Ya Îlahî!
Xwezî min zanibûna;
Te ez hiştim di tarîya zindana de
Gelo ‘edaleta qederê ye ji bomin?
Yan ji bo tim tu min bikî hêsîrê xwe yê du’ayê?
Ya Îlahî!
Xwezî min zanibûna;
Te min şande xurbeta
Gelo ji bo kefareta gunehên min e?
Yan jî gelo ji bokû ez tim bi hesreta te bimînim?
Ya Îlahî!
Xwezî min zanibûna;
Te ez hiştim bi hesreta şefqeta dê û bav
Gelo ji bo keferatê gunehê min e?
Yan ji bo dereceyekî Cennetê ye?
Yan jî gelo ji bo tim çavê min bi hesreta şefqeta tebe?
Ya Îlahî!
Xwezî min zanibûna;
Te min weke Ye’qûb ji Yûsufê min dûr kir
Gelo ji ber sirrê “men deqqe, duqqe” ye?
Yan ji ber ku min zêde ji wan hez dikir?
Yan jî gelo ji bo hubba dile xwe bidim Te tenê?
Ya Îlahî!
Xwezî min zanibûna;
Te bi van nexweşîyê bê hed wek Eyyûb min îbtîla kir;
Gelo ji ber gunehên min zehf in?
Yan bedena xwe min zêde su-î îstî’mal kiriye?
Yan jî gelo ji bo misluxa du’a j imin re vekî?
Ya Îlahî!
Xwezî min zanibûna;
Eva ku bêbextîya hin “dosta” Te min îmtîhan kir
Gelo ev “cezaun mîn cînsîl amel” e ji bomin?
Yan ji bo ku ji Te pêve dostê heqîqî nizanibim?
Ya Îlahî!
Xwezî min zanibûna;
Te van bela û mûsîbetên giran dane min
Gelo ji bo kefaretê gunehên min e?
Yan ji bo dinya li ber çavê min reş bikî?
Yan jî ji ber kû ji min hez dikî?
Ya Îlahî!
Xwezî min zanibûna;
Te bi xortanî ez kirim pîr
Gelo ji ber min qiymet neda emanetê te; kefaret e?
Yan ji bo ez ji heyatê bêtir mirinê bifikirim?
Ji bo bibim xortekî pîr û
Qene axretê arzû bikim?
Ya Îlahî!
Xwezî min zanibûna;
Te îstîdada ‘eşq û muhebbetekî zêde daye min
Gelo ji bo bibe îbtîla û kefaret?
Ku jî berê ‘eql û dil bûne aletê ‘ezabê…
Yan jî gelo ji bo ku ez muhebbetullah dest bixim?
Ya Îlahî!
Xwezî min zanibûna;
Dilovanî, henûnî û şarezayîya ku te daye feqîr
Gelo ev xuy ezyet in ji min re?
Yan jî gelo ji bo pê riza Te qezenckim Te da?
Ya Îlahî!
Ev hîsa wefayê kû te daye min;
Gelo cezayê pêşîn e Te daye min?
Yan ji bo qiyasê wahidî kû wefaa te nasbikim?
Yan jî gelo ji bo ez bibim siddîq?
Ya Îlahî!
Xwezî min zanibûna;
Bi gelek şehîda re dostanî û du’ayê wan Te kir qismet
Gelo tu qiymetê hevaltîya wan tune li cem Te?
Yan gelo ji bo Tu min bi wan re heşr bikî û şehadetê bikî qismet?