn
Xwîna we bûye mizgîn
Ji mer bîne gulîstan
Bi hinceta Kobanê
Çete ketin meydanê
Qatê çara ji banê
Wî avêtin zordestan
Wê xwîna wan roj bi roj
Ji muminar bibe moj
Li xayîna bibe doj
Li wan bike tarîstan