Dibêjin rojekê ji roja înê, bû wexta nimêjê, bi dengê bangê ra xelkê destnimêja xwe girt, ji bo nimêja înê bi cemeat bikin çûn mizgeftê. Piştî ku mizgeft tije bû û wekî her car cemeatê sûnnetê xwe kirin û di cîyên xwe da rûniştin. Bi çavê rastê li mîmberê dinihêrîn bi çavê çepê jî li mela digerîyan. Ji bo hema zû guh bidin xutbê du çogan li ‘erdê bixin û birevin herin mala xwe.
Deh pazde deqe derbas bûn deng ji melê nehat. Cemeatê li mîhrabê dinihêrt, wa secadeya melê vala ye û mele nexuyaye. Xume xum bi cemeatê ket mîna radarê serê xwe dîzîvirandin geh li hêla rastê geh li hêla çepê mêze dikirin û digotin:
-Ev mela li kû ma heyra, îşê me, karê me heye, bila zû were xutbê bixwîne.
Cemeatê berê xwe da hev û pirsa melê kir. Lê mele wê rojê ji ber nexweşiyeke giran nehatibû mizgeftê. Hîn xeberdan di devê wan de bû yekî dîn ket nava mizgeftê û bi alîyê mîmberê da çû ji bona xutbê bixwîne. Cemeatê jî nizanîbû meleyê camîyê ne ew e. Bû pista pista sefa pêş û got:
-Ev dîn e.
Xwestin wî bînin xwarê lê wan kesên ku ‘eceleya wan hebûn gotin “De hema dev jê berdin bila xutbeya me bixwînê, dîn be jî li me qebûl e.” Evê dîn derket ser mîmberê. Berê xwe da cemeatê û got “Euzu bîsmîllah” û dest bi xwendina xutbê kir û got:
- Gelî mirovan! Xweda we ji mêr û jinekê afirandiye û hûn kirine qewm û qebîle da ku hûn maf û huqûqê hev nas bikin. Li cem Xwedê qencên we ew kes e ku haya xwe ji van maf û huqûqan dike. Xwedê, mal daye hinek ji we da ku hûn şukir bikin, hinek ji we feqîr û belengaz hiştîye ji bo hûn sebir bikin. Lê ne sîyaneta we ji wan heqan ra maye ne maldarê we şukur dikin û ne feqîrê we sebir dikin. Xwedê bela xwe bide we tevan. De rabin bi hev ra nimêja xwe bikin.