Bi navê Xweda
Medya; îhtîyacîyê civakê ku ji alîyê nûçe û agahdarîyê, perwerde û têkilîyê ve pêk bîne di formên cûr bi cûr de naverokên nivîskî, dîtbarî û dengî amade dike. Û bi vî rengî şikil dide danûstandina însanan, guhertina ferhengê, ragehandina raya giştî û rojevê.
Îro, herkes kêm zêde di ferqa giringîya medyayê de ye. Ev mijar tena serê xwe mijarekî berfireh e. Lê mijara me “Xwendinek li ser Geşedana Medyaya (Çapemenî û Weşan) Kurdî”ye. Ji kî derê destpê kirîye û di çi êwra re derbas bûye.
Em dikarin geşedana medya û çapemenîya Kurdî di şeş qonaxan de şîrove bikin.
- Qonaxa Yekem: Stenbol (1881-1923)
- Qonaxa duyem: Silêmanî (1920-1932)
- Qonaxa Sêyem: Şam û Ekola “Hawar”ê (1932-1946)
- Qonaxa Çarem: Mehabad (1946-1947)
- Qonaxa Pêncem: Rewan-Qafqasya-Sovyet(1931-1991)
- Qonaxa Şeşem: Edebiyata Kurdî ya Hevçerx Diyaspora-Welat
QONAXA YEKEM: STENBOL (1881-1923)
Ji ber ku Stenbol paytexta Osmanîyan bû, hêja milletê Kurd di bin hikimranîya Osmanî de bûn, girseya ‘alim, zana, rewşenbîr, şa’ir û edîb, burokrat û sîyasetmedarên milletê Kurd li Stenbolê civîyabûn.
Edebîyata modern destpê kiribû û dezgehên çapemenîyê berhemên vê dewra modern diweşandin. Rojname û kovar, cûreyên edebîyata nûjen wekî roman, çîrok, şano, helbesta serbest, quncnivîs, gotar, roportaj, hwd. roj bi roj zêde dibûn.
Di vê qonaxa nû de cara yekem şa’ir û nivîskarê Kurd Hacî Qadirê Koyî behsa van dezgehên nû dike û bala Kurdan dikişîne li ser dem û dezgeh, şêwaz û cûreyên vê demê û dibêje:
“Çiraxî nazim û munşî kujawe/Le dewrî ême roman û cerîde.” Bi peydabûna metbe’ê re karê munşî (katib) zeîf ketibû, nezim, yanî helbest, şûna xwe dabû roman û rojnameyê.
Nivîskar, Şa’ir, Rewşenbîr û Pêşengên Çapemenîyê yên vê Qonaxê
Gelek kesayet hene ku navê wan bê hêjmartin lê emê yên bi navdar û bi bandor bijmêrin.
Hacî Qadirê Koyî (1815-1817), Seyyîd Abdulqadir Nehrî (1851-1925), Bedûzzeman Saîdê Nûrsî (1877-1960), Memdûh Selîm (1892-1976), Kemal Fewzî (1895-1925), Pîrêmerd (1867-1950), Qedrî Cemîlpaşa (1891-1973), Celadet ‘Elî Bedirxan (1893-1951), Huseyin Şukrî (Baban) Bey (1890-1980), Emîn Feyzî(1862-1929), ‘Ebdurrahîm Rehmî Hekarî (1890-1958), Nûrî Dêrsimî (1893-1973), Hemzayê Muksî (1892-1958), Xelîl Xeyalî (1864-1946).
Rojname û kovarên ku di vê qonaxê de derketine:
- Kurdistan (Rojname, 1898) 31 jimar
- Rojnameya Hevkarî û Pêşketina Kurd (Rojname, 1908) 9 jimar
- Rojhilat û Kurdistan (Rojhilat û Kurdistan (Şark ve Kurdistan, Rojname, 1908)
- Kurdistan (Rojname, 1908-1909)
- Peyman (Rojname, 1909)
- Amîd-î Sewda (Rojname, 1909)
- Rojî Kurd (Kovar, 1913) 4 jimar
- Yekbûn (Kovar, 1913) 4 jimar
- Hetawî Kurd (Kovar, 1913) 10 jimar
- Kurdistan (Kovar, 1914)
- Jîn (Kovar, 1918) 25 jimar
- Gazî (Rojname, 1918)
- Kurdistan (Kovar, 1919) 13 jimar
- Jîn (Rojname, 1919)
Taybetmendîyên Vê Qonaxê:
Qonaxeke ku; Herba Cîhanê ya Yekem destpê dike, fikra netewperwerî geş dibe, Împeretorîya Osmanî hildiweşe, dewletên netewî tên avakirin, mandeterî, gengeşe û alozî heta qirikê hatîye.
Di nav vê toz û dûmanê de rewşenbîr û alim û zana û pêşengên Kurdan jî di nav lêgeranekî de ne. Li gor şert û mercên demê ji alîyê sîyasî, civakî, navdewletî, bawerî û rasteqînîya fê’lî hewl didin ku îstîqameteke rast û çareserîyeke bi rûmet peyda bikin.
Dibînin ku Ewrûpî di şexsê Împeretorîya Osmanî de Alema Îslamê parçe dikin û îşxal dikin. Li gor plan û projeyên çêkirî ji Kurdan re tu heq û hiqûq destnîşan nekirine. Li hemberî vê geşedanê heta ji destê wan tê bi fikr û ramanên xwe, bi gotin û kiryarên xwe fikra îttîhad û biratîyê diparêzin.
Ji alîyê din ve jî, milletê xwe li hemberi rûdan, guherîn û geşedanên nû, bi tevger û pêngava hişyar dikin, agahdar dikin û rêveberîya wan dikin. Di gotar, helbest, hevpeyvîn, konferans û komxebatên... xwe mesûlîyeta xwe ya dîrokî pêk tînin.
Lê mixabin çiqas hewl didin jî çerxa felekê di eleyhîyê wan de dizîvire. Qedera ku Ewrûpîyan jibo wan tayin kiribûn nikarîn biguherînin.
Encama xebatên wan ên musbet bi şiklê kuştin, girtin, sirgûn, şewitandin û wêrankirin li wan vegerandin.
QONAXA DUYEM: SILÊMANÎ (1920-1932)
Piştî Herba Cîhanê ya Yekem li gor peymana Sykes-Picot (14 Gulan 1916) Brîtanya (Îngilîstan) dest danî li ser Iraq’ê û Başûrê Kurdistanê. Îngilîzan jiber berjewendîyên xwe li Kurdistana Başûr dest bi weşanên Kurdî kirin û Kurdî teşwîq kir. Polîtîkayên Îngilîzan ên li ser Kurdan, di nav dudiliyekê de bûn: Hem li hember Tirkan ji bo bidestxistina Mûsilê pişta xwe didan Kurperweriyê û hem jî ji bo ku Kurd li Iraqê berê xwe nedin serxwebûnê, sînorên vê Kurdperweriyê teng dikirin.
Em dikarin bêjîn di navbera 1918-1926an de sembolîk be jî Kurdî hatiye teşwîqkirin ji teref mandeterîya Îngilîzan ve. Lê di navbera 1926-1932yan de jî hatîye astengkirin.
Nivîskar, Şa’ir, Rewşenbîr û Pêşengên Çapemenîyê vê Qonaxê
Pîrêmerd (1867-1950), Cemil Saîb (1887-), Ehmed Muxtar Caf (1889-1935), Şêx Nûrî Şêx Salîh (1896-1958), Abdullah Goran (1904-1962), Îbrahim Ehmed (1914-2000), Alaeddîn Seccadî (1907-1984)
Rojname û Kovarên ku di vê qonaxê de derketine;
- Pêşkewtin (1920-1922)→118 jimar
- Rojî Kurdistan (1922-1923)→16 jimar
- Bangî Kurdistan (1922-1923)→17 an 14 jimar
- Bangî Heq (1923)→3 jimar (di şikefta Cesnayê ya di çiyayê Surdaşê de)
- Umêdî Îstîqlal (1923-1924)→25 jimar
- Jiyanewe (1924-1926)→56 jimar.
- Jiyan (1926-1938)→553 jimar. Ku piştî Pîremêrd wê çapxaneyê ji şaredariyê kirê kiribû bi wê ev rojname derxistibû.
- Zarî Kirmancî (1926-1930)→24 jimar
- Rûnakî (1935)→11 jimar li Hewlêrê.
Nirxandina Çapemenîya vê Qonaxê
Ev qonaxeke di mandeterîya Îngilîzan de ye. Yekemîn car çapxane bi destê Îngilîzan hate Silêmanîyê dest bi weşanên Kurdî-Soranî dike. Her çiqas sînordar be jî di nav welatê Kurdan de weşanên Kurdî hatine kirin.
Di weşanên vê qonaxê de; berhem û weşanên bi piştîvanîya Îngilîzan derdikevin bi vê nevê pesn û propagandaya Îngilîzan tê de serdest e. Di berhemên çapxaneyên xweser de fikra netewî, rexneyên edebî bêhtir serdest e.
Bi îmkanên çapxaneyan û li ser axa welat weşanên demdirêj bûye sebeb di lehçeyê Soranî de standardizasyonek çêbe.
QONAXA SÊYEM: ŞAM Û EKOLA “HAWAR”Ê (1932-1946)
Piştî têkçûna Osmanî û damezrandina Tirkîyeya nû û têkçûna Serhildana 1925’an (bi pêşengiya Şêx Seîd) û Serhildana Agiriyê (ji aliyê Tevgera Xoybûnê ve) gelek rewşenbîr, axa û paşayên Kurd têne sirgunkirin an jî ji sînorên Kurdistana Bakur dûr dikevin, direvin . Rawestgeha van a ewil Binxet e. Sûrî di bin mandeterîya Fransa de ye û ev dibe sebeb ku Frensî ji ber berjewendîyên xwe destekê bide van muxalifê Tirkîyeya nû.
Nivîskar, Şa’ir, Rewşenbîr û Pêşengên Çapemenîyê vê Qonaxê
Celadet Elî Bedirxan (1893/Stenbol – 1951/Şam), Kamiran Elî Bedirxan (1895/Stenbol – 1978/Parîs), Osman Sebrî (1905/Semsûr – 1993/Binxet), Qedrî Can (1911/Dêrik – 1972/Şam), Cegerxwîn (1903/Kercos – 1984/Stockholm), Nûredîn Zaza (1919/Maden – 1988/Lozan), Reşîdê Kurd 1910/Dêrik – 1968/Binxet) û Rewşen Bedirxan (1909-1992), Hevindê Sorî, Tewfîq Wehbî 1891-1984), Refîq Hilmî (1898-1960), Fayîq Bêkes (1905-1948) û Ebdulla Goran (1904-1962). Haco Axa, Mala Paşazadeyên Dîyarbekirî.
Rojname û Kovarên ku di vê qonaxê de derketine;
- Kovara Hawar (1932-1943): 57 hejmar
- Kovara Ronahî (1942-1945): 28 hejmar
- Kovara Stêr (1943-1945): 3 hejmar
- Kovara Roja Nû (1943-1946): 73 hejmar
Taybetmendîyên Vê Qonaxê û Ekola “Hawar”ê
Çend taybetmendîyên vê qonaxê û ekola “Hawar”ê hene.
Piştî têkçûnên hewldan û serhildanên li hemberî komara nû êdî tu mecal jibo Kurdan neman. Lewra Ewrûpî û Tirk li hev hatibûn bi tifaqan hemû terefan tu heq û hiqûq ji Kurdan re nehatibûn te’yînkirin.
Sûrî di bin mandeterîya Firansîyan de bû. Firansî dualî dileyîstin. Ji alîyekê ve bi Tirkan re muttefiq bûn ji alîyê din ve jî piştgîrî didan biraderên Bedirxanî ku karê çapemenî û weşanî bikin. Ev yek di kovara “Hawar”ê de berbiçav e.
Biraderên Bedirxanî Celadet û Kamîran piştî li hemberî kolonyalizmê tu derfet di destên wan de nema dest bi karên çand û edebîyat û ziman kirin. Alfabeya Kurdî-Latînî çêkirin bingeha rêzimana Kurmancî ava kirin. Celadet xwe ji Ataturk kêmtir nedidît, hetta ji alîyê esalet, perwerde, ziman (heft ziman dizane), pêşengî hwd. ve xwe pêştir didît. Ji ber vê yekê dest bi karê pêşengîya milletê xwe kir. Bi harîkarîya Fransîyan di vî warî de gavên bingehîn avêtin.
Ekola “Hawar”ê nerîtek nûjen e. Piştî têkçûna nerîta qonaxa Stenbol ku di vê nerîtê de “îttihad û biratî û bawerî” esas bû, di nerîta “Hawar”ê de “netewperwerî” fikra sereke ye. Em dikarin bêjin alternatifekê li hemberî sistema komara nû dixwaze ava bike. Kovara Hawarê bûye mehdik û mekteba vê armancê.
Lê mixabin ev ekol hêdî hêdî ber bi sekularîzma Fransî û bahoza sosyalizmê ve diçe, ji xetta netewperwerî dûrdikeve. Hetta ekserê nivîskarên vê ekolê bi bandora Marksîzm û Sosyalizmê dijayetîya dîn dikin û ji netewperwerîya Kurdî dûr dikevin. Her çend di pey de bi tevgera Mele Mistefa Barzanî piçekê disa nêzîkî xetta netewî bibin jî di warê Kurdayetîyê de texrîbatên mezin çêdikin.
QONAXA ÇAREM: MEHABAD (1946-1947)
Ev qonax di Rojhilatê Kurdistanê de bi damezrandina Komara Mehabadê destpê dike. Di wê demê de Rojhilatê Kurdistanê û bakurê Îranê di bin kontrola Rûsan de ye. Rûs, pêşî soza destek û alîkarîyê didin Qazî Mihemed, paşê li ser soza xwe nasekinin û bi Şahê Îranê re li hev tên û desteka xwe ji Qazî Mihemed dikişînin.
Nivîskar, Şa’ir, Rewşenbîr û Pêşengên Çapemenîyê Yên Vê Qonaxê
Di vê qonaxê de 3 karakterên sereke yên xurt derdikevin pêş. Hesen Qizilçî (1914-1984), Hêmin Mukrîyanî (1921-1986) û Hejar Mukrîyanî (1920-1991).
Kovar û Rojnameyên ku Derketine:
- Rojnameya Kurdistan: (1946) Ev weşan weke dengê Komarê Mehabad e.
- Kovara Hawarî Niştîman: (1946) Ev weşan weke dengê Komarê Mehabad e.
- Kovara Girûganî Mindelanî: (1946) Kovara Zarokan e. 3 jimar derketîye
- Kovara Helale: (1946) 3 hejmar. Helale ew kovar e ku ji bo jinan hatiye weşandin.
Taybetmendîyên vê Qonaxê
Qonaxeke kurt e. Hesen Qizilçî, Hejar û Hêmin Mukrîyanî weke nûnerê fermî yên çapemenî û weşanên Komara Mehabadê ne. Fikra sereke “netewperwerî”ye. Bêhtir pesn û propagandaya komarê dikin. Di bin bandora Şoreşa Bolşewîkan de mane û xetta fikrîya wan çepgirîye. Piştî têkçûna komarê behtir nêzîkî xetta çepgirî bûne û di pêş de Hesen Qizilçî dibe endam û berpirsê hizba komonist ya Tûdeh’ê. Hejar piştî vegera Mele Mistefa hetta dawî li kêleka wî dimîne û dibe helbestvanê şoreşê.
QONAXA PÊNCEM: REWAN-QAFQASYA-SOVYET (1931-1991)
Hebûna Kurdan li Qafqasyayê ji alîyê dîrokî ve bi sê serdema tê dabeşkirin:
Serdema Yekem: Şedadî (951-1164) Li Divîn û Genceyê.
Serdema Duyem: Di dewra Şah Ebbas de 24 eşîrên Kurdên Îranê li bakurê Îranê hatin îskankirin. Ev yek nifûsa Kurdan a li Qefqasê zêdetir kiriye. (1587) Xasma jî Kurdên derdora Laçîn û Qerebaxê bi hatina van eşîran re zêdetir bûne.
Serdema Sêyem: Kurdên ku piştî şer, pevçûn û îstîlayên sedsala 19an û 20an berê xwe dan Qefqasê û xasma Ermenistanê. Yanê qest jê ew eşîrên Êzîdî yên Serhedê ne ku bi şerê Osmanî –Rûsan (1877-1878) û Şerê Cihanê yê Yekem (1914-1918) re koçber û penaber bûn.
Çapemenî, weşan û edebîyata vê qonaxê bi şoreşa cotmehê ya Bolşewîkan destpê dike. Armanc, belavkirina fikr û ramana sosyalistî û perwerdekirina xelkê bi vê îdeolojîyê ye. Pesindana serok û pêşengên komonizm û sosyalizmê, rexnekirin û redkirina jîyana xeyrî vê sîstemê ye.
Navenda xebatên Kurdên Sovyetê Ermenîstan û paytextê wê Êrîvan e. Nivîskar û weşanger û berpirs û pêşengên vê projeyê, Kurdên Êzidî û Ermenî ne. Di heman demê de; ekserê wan endam û berpirsên partîya Komonist ya Ermenîstanê ne.
Erebê Şemo, Emînê Evdalê, Celîlê Celil, Cerdayê Genco, Hacîyê Cindî, Ahmedê Mirazî, Wezîrê Nadir, Etarê Şero, Rubên Drampyan, Qaçaxê Mirad, Hako Xezeryan (Lazo), Îshaq Marogolar, Qenadê Kurdo, Çerkezê Reş, Ordixanê Celil, Emerkê Serdar, Eskerê Boyik,
Di gel hemû cûre berhemên edebî yên di çarçoveya poetîkaya realizma sosyalist de hatine weşandin, Rojnameya Rêya Teze û Radyoya Êrîvanê di vê geşedanê de xwedîyê cihekî girîng in.
- Rêya Teze: (1930-2000) Rojname. 4800 hêjmar derketîye.
- Radyoya Êrîvanê: (1955- Berdewam e)
QONAXA ŞEŞEM: EDEBIYATA KURDÎ YA HEVÇERX DIYASPORA-WELAT
Qonaxa şeşem ji ber ku berdewam e û şert û merc bi giştî guherîne, bi serê xwe mijarek berfireh e.
Geşedan û boçûn û rewşa çapemenî û weşana Kurdî, bi qonaxa Stenbol û bi nerîta “îttihad, biratî û bawerî” destpê dike ber bi ekola “netewperwerî”yê diçe. Paşê hêdî hêdi dikeve bin bandora sekulerîzm û realizma sosyalist. Her çiqas bi tevgera Mela Mistefa Barzanî netewperwerî carekî din dibe fikra sereke jî lê belê astengîyên li pêşîya çapemenî û weşana Kurdî li ser axa welat, bandora sekularizm û sosyalizmê xurttir dike. Bi hatina PKK û fikrîyata wê ji alîyê îdeolojî, çapemenî û weşanê ve mala Kurdan mîrat dike.
Nerîta sekular û sosyalist ji bo Kurdan felaket e. Lewra nerîteke ku“kok”ê înkar dike. Wextê milletekî koka xwe înkar û red kir ew nirxên milletbûnê ji binî ve dibire. Wextê kok nemîne hebûna wî milletî jî tu me’nayê îfade nake.
Xalek balkêş jî ew e ku, Ewrûpîya welatê Kurdan parçe kirin lê dîsa heman ew Ewrûpî berê Kurdan dide fikra neteweyî û ber bi sosyalizmê ve dehf dide.