Wê şevê min xewnek dîtibû. Daweta min bû, belê şadî û se'adet nebû, bi tevayî ez şerpeze bûm. Min tu kar nedigihand, li her cihî ez diketim nav zor û zehmetîyan. Kuçe xalî bûn û li ber çav tiştek xuyanî nedikir. Valayîyeke bigûman seranser girtibû meş û tevger û bedena min û hetanî bi kuçeyan. Dîsa weke ku ez bi hevdû re dest davêjim gelek şuğl û kar û meseleyan belê hemû li hev dilefin û ez ji nav dernayêm. Rewşa hewayê bi qeswet, giran û weke mij û dûman bû. Weke her car çewa ez dibezim di nav şuğlê rojîn de bitev meşa ji dil di nav hengama tekoşîna li hember koma xayînan bi heval û birayên de'wa pîroz, belê ew jî heye ji bîr nakim di wê lehzê de weke zemaneke dirêj derbas dibe li ber çavan û ez xwe dibînim di nav pirsgirêkan de. Kuçe û meydan xalî û vala bûn; belê weke ez di nav helhele û hêwerzeyeke giran de me.
Di pey re êvarê. Ew roj pêncşem bû ji roja ku bû êvar weke her roj ehlê malê civîyan li ser şîvê bi deng û beşereke vekirî û bi kêfxweşî hinek jî letîf dibêt ew deng hat ber guhê min: "Zarokê horê werin dorê." Çend kefçî bilind bûn û dabûn ku piştî qasekî serê timsala 'ilmê (di roja xwe de û hêjî kanîya 'ilmê tê qebûlê) ketibû ser pêşa nebîka wî ya keçika heft salî, min dî wa dîsa dibişire. Halek ji halê 'adetî hat ji min re lewra carna bi vî şeklî bi zarokan şa dibû. Velê ew hal hinek dirêj dewam kir û ez rabûm min dest avêtê ku, na, nikare rabe. Min xwest bi carekî wî bi hiş bînim; di anê de hinekî bi fikar, hinekî jî bi hêvî û sikûnet pêk ve bê hemd gazî rijîyan erdê: "YABO!"
Li birayên biçûk û hemî malbat evê hazir min got hewarê bigihînin cîran û meriv û dostan. Ew êvar li me bi halek cuda dibû şev ku bedena bêmecal li ser milê zilamekî diçe bi derve de. Li nexweşxaneya navçeyî di piştî pelîneke kin de ambûlans bi awaz û sur'et li rêya Amedê bi ajotin bû. Zeman jî bi lez bû belê rê xelas nedibû. Çûn û veger du sa'et. Çûn û hatin yek bûn. Teqdîr gihaye, muddet temam bû. Mirina bi carekî, wefateke fûc-eten, êşeke şewat e wek şîşa agir e li dil birînan.
Û t'âzîye, hewarî ez çi bêjim serxweşî li pey hev heyveke tijî, heyveke zindî bi heval û hogir û xizm û belkî bi dost û neyar. Bi w'ez û gotin û şîretan ji ehlên 'ilmê dipeyivîn ji bona ku axret û heqqê bidin xeberdan. Min dixwest ez bavê xwe dîsa deynim serê civatê lewra ew cîh xweştir li wî dihat, belê mirin jî heq e, hal ev e dil ne qebûlkirox e. Sîmayên dost, wechê hezîn li hawîrdor hatin dîtin bi çûn û hatin li dil rûniştin. Her roj dimeşim ez bal bi goristanê ve bi huzn û qîraet tevlî gewrîyê dibûn, ew dem dibû hesbîhal ez çi bêjim bi Xwedê re bi mewta re belkî bi dê û bavan re. Dîsa min xewn dî, devdelingê min hildayî ez di nav ava çem de, ew li ser tehtê kendal çarmêrkî bi tev şaş û cilê sipî dibişirî ji selewatên min re digot: 'Eferî, tu çiqas xweşik dixwîni lawo.' Her wiha pêjn û reşayî dibûn xeyal li hundir, li derve, di mîhrabê de û li serê civatan. Meşa hûrik, meşa qewîn gavên bi qerar bi cesaret dibûn cesamet. Nivîs, te'lîf û berhem di jîyanê û li jîyanê hebûn, bûbûn nezir her wekî ta'et û wird û selewatan. Xweşî bi wî kesî mirinê dimirîne ku nav li dinê dimîne. Ji ber vê bi bîr hatin ji dil dirijîne li ser ziman bi qasî nezm û mensûra dibin jîyan.
Li hember zulmeta ‘esrê şîyar û qaîm bûy zanî
Bi ilmê s'eyû cîhadê xebatvan bûy bi îz'ânî
Cesaret û merdî zirar nade xwedyê xwe me zanî
Ev rêza paş qewlê te bû heqîqet bû hulûl Seyda
Gelek nivîs mensûr hene mislê ava çemê zelal
Di nav wan de ş'ira menzûm tu yî durra husn û delal
Kanîyû merci'a zana em bi çûna te bûn melal
Mîrasa te 'ilm û 'emel em in jê re mes'ûl Seyda
Di ser vê bûyerê de sê sal derbas bûn dîsa min xewnek dît ber destê sibehê. Ji cema'eta camîyeke din yekî pir li ber çav belê bitevayî 'amî, 'amîyek xwe zana dizane azan dixwend li ser cenazeyeke kefenkirî li hundirê camîya warê xizmetê. Şeva di pey re. Şev nîvî bû. Di ser dîwarê hewşê de bi hicûmeke neyarî û bi nicdewanî terpîn hatin hundir li pey hev. Her wekî malbat li hember dewleta wan artêş danîye û bi kemîn e. Cilê ser wan reş bûn yan jî di tarîya şevê de bi tevayî reş bûbûn weke rûyê wan, çawa dilê wan, ziman û peyvê wan ji reşa reş. Gurmîn hat bi hev re ji derîyên tevê oda, bi pîhanan derî vebûn bi postalan ketine hundir. Malbat hinek bitirs, hinek behitî bitev sakûla bi carekî rabû pîya. Ji têvelên asîman weke sîsarkên nikilxwar bi dengê şoret bigrin ser beytê li nav kavila li laşê mirî biniqirin. Ketin her qulê, eşya û firaq avêtin rast û çep jibona mefayeke bêqîmet. Mîna xilt û kurmekêza ji qulekî dibezîn quleke din. Li ber çavê min bi hirs û serxweşî keftar li hevgera xwe qedand weka ku xwedîyê wan di nav derî de lê nihêrî bi saw û jê pirsî ku got: "Ka te çi dît hey serserî, qey min awa nîşanî te dabû?" Jiber vê yekê bû dibêt û bazda bi alîyeke din ve. An çêbûn şev dibin bayê wan ê rezîl de çavan kûl dikirin kepê ewanî gemar, destên qirêj dirêjî cerga me dibûn, weke pêlavên necis îstîla kiribûn bi tevayî ser û bin. Di pey hinek zeman gemara xwe li mala me hiştin em sê kes birin û derxistin derve nav kesên wanê newbedarên hatineke reş. Ew roj ev roj bûn tu yek û tu car tiştek nebû weke berê. Berhev kirin, bi berhev kirin hetanî cîyê em birin bi tevayî em bûn bîst û heft kes. Ew roj nehiştin nimêja sibehê em eda bikin bi telaş û stem û bi zext em kirin pakêt li mînîbusa siwar û çûna bajêr bi îşaret û xwendin di nimêjê de sûretê zemmî Humeze û Ma'ûn ji lêvê min herikîn. Bi tev de deh roj di bin pirsîyarîya zordest de di wî mekanê malûm de weke hêsîrê romê libat çêbûn.
Pêvajoya nasîn dema dest pêkir û pênc meh şûnde belavbûn çêbû. Sirgûn, heps, ezîyet, hîcret, êş û elem dest pê kir û bi salan dewam kir. Ew sileya şefqetê bû nizanim an ceza bû ez nizanim belê qeder li me qewimî ji derve em bûn ketîyê de‘wa giran. Ew camî, li teniştê zemanekî medrese û merkez û nîşana civîn û dîtinê bi carekî çû, xelas bû, qedîya, derî hate girtin. Ji ber çavê min naçe bi cergûbez her yek ji me li hember partîya xayînên Kurdisatnê bi armanceke pak dibezîn. Her yek ji me xortanî û qismek 'emrê xwe me li wê derbas kir di bin mehwayeke bitekoşîn. Camî hatibû herişandin bi qesta ji nû ve avakirinê. Bi tev bîranîn û xatirayên xwe ew jî bû hunda ji ser rûyê erdê. Wextekî di nav de piştî edaya nimêja ferz bi nihirandin metn dihatin xwendin, havînan jî li hewşê çûnûhatina feqîyan di hişê min de maye ji ew çax ve. Belê medrese, ji alîyekî ve seyda bi pêjneke helîm ders dida ji alîyê din ve çûnûhatin û hevdîtina hevala çê dibû bi tev carina gazin û carina îqazan ji bona ku bal nekşîne. Belkî rojên mey xweş ew bûn ku bi erzanî ji destê me sitendin ew jî kêf û kenê xwe dikirin bi tewreke muzaffer. Ji rojname û ajansa sibeh û êvarê xwîya dikirin mina qirakên gemar li ezman xwîya di bin bi dengê kerîh diqarîn.
Belê îro, firehî li me çêbû, sal û zeman bi ser ket, rehawet girte li ser bedena. Lazim e ev roj bên nirxandin ji alîyê xwendin û xizmet û mucadeleyê ve û lazim e em hêvîdar bin:
Bêhna sorgula 'eşq da bilbila
War û kavila dikin qêrîne
Da‘we dan mila sultanên dila
Hesret qedîne-l dila bihar e