Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

XWEDÊ GAZÎ BAL CENNETÊ DIKE

24.06.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Nivîskar: Mela 'Ebdûrrehîm Omerî

Resulê Xwedê di 'hedîsekî go ji Xwedê rîwayet kiriye wiha keremkir:

"Allahu Teala başî û nebaşîyê nivîsî, pişt re wiha beyan kir:

Kî bixwaze başîkê bike lê belê çênebe, Ellah ‘Ezze we Celle jêra xêrekî tam dinivîse.

Eger kesek bixwaze başîkê bike û kir, Ellah ‘Ezze we Celle wê başîyawî bi deha û 'heta heftsedî xêr, 'heta qat bi qat zêdetir dinivîse. Kî bixwaze nebaşîkê bike lê belê devjêberde û neke, Ellah ‘Ezze we Celle jêra xêrekî tam dinivîse. Eger kesek bixwaze nebaşîkê bike û kir, Ellah E’zze we Celle ji bo wê nebaşîyawî bes gunehkî dinivîse." (Bûxarî û Mûslîm)

 

Belê birayên 'eziz!

Di vê 'hedîsa qudsî go ronîya çavême ji Ellah Te'ala rîwayet kiriye, Xwedayêmeyî Re'hman, re'hm û dilovanîya xweyî bê 'hed û hîsab bi me dide naskirin. Rebbê me ji bo ku em bikevin bin sîya re'hma wî derîye xêrê tev ji mer vekirîye. Naxwaze 'ebdê wî bikevin cehenemê bil'ekis dixwaze tevekê ummetê bikevin cennata wî ya ku ji bo wan hazir kiriye. Rebbemê wiha keremdike:

"Xwedê jî bi destûra xwe gazî bal cennetê û lêborînê ve dike..." (Beqara 221)

Eger ku ev re'hm û dilovanîya Rebbême tunebe, hem maddî û hem ma'newî emê xesirandî, behdilandîbin û reya hîdayetê ji me ne didî. Xweda di Quran'a Kerîm de wiha kerem dike;

"Eger ne ji fedl û re'hma Ellah ku li ser weye be ewê 'halê we çawa bibe." (Nûr 20)

Tê fehmkirin ku ne ji mer'hemeta Wî be ne mumkune em bijîn.

Belê xwendavanên 'eziz!

Ji nîşanên rehma wîye ku em nîyet bikin ji bo qencîkî, le belê astengikî derkeve û em wê qencîyê nekin, Xweda ji ber nîyeta meya baş xelatekê dide me, wekî ku me kiribe hîsab dike û sevabekê ji me re dinivîse. Li gorî vê niyeta qenç jî, ji mere sewab tê 'hesêbkirin. Ya muhîm ku em nîyet bikin, çunkî ‘emel bê nîyet çênabe. "Mu'heqqeq 'emel ligorî nîyetaye."

Ji nîşanên rehmawîye ku em nîyet bikin ji bo 'emelekî baş û em pêk bînin, Xweda qencîkê bi deha qebûl dike. Ev mukafat derdikeve hetta heftsedî. Hîn jî heye, eger 'ebd wî 'emeli bi ixlas û ji dil kiribe sewaba wî li ba xwedê hîn jî zêdetir tê nivisandin.

Belê, tu vê Re'hma xwedayî bê 'hed û bê 'hîsab dibînî...

Ji nîşanên rehmawîye go em bixwazin xerabîkê bikin û dû re devjêberdin yanî em karin bikin lê belê bi sebeb tirsa ji xwedê em devjêberdin sewabekî tam jimer dinivîse Rebbêmeyî Re’hman û dilovan.

Ji nîşanên rehmawîye ku; em xerabîkê bikin û gunehek tê nivîsandin. Ji vê jî tê fehmkirin, Însan xerabîkê ji fikrê xwe derbas bike pê gunehkâr nabe û pê ne mesûl e. Hetta ku em pêk neynin û nîyeta xwe qetî nekin.

Xwedê me bike ji ehlê qencîyê û neke ji ehlê xerabîyê. Me ji re’hma xwe dur neke. Emanetî Xwedê bin.

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS